Nurcan Karasu: Bi şewitandina daristan û operasyonan dixwazin herêmê vala bikin

Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Nurcan Karasu, bal kişand ser şewata daristanên ku bi awayekî sîstematîk li bajarên Kurdistanê Dêrsim, Şirnex, Çewlik û Colemêrgê di van salên dawî de derketine û diyar kir ku bi pêvajoyê re ji derveyî mirovan li dijî xwezayê jî dijminahî tê meşandin û got ku di encama operasyonên di bin navê 'ewlehiyê' de tên kirin de dixwazin herêm bê valakirin û bê mirov bimîne. Nurcan Karasu ji bo ku hîn zêdetir qadên jîngehê wêran nebin bang kir ku ji hewa ve agir were vemirandin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Navenda Nûçeyan - Bajarên Dêrsim, Bedlîs, Çewlik û Şirnexê bi rojan e dişewitin. Agirê ku li Dêrsimê 15 roj in didome, tevî ku ji hewa ve dikare were vemirandin jî ev yek nayê kirin. Welatiyên li bajaran dijîn bi derfetên xwe hewl didin agir vemirînin. Endama Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nurcan Karasu sedema şewatên sîstematîk ên ku her sal havînê diqewimin û zirara ku didin xwezayê nirxand û diyar kir ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd, hem mirina mirovan didome hem jî li ser xwezayê şerekî tê meşandin.
"Armanca şewatan ew e ku herêm ji mirovan bê valakirin" 
Nurcan Karasu diyar kir ku sedema şewatên li bajar û herêmên cuda yên li welat ji hev cuda ne dikin û got ku krîza avhewayê bûye sedema şewata ku hefteyên berê li herêmên Deryaya Navîn û Egeyê derketibû. Nurcan Karasu diyar kir ku sedema sereke ya şewatên ku her sal ji Gulanê heta Îlonê li Kurdistanê bi awayekî sîstematîk berdewam dikin, operasyonên leşkerî ne û wiha got: “Operasyonên li Kurdistanê tên meşandin nîşan didin ku hem mirov dimrin hem jî li dijî xwezayê şerekî tê meşandin. Eşkere ye ku di encama operasyonên bi armanca 'ewlekariyê' de tên kirin, tê xwestin ku qad bê valakirin û gel warê xwe biterikîne. Mînaka vê yekê gundên ji hêla HES û bendavan ve hatine valakirin in ew jî vê rastiyê piştrast dikin. Wekî din bi daxuyaniyên lêgerîna madenan ên li Dêrsim, Çewlik, Şirnex û heta Colemêrgê jî bi zelalî diyar dibe ku dixwazin herêm bi tevahî were valakirin. Digel ku rewş wisa ye jî eşkere ye ku tê xwestin ekolojiyê tune bikin û civakê bê xweza û bîr bihêlin.”
"Bendewariya ji bo mudaxeleyê tewş e" 
Nurcan Karasu diyar kir ku ne mumkun e mirov li benda mudaxelekirina şewatan bisekine, polîtîkayên ku tê xwestin bên meşandin li ber çavan bigre û rastiya ku kes bi hinceta 'ewlehiyê' naşînin cihên şewitî vê yekê piştrast dike û got; “Destûrnedayîna vemirandina şewatê ya ji aliyê şaredariyê ve ku şewata li herêma di berpirsyariya wê de ye û rastiya ku ew ji aliyê Qeymeqamê Hozatê ve tê tehdîtkirin vê mijarê şîrove dike. Dîsa, di pêvajoya şewatê de, piştî pêvajoya vemirandinê, pêdivî heye ku qada agir were sar bibe. Ji ber ku li piraniya deveran, karên sarkirinê bi qasî ku hewce dike nayên meşandin, dîsa şewat çêdibin.”
"Ji ber şewatê qadên jîngehê wêran dibin" 
Nurcan Karasu destnîşan kir şewatan zirareke mezin daye ekosîstema daristanê, bi daristanên ku bûne xwelî re qadek mezin a jiyanê hatiye wêrankirin û wiha got: "Ekosîstema daristanê ne tenê dar in, ev diyar, ji teyran heya heywanên kovî û dûre jî heya mîkrojenîzmayan cihek zindî ye. Bi taybetî ger em vê yekê li gorî herêmê binirxînin, em ê bibînin ku di encama şînahiyek dewlemend a ji Dêrsimê heya Çewlik û Şirnexê de, deverek heye ku tê de cureyên darên endemîk, werşeq û ajalên wekî kew pezkûvî û gelek zindiyên din di xeterê de ne. Dema ku rewş ev be, pêwîst e em bizanbin ku her daristana ku dişewite, dengeya xwezayê xirab dike û ji xeynî vê, her daristanek şewitandî bi rastî kêmbûna oksîjena me nîşan dide û roj bi roj nefesa ku em distinîn zehmetir dike."