Li Xuzistanê qeyrana ava vexwarinê zêde dibe

Di van demên ku li parêzgeha Xuzistanê qeyrana ava vexwarinê roj bi roj kûrtir dibe, gelek welatî ji ber ava qirêj jehrî bûn.

Navenda Nûçeyan- Li parêzgeha Xuzistana Îranê qeyrana gihîştina ava vexwarinê ya paqij zêde dibe. Welatiyên li gelek gundên girêdayî Xuzistanê ji ber ava ne paqij a di bîrên hatine kolandin de jehrî bûn.
Di mehên havîna borî de ji ber kêmbûna ava vexwarinê di çalakiyên welatiyan û jînparêzan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çalakiyên cotkaran ên ji meha Mijdarê û vir ve bi daxwaza piştgiriyê ji ber kêmbûna ava di çandiniyê de tê bikaranîn dabûn destpêkirin hê jî berdewam dikin. Tenê di sala 2018’an de li Xuzistanê ji ber ava vexwarinê ya ne paqij zêdetirî 350 kes jehrî bûn.