Li bejahiya Çiyayê Gabarê jî şewat derket

Li bejahiya navçeya Basa ya dikeve pesarên Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket. Agirê sedema derketina wê nehat zanîn daristan daye ber xwe û her diçe mezin dibe.

Şirnex - Li bejahiya gundê Zêwê yê navçeya Basa ya Şirnexê li pesarên Çiyaya Gabarê agir bi daristanê ket. Şewata ku sedema derketina wê nehat zanîn û mudaxale nayê kirin, her diçe berbelav dibe. Sala borî li heman herêmê ji ber top avêtina leşkerên Tirkan a ji Qere Şêwê gