Projeya ‘Jiyan’ cihê hilpirîn û berhemdayina çanda dayikê ye

Berdevka Komîteya Aboriya Kongra Star a Kantona Qamişlo Şevîn Mihemed li ser armanca projeya Jiyan a çandiyê ku li bajarê Dêrikê hatiye pêşxistin wiha got: “Mebesta me ji vê projeyê ew w ku jin bibe xwedî ked û berhem, her wiha li axa xwe vegerin.”

ROJ HOZAN

Qamişlo - Destkeftiyên jinan di qadên hilpirîn û berhemdayinê de zêde dibin û jin bi hemû reng, ked û xweşikbûna xwe di jiyanê de bi rihekî geş tevlî wê dibin. Afirîneriya bi destê jinan berê dîrokê li ser wê gotiye û di roja me ya îro de di sedsala 21’an em di nav xweşiyên berhemdayina van jinan de dijîn. Li bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriye Projeya” Jiyan” ji aliyê Komîteya Aboriya Kongra Star hat pêşxistin. Ev proje projeyeke çandiniyê ye taybet jinên Dêrikê cih tê de digirin û xebata xwe didomînin.

Ev proje mekanê wê li gundê Melemerzê yê dikeve Rojavayê bajarê Dêrikê û nêzî 60 jin di projeyê de cih digrin. Di nav projeyê de hemû cureyên çandiniyê ji zeviyên genim, ceh, nok, bexçeyên şînkahiyê bi hemû cureyên wê dic digre. Herî dawî 4 hezar dar di çaroçeva vê projeyê de hate çandin. Têkildarî Mijarê Berdevka Komîteya Aboriya Kongra Star a Kantona Qamişlo şevîn Mihemed li ser pêşistina vê projeyê ji me re axivî.

‘Me baweriyeke xurt da serkeftina projeya Jiyan’

Şevîn Mihemed li ser pêşxistina projeya ‘Jiyan’ li bajarê Dêrikê nêrîn da û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Projeya ‘Jiyan’ yek ji pilansaziya me ya konferansa du salan bû ku me biryara wê girt û kir meriyetê.  Me bajarê Dêrikê ji bo esasê danîna vê projeye esas girt, ji ber axa herî baş ji çandiniyê re li Kantona Cizîrê axa Dêrikê ye. Bi rastî me baweriyeke xurt da serkeftina vê projeyê û me berhemên baş jê girt. Navê projeyê jî me xwest destnîşanî jin bike ku her jiyan peyveke girêdayî jin e. Her wiha jin û ax bi hev re hevaltiyeke wanî xurt heye. Ev proje bi nêrîn û pêşinyarên jinan bû ku ew bi xwe dikarin vê projeye pêşbixin, mezin bikin û lê miqate bin. Me hêviyên xurt dane jinan û niha jin di vê projeyê de erk û berpirsyartiya xwe radikin.”

Li ser 120 donimê erd 4 hezar dar hat çandin

Şevin Mihemed destnîşan kir ku ew ji bo projeyê gundê Melemerzê yê Derîkê hilbijartine û wiha domand: “Ev gund bi dewlemndiya ax û ava xwe tê nasîn. Her wiha bi fedekariya jinên Dêrikê, hînbûnên wan û hezkirina wan ji çandiniyê re bi nav û deng e. Proje despêkê weke tecrûbe ji bo çandina zeviyên genim, ceh, nok û nîs sala despêkê me dest girt, bi rastî berhemên wê pir baş bûn û feydeyeke mezin li jinan û aboriya civakê jî kir. Piştî rakirina mewsimê zeviyan, me şînkahiyên havînê weke bacanên sor, bacanên reş, îsot, bamî, meloxî, beroj û gelek cureyên din me çandin mewsimê wê jî pir baş bû û me heya asteke mezin pêwîstiyên xwe jê rakirin. Îsal me xwest em bi cudahiyeke nû vê projeyê bidin pêş ew jî çandina 4 hezar darên fêkî li ser 120 donim erd were belavkririn. Weke me dît jî çawa jinan bi kedeke pîroz dîsa beşdarî vê projeye bûn û darên xwe yên fêkî weke zeytûn, menga, henar, tirî û hêjîr çandin. Di vê projeye de derdora 60 jinî têde cih digre û dê berhemên wê jî li van jinan vegere.  Mebesta me ji vê projeye ku jin bibe xwedî ked û berhem û li axa xwe vegerin. Her wiha çanda dayikbûnê pêşbixin. “

‘Em ê parastina civakê bi aboriyeke xurt bikin’

Şevin Mihemed bal kişand li ser xerabiyên ku di encama şeran de bandora wê li jîngehê hatiye kirin û wiha pêde çû: “Hêzên desthilatdar dema êrîşî welatan dikin bêhtirî xwe van êrîşan derheqê jin xwezayê de pêktînin. Em dibînin îro êrîşên ku herêma me rastî wê tê ji aliyê dewleta tirk ve bandoreke çawa li xwezayê dike. Xweza ji xwezayibûnê derxistin û hîştin zirar bighêjê de.  Xweza ger em jê heznekin û lê ne baldar bin wê tu berheman nede. Ev yek metirsiyê li ser aboriya civakê jî dide çêkirin ku rewşên weke buhabûn û birçîbûnê pêbikevin. Ji bo wê heya ji me tê weke jin em bi xwe aboriya xwe pêşdixin ku em bikaribin bibin bersiv ji hemû êrîşên ku rastî civaka me tên û parasttina civakê bi aboriyeke xurt bikin.”