Li çiyayê Hecî Çerkez ê Farqînê agir bi daristanê ket

Li çiyayê Hecî Çerkez ê Farqînê agir bi daristanê ket, ji ber bayê her diçe agir li qadek fereh a daristanê belav dibe.

 
Amed - Li gundê Mala Hirmo yê dikeve berpesarê çiyayê Hecî Çerkez ê bi ser navçeya Farqîna Amedê ve, agir bi daristanê ket. Gundiyên derdorê hewil didin bi derfetên xwe agir vemirîne, lê ji ber baya zêde her diçe agir li nava daristanê berbelav dibe û gundi nikarin bigirin kontrolê.