Yên bedewiya Kandovanê dibînin heyran dimînin

Gundê Kandovan ê ku xwedî bedewiyek bêhempa ya dîrokî ye dîdarên xwe mest dike.

Navenda Nûçeyan – Gundê Kandovan ê dikeve eyaleta Azerbeycana Rojhilatê Îranê bi avahîsazî û dîroka xwe, Kapadokyaya Tirkiyeyê tîne bîra dîdarên xwe. Gund 2 hezar û 200 metre di ser asta zeriyayê de hatiye çêkirin. Gundê ku bi kevirên volkanîk şêwe girtî ye, niştecihên wê jî bêyî ku destê xwe bidin sazumaniya wê tê de bi cih bûne. Gundê ku ji dûr ve weke gelek tepeyên biçûk xuya dike, dema mirov nêz dibe nû dibîne ku ew hemû xanî ne. 
`Taybetiya wan a hewandina xwezayî heye`
Gundê ku xwedî erdnîgariyek cuda û dîrokek herikbar e ji înternetê di malperan de mirov dikare dîmen û wêneyên wî bibîne. Her wiha yek ji deverên herêmê yên turîstîk e. Gundê Kandovan ê ku ji ber bilindiyê karibûye xwe ji êrîşên Moxolan biparêze ji bo niştecihên xwe bûye stargehek xwezayî.  
"Malên wê Hunî tîne bîra mirovan"
Gundê ku bi hilkişana pêlekanan tu dikarî xwe bigihîjîniyê, derdora wê jî hîsiyata balkonek stratejîk çêdike. Gundê ku li berpesarên çiyayê Sahand cih digre tê texmînkirin ku xwedî dîrokek 3 hezar salan e.