Nûrhan Huseyîn: Ji guherîna avhewayê herî zêde jin bandor dibin

Guhertina avhewa yek ji karesatên herî girîng e ku hemû cîhan tûşî wê bûye di heyama vê dawiyê de, ku barê jinan çi di warê aborî de û çi di warê civakî de be girantir kiriye.

ASMAA FATHI

Qahîre - Jin keleha yekem in ku bi her cure qeyranan re rû bi rû dimînin. Gelek jin ji encamên guherînên avhewa êşê dikişînin.

"Guhertina avhewayê bandor li hemû aliyên jiyanê kiriye"

Parêzer Nûrhan Huseyîn El-Mustefa diyar kir ku guhertina avhewayê bandor li hemû aliyên jiyanê kiriye û wiha axivî: "Zêdebûna germê zirarê dide gelek berhemên çandiniyê. Her wiha lehî bandorê li gelek malbatan dike û jinan neçar dike ku ji cihên xwe yên jiyanê koçî herêmên ewledar bibin. Piraniya kesên ku di çandiniyê de kar dikin jin in û dema ku germahî zêde dibe, çandiniya wan jî bandor dibe û ev yek dihêle ku ew rastî gelek zehmetiyan bên."

"Hejmara jinên ku di dema lehiyan de jiyana xwe ji dest dane ji ya mêran zêdetir e"

Nûrhan Huseyîn El-Mustefa anî ziman ku gelek jin li bazarên herêmê sebze û fêkiyan difroşin, lê germa zêde an jî serma bandoreke neyînî li berhemên wan dike û wiha pê de çû: "Jinên malê daxwaza pêdiviyên xwe dikin û sedema sereke ya nakokiyên van demên dawîn jî ev e. Hejmarek mêr hene ku hevjînên xwe neçar kirine ku derkevin ser kar da ku debara malbata xwe bikin. Li gorî amarên herî dawî hejmara jinên ku di dema lehiyan û guhertinên avhewayê de jiyana xwe ji dest dane ji ya mêran zêdetir e, ji ber ku di rewşên wiha de jin hewl didin ku malbat û zarokên xwe rizgar bikin."