Bi hilberandina amûrên mîmarî destdana bajar: UrbanTank

Tuba Dogu û Melîs Varkal, du jinên serkeftî ne ku ligel perwerdeya mîmarî, li ser civaknasiya bajar xebatan dimeşînin. Li cihê feraseta mîmariya ku di nava buroyek de bi sînor maye; ji bo kesên li bajar dijîn bikaribin beşdar bibin û gotina xwe bibêjin, bi armanca lêkolînan bi navê “Urban Tank” însyatîfek sivîl ava dikin. Urban Tank, ne li Tirkiyeyê ne jî li cîhanê heye û ev yek dikare model were girtin. Bi beşdarbûna disîplînên ku bingeha wan cuda ye, ji bo bajariyên ku qadên giştî bi kar tîne, bi amûrên beşdarkirî, xweser û li ser qadê lêkolînan dikin.

ZEYNEP PEHLÎVAN
Îzmîr -Tuba Dogu û Melîs Varkal, dema li Zanîngeha Teknîkê ya Ortadoguyê beşa mîmariyê dixwendin hev nas kirin. Her du jî bi hev re hem di warê akademîk de dixebitin, hem jî li buroyan bi xebata mîmariyê projeyan diafirînin lê di esasî de ya wan kiriye yek, xebatên ku li qada civaknasiya bajar dimeşin e. Ji xebata wan, tişteke taybet a ku ji bo lêkolîna li ser rêbaz û amûrên dîzaynkirina berşdarvaniya bajariyî ya navê  “Urban Tank” lê kirine çêdibe. Bi Urban Tank, li cihê feraseta mîmariya ku di nava buroyê de heps bûye, armanc dikin ku berfirehtir nêzî mijarê bibin û xwe bigihîjînin bajariyên ku bi mîmariyê re dijîn. Bi amûrên ku bi projeyan çêkirine, hewl didin kesên li bajar dijîn bibin xwedî gotinê û vê pêvajoyê lêkolîn bikin. Her çiqad fikra Urban Tank di sala 2011’an de derketibe holê jî di 2015’an de fermî dibe û heta vê demê projeyên bi navê “Di Bin Viyadukan de Çi Nabe”, “Cîrana min”, “Kumulus”, “Qutiya Hafizayê”, “Windabûn” û “zemîn-a Xeyal” çêkirine. Ji bo civaknasiya bajar û têkiliya mîmariyê lêkolîn bikin projeya Urban Tank bi pêş xistine. Em ji Melîs û Tuba guhdarî bikin niha.
Armanca wan ew bû ku bajarî tevli pêvajoyên biryaran bibin
Ji bo UrbanTank mirov dikare bibêje “însiyatîfeke sivîl a ku xebata kolektîf pejirandiye.” Melîs û Tuba, difikirin ku ji bo pratîka mîmariyê dibe ku nêzîkahiyeke cuda bi xwe re bîne, bi pirsa “Em dikarin li qada giştî çalakî û lêkolînên çawa bikin?” dest bi karê xwe dikin. Tuba wiha behsa destpêka Urban Tankê dike:
“Armanca me ew bû ku em pêşî li hepsbûna buroya mîmariyê bigrin, nehêlin bikarhêner di pêvajoya kar de asê bimîne. Bi pirsa “Em çawa dikarin bi xwediyê dawî yê avahiyek mîmarî re hevdîtin bikin” di esasê xwe de em derketin nava bajar û me bi gelê bajar re hevdîtin kir. Gelo şêniyên bajar çawa dikaribûn tevli van pêvajoyên dîzaynkirinê bibin an jî gotina xwe bibêjin? Ev ji bo me pirsa sereke bû. Ji aliyekî ve derdê me yê esasî bû.”
Melîs jî dibêje ku pîşeya mîmariyê, tê wê wateyê ji bazara taybet kes an jî sazî, di asta aktorên siyasî de ne; lê bi bajar û şêniyên li bajar re jî têkiliyek wê ya kûr heye. Wiha behsa derketina Urban Tankê dike:  
“Pîşeya mîmariyê, pîşeyeke wisa ye ku di esasê xwe de kesên ji bazara taybet dkarsaz in, aktorên siyasî jî digrin ker. Ji me re behsa pêdiviya mekanek çawa dike. Mîmarî, ji aliyekî ve jî hewl dide têkiliya xwe bi bajar re çêbike. Ji ber vê yekê em difikirin ku em jî di nava mîmarên ku têkiliya vê pîşeyê ya bi bajar re bi nirx dibînin de ne. Ez mîmar im û pîşeya xwe dikim, Tuba akademîsyen e; lê tişta ku me tîne ba hev, fikara têkilîdanîna bi gelê bajar re ye. Bi vê mijarê re girêdayî Urban Tank, ji bo em ji xwe re wê qadê biafirînin platformek e.”
