Navenda Nûçeyan - Netewên Yekgirtî di raporekê de ragihand ku ji 22 welatên Ereban heta sala 2040’ê 17 welat dê rûbirûyê hişkesalî û kêmbûna avê bibin û 12 welat jî di warê peydakirina ava têr de di bin sînorê hejariyê de bin.
Wî her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku welatên Iraq, Sûriye û Sûdan di nav wan welatan de ne ku di salên pêş de dê rûbirûyê kêmbûna avê bibin.
Hêjayî gotinê ye ku di van 2 salên dawî de li Iraqê bi têra xwe baran nebariye. Ev faktor bûye sedema ragihandina hişkesalî li çend herêman û herêm bi kêmbûna dexl û berhemên çandiniyê re rû bi rû maye.




