Sudên dara argan ê

Dara argan a weke daristanan li başurê Mexrîbê tê dîtin bi gelek awayî sud jê tê girtin. Zeyta wê jî ji ber gelek bi vitamine ji bo xwarin, xweşikbûn û dermanên bijîjkî tê karanîn.

 
Navenda Nûçeyan - Dara Argan yek ji nebatên xwezayî ye ku li deverên  weke bajaroka Tafraout, bajarê Essaouira û herêma Souss ên Fasê tê dîtin. Weke daristan belavî gelek deverên başurê Mexrîbê yên weke Agadir, Taroudant, Tiznit, û herêma Ait Bamran bûye. Argan weke dara kezwan û zeyîtunê ji nava xwe qayîm û temen mezine. Ji xwe libên wê jî dişibin libê zeyîtunan lê nayên xwarin tenê ji fêkiyên wê run tê girtin. Li hember ziwabûnê li berxwe dide û di germahiya zêde de jî şîn dimîne. Daristanên wê ji bo sewalvaniyê jî gelek bisude û hemû demên salê şivan sewalên xwe li navê diçerînin.
Daristanên Argan bi salane rastî texrîbatên mezin tê û beşek mezin jê tune bûye. Her çendî şivan jî ji bo jiyana xwe ya rojane bi kar tînin û hinekê dibirin lê para mezin û ziyanê dide daristanên mezin kargehên mezin ên kirîn û firotina daran dikin in. Ji bo çavdêrî û parastinê ji sala 1999’an ve daristanên argan ketiye lîsteya UNESCO yê. Sala 2005’an jî ji bo parastinê welatiyên herêmê lê xwedî derketin.
Sudên dara arganê
Zeyta Arganê ya bi sud ji bo xwarin, xweşikbûn û dermanên bijîşkî tê bi kar anîn. Ev zeyt ji demên kevnar ve ji hêla jinên Emazîgî ve tê karanîn û herî zêde jî ji bo parastina çerm ji ziwabûnê bikar tînin. Ji ber di navê de gelek vîtamîn heye ji bo wê jî di gelek cureyên estetîk û derman de tê bikaranîn.
Hinek sudên runê wê wihane; Porê nerm dihêle û diparêze, çerm geş dike, û ciwan dide nîşandan, di qelişandina dest û li lingan de jî tê karanîn û heta hêzê dide neyînokan jî. Di heman demê de jinên ducanî piştî zarokbûnê ji bo xetên li ser zikê wan dixwiyê jî bi kar tînin. Ji bo çermê zarokan jî bi kar dînin.