Bi beşdarên ji disîplînên cuda re dixebitin
Ji ber ku li qada akademîk in, projeya wan a destpêkê, atolyeyek ji bo lêkolînê ye. Li bajar bi pirsa “Mekanên nayên bikaranîn çawa dikarin werin nirxandin?” dest bi karê xwe dikin. Li bajar bala xwe didin qadên ku di bin viyadukan de dimînin. Bi nêrînek dijber jî pirsa ku dikin, dibe navê projeya wan a yekem a lêkolînê: “Li bin viyadukan çi nabe?” Di vê projeyê de têkildarî qadên bajar ên bikêrnehatî, hewl didin potansiyelan keşf bikin. Aliyê burokratîk ê kar hinek zorê dide wan. Destûrên ku divê ji şaredarî û saziyan werin girtin û aliyên madî yên kar derdikevin pêşiya wan. Ji ber vê sedemê bi dibin komele û ji Ewropa û Tirkiyeyê piştgiriyên fonê digrin. Melîs der barê piştgiriya ji projeyan digrin û beşdaran de van agahiyan dide:
“UrbanTank di her lêkolînê de hevkariyê dike. Teqez bi kesan re dike lê em hevkariya bi saziyan re jî girîng dibînin. Heta niha me bi rêveberiyên herêmî, zanîngeh, saziyên civaka sivîl ên li derveyî welatû organîzasyonên çandê re hevkarî kir. Di serî de mîmar, dîzaynker; dîzaynkerên fîlman, nivîskarên şanoyê, planker û wekî dîzaynkerên endustriyel em bi mirovên ji disîplînên gelek cuda er dixebitin. Ji ber vê her cara ku komên projeyê diguherin û her dem pir xwedî derdikevin, me şaşwaz dihêle.
“Li pişt projeyan her dem cerebe heye”
Xebatên atolyeyan ên dûre li dar dixin li ser “Mudaxeleyek ji bo bajar” berfireh dikin. Dest bi hilberandina bicihkirinên bajariyî û enstalasyonan dikin. Bi pirsa “Bikarhêner çawa dikarin tevli projeyan bibin?” rûyên navberê bi pêş dixin û ji bo entegrekirina dîzaynê ya bi vê yekê re dixebitin. projeyên ku çêdikin ne li tevahiya Tirkiyeyê, ne jî li tevahiya cîhanê modelên bicihbûyî nîn in. Ji ber wê her dem her dem li pişt projeyên ku çêkirine cerebeyek heye. Lewre Melîs jî tam balê dikşîne ser vê xalê:
“Karê destpêkê yê UrbanTank, projeya “Taxa min” bû. Li taxa Guzelyali ya ez hinek nas dikim dema min lîsansa bilind dikir, komeleyek taxê ya em pê re semîmî bûn hebû. Li vê derê hesta aîdiyetê bi kesên li taxê re hebû, ev yek bi kêrî me hat. Me ji wan pirsa “ger we tenê gotina ‘taxa min’ bi kar bianiya û hevokek saz bikira we yê çi bigota?” kir. Ev projeyek ku tenê me xwest em wê aîdiyetê fam bikin bû. Me li vir ferq kir ku hesta aîdiyetê xwe dispêre cihên din. Vê yekê jî berê me da çend projeyên din: “Qutiya hafizayê.” Me hîs kir ku divê em çîrokên pir girîng ên di bîra niştecihên taxê de bikin belge. Em ji çîrokan hîn bûbûn ku ew tax xwedî hesta aîdiyetê ya wisa ye ku bi carekê bi pêş naketiye, di nava salan çawa pêvajoya xwe meşandine, bi hevkariya bi reveberiyên herêmî re, biryara çarenûsa xwe dane. 6-7 meh me xebata dîroka devkî li taxa Guzelyaliyê kir. Bi niştecihen taxê û kesên cuda re em axivîn. Me ev çîrok berhev kirin û xist nava qutiyek, wê qutiyê jî li naverasta taxê bi cih kir. Mirovên ku van çîrokan dizanibûn, derhal xwedî li wê qutiyê derketin. Kesên nizanibûn, xwestin behsa çîrokên xwe bikin. Ev xebat ji bo hafizeyê pir baş bû. Me ev proje bi piştgiriya Tandemê li dar xistibû. Dûre li Galaya Hunerê K2 me ew çîrok derxistin holê û pêşangeh vekir. Bi lansmaneke xweş, me ev proje wiha domand. Karên me yên bi navê “Taxa min”, “Qutiya Hafizayê” û “Kumulus” li qada giştî xuya bûn.”  
