"Paqijiya bajar awêneya çand û hişmendiya civakê ye"

Rêvberiya mekteba Jin a Komîteya Şaredarî û Ekelojî ya Kantona Hesekê Nûra Mehmûd Şihab da zanîn ku paqijiya bajar hişmendî û çanda civakê dide diyarkirin ji bo wê paqijiya bajar erk e li ser milê her kesê.

 
RONÎDA HACΠ
Hesekê-Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, Rêxistina Kongra Star di 23'ê Sibatê de rêzeçalakiyên xwe yên der barê 8'ê Adarê de, bi daxuyaniyek li Herêma Cizîrê eşkere kir. Bi heman mebestê, mekteba Jin a Komîteya şaredarî û Ekelojî ya Kantona Hesekê bi tevlibûna Kongra Star, saziyên civaka sivîl bi armanca ekolojiyek paqij û bi tendurist û bi boneya 8 ‘ê Adarê dest bi hemleya paqijkirina li Kantona Hesekê –Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Hemleya paqijiyê ya bajarê Hesekê li çarxeriya Rojava ya ku dikeve destpêka bajêr hat destpêkirin. Têkildarî vê mijarê Rêvberiya Mekteba Jin a Komîteya Şaredarî û Ekelojî ya Kantona Hesekê Nûra Mehmûd Şihab axivî.
“Paqijkirina bajar berpirsyariya her kesê ye”
Nûra Mehmûd Şihab Roja 8’ê Adarê li tevahî Jinên cîhanê pîroz kir û bal kişand ser girîngiya parastina çanda paqijyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “8’ê Adarê ji bo her jinê bi wate ye, roja 8’ê Adarê roja wekhevî û mafdayînê ye. Bi boneya 8’ê Adarê me gelek çalakî dane ber xwe, yek jê hemleya paqijiya bajar e. Ji sibehê ve me dest bi hemleya xwe kiriye, me çarxeriya destpêka bajar û kolanên fermî kiriye hedef. Paqijiya bajar pir girîng e, dema mirov derbasî bajarekî dibe pêşî li ekolojî û paqijiya wî bajarî dinêre, wê demê çand û hişmendiya wî gelî diyar dibe. Ji bo wê jî paqijiya bajar berpirsyariya hemû welatiyan e.”
Nûra Mehmûd Şihab da zanîn ku paqijiya bajar mirovan ji nexweşiyan diparêze û wiha axivî: “Pêwîst e her kes ji mal, kolana xwe dest pê bike, paqijiya bajar ne tenê li ser milên şaredariya gel bihêle, alîkariya karkarên paqijiyê erkeke exlaqî ye. Dema her kes bibe alîkar û bajar were paqijkirin dê xelkê wî bajarî ji nexweşiyan dûr bikeve.”
“Xwedî li çanda paqijiyê derkevin û xwe ji nexweşiyan biparêzin”
Nûra Ehmûd Şihab destnîşan kir ku jin ji bo rûniştandina çanda paqijiyê di nava tevgerê de ne û wiha anî ziman: “Jin ji bo avakirina ekolojiyek paqij û bi tendurist li mal, kolan û bajarê xwe kar û xebatan dikin. Pêwîst e em çanda paqijiyê di nava civaka xwe de bidin rûniştandin da ku em wan ji nexweşiyan biparêzin. Bi heman mebestê di rojên pêşiya me de em ê daran biçînin da ku bajarê xwe bi boneya 8’Adarê bixemlînin û xweşik bikin”.
Nûra di dawiya axaftina xwe de bang li her kesê kir ku xwedî li çand û bajarê xwe derkevin û xwe ji nexweşiyan biparêzin.