Navenda turîzmê Saîda qeyrana bermahî dijî

Endezyar Suhad Afara ku li dijî qeyrana bermahî ya li Saîda ku yek ji bajarên tûrîzma Lubnanê ye têkoşîn dimeşîne, balkişand ku ji ber ku rayedaran erka xwe pêk naynîn bajar veguheriye sergoyê bermahiyan.

SUZAN EBU SAİD

Beyrût- Endezyar Suhad Afara hewl dide bajarê kevnar a Saîda ku wekî navenda geştiyariyê ya Lubnan û herêmê tê hesibandin, bi pêşxistina çareseriyên guncaw a ji pirsgirêka bermahiyên hişk re pêş bixe. Înîsiyatîfa Eniya Saîda ku ji aliyê Komîteya Jîngehê ve hatiye avakirin, pêşxistina çareseriyan a ji bo qeyrana bermahiyê ya ku deverên cuda yên Lubnanê rû bi rû dimîne, wek erk girt ser xwe.

Seroka komîteya jîngehparêzî ya înîsiyatîfê û di qada civakê de endezyar û aktîvîste Suhad Afara, diyar kir înîsiyatîf di binesazî ya şaredariyê de însiyatîfek civata jîngehparêz e û wiha got: “Ji bo veqetandin, komkirin û hilgirtina bermahiyan a têkildarî bajaran eplaneke berfireh û entegre heye. Lê mixabin ji ber ku wextên peymanên şaredariyan qediya, bi şertên berê destpêkirina îhaleyê bû pirsgirêk. Şertên ku divê tevlî peymanê bibin, ji aliyê înîssiyatîfê re hatin diayr kirin û divê li gorî plansaziya pêkanînê be. Şertên hatin diyarkirin ji bo bermahî û tedaviya sanîtasyonê wek planek berfireh û entegre hat pejirandin.”

'Pergalek dawerîn a bermahiyan nîne’

Suhad Afara di mijara rûbirûbûna qeyrana bermahî ya li Saîdeyê de wiha axivî:

"Li Saîdeyê tesîsa dawerîn kirin û vezîvirandina bermahî heye, lê ger em bikevin wê derê em ê bermahiyên kargeha ku du makîne lê hene bibînin. Ji bo bermaniyên mehandinê makîne hene, lê yek şikestî ye û ya din rewşa nayê bikaranîn de ye . Mixabin alav û makîneyên mayî jî ji ber ku wek xurde hatin firotin êdî nîne. Niha pergalek dawerînkirina bermahiyê tune ye. Ger ew kargeh dest bi xebatê bike dê bermahiyên ku dikarin bên firotin û vezîvirandin bên belavkirin. Li vir mîqtarek enerjî hat hilberandin, lê terê vê fabrîqe bi xwe jî nekir.”

'Sergoyên bermahiyan hene’

Suhad Afara da zanîn ku ev nêzî 10 sal in bi qeyrana bermahî û bi awayekî rast nekarkirina santrala dawerînê ya li bajêr re mijul dibin û wiha axivî: "Em hêvî dikin ku ger kargeh dest bi kar bike, çiyayê bermahiyan ji holê rabe, lê bermahî li qadeke berfireh hatiye belavkirin û li ser parkek hatiye çêkirin. Dema bi parka hat çêkirin serê bermahiyên hatin veşarin, çareseriyek radîkal jî nehat pêşxistin. Ev jî bû sedema çêbûna hejmareke pir avabûna sergoyên bermahiyan. Bi taybetî ji ber gazên jehrî yên dema bermahiyên hişk tên şewitandin derdikevin holê, dê li welat qeyranek tenduristiyê dest pê bike.”

'Dê nexweşiyên şewbê dest pê bikin’

Suhad Afara da zanîn ku ew ji bo amadekirina planeke entegre ya ji bo bermahî û dawerîna sanîtasyonê bi rêya Înîsiyatîfa Eniya Saîda kar dikin û wiha axivî:

“Divê qeyrana bermahiyê ya tê jiyîn demil dest were çareser kirin. Divê pêvajo bê şopandin û hesab bê dayîn, lê peymanên hatine îmzekirin pêk nayên û di vî warî de bêbaweriyek heye. Xeteriyên ku welat rû bi rû bûye hene û ger ev mijar neyê dest girtin û çareserî neyê hilberandin, dê bajar bi bermahiyan re tijî bibe, nexweşî şewbê rû bidin, familyeya kojeran zêde bibin û rûbar û ava vexwarinê qirêj bibin."

'Xeyala min ew e ku li jîngehek paqij bijîm’

Suhad Afara herî dawî der barê hilbijartinên şaredariyan, qeyrana bermahî û pêşniyarên çareseriyê de jî wiha got: "Ji sala 2016'an ku ez bûm namzetê meclîsa şaredariya Sadîayê, rastî gelek zehmetiyan hatim. Sergoyên bermahiyan mezin yên li Sadîayê û çopên pir mezin hebûn. Ez bi rê derketina li vir dest bi lêgerîna çareseriyan kir û min zanibû ku mijar dê zehmet be. Armanc û xeyala min ew e ku li jîngehek paqîj bijîm.”