“Ger amûrên em hildiberînin balkêş bin û xîtabî bajariyan bikin ev me têr dike”
Her du kes di projeya “Windabûn” de jî bi feraseta dîzayna cuda, lîstikek mobîl çêkirin. Di ser de jî niştecihên bajar, dikarin lîstikê her dem bidin ceribandin. Melîs ji derveyî vê projeya ku bi girtina fonê li dar xistine, behsa projeyên “Duş-e-zemîn” û “Kumulus” ku ji karê wan ê mîmariyî ye dike:  
“Me ev car bi amûreke pir cuda dest da qada giştî. Di esasê xwe de bi hemû projeyên Urban Tank, tişta ku dixwaze bike hilberandina van amûrên ecêb e. Qet nehatibû bîra me ku em ê lîstika mobîl çêbikin lê dema tu destên xwe didî bajar û niştecihên wê, ji kolanên her roj derbas dibî, çîrokên nû dibihîsî, hestên nû dijî, di projeya “Windabûn” de armanca me hinek ev bû. Dema hûn anketek bi mijara “Li taxek an jî li taxa xwe hûn dixwazin çi bibe?” hûn ê nêzîkahiyên pir standard bibînin lê dema ku hûn dibêjin “xeyal bikin, fikrên we hene, hûn ê bibînin ku ev li ser parkek difirin û kom dibin”, mirov dixwazin wan fikrên xwe binivîsin û bi cihekî ve daliqînin. Me ev yek bi projeya “Kumulus” ceriband. Li Bornovayê, li Kuçukparkê mirovan fikrên xwe yên ji bo parkê nivîsandin. Ji bo hilberandina van amûran, em zorê didin xwe. Ger amûra em çêdikin ecêb be û bi awayê rast bigihîje şêniyên bajar, wê demê em pir tetmîn dibin. Projeya “Duş-e-zemîn” jî yek ji projeyên me yên herî fizîkî ye. Em dikarin bibêjin ku ya herî mîmarî ye. Me li wir mekanek ava kir û li naverasta Kulturpark bi cih kir. Me li bikaranîna sê temaşe kir. Ji ber ku li qada giştî bû me bi amûrek şopand ka dê çi bibe. Armanca me ne ew bû ku ew amûr heta dawiyê li wir bimîne. Dema amûreke wiha li cihekî tê danîn gelo şêniyên bajar bertekek çawa nîşan didin, pêşî li aktîvîteyên çawa vedike. Di her projeyek de mudaxeleyek me heye, dûre dema ku em wê bertekê dipîvin derbasî aliyê lêkoklînê dibin.”
“Dînamîka her projeyê cuda ye”
Bikarhênerên her yekê pir cuda ne û projeyên pir guherîner in, di esasê xwe de rasterast ji bo bikarhêneran çêdibe. Bêguman li bajar ku cihekî pir berfireh e tu nikarî guherînên giştî bikî lê li vî bajarê em dijîn, tiştên ku Tubayê kirine pir girîng in û hêjayê gotinê ne:
“Ji bo bajarê Îzmîrê guherînek giştî hêsan nîn e lê her ku avahiyên giştî diguherin, cerebeyên bajariyî jî diguherin. Çawa ku ji hundir guherîn çêdibin, ji derve jî cerebe çêdibin. Mînak pirsgirêka koçberiyê ya pir mezin heye. Li aliyê din mîrasa çandî ya xweser a Basmaneyê jî diguhere, çanda wê jî diguhere. Yanî bi nêrîna li polîtîkayên giştî, tu dikarî li meseleyên bajariyî binêrî û bi pêş bikevî. Dema tu ji jor ve dinêrî, giraniya te diçe ser dîmenên giştî, ji ber wê divê tu bi baldarî li jêrê jî binêrî. Dikarim bibêjim ku projeyên me li derveyî welat çêkiribûn jî pir cuda bûn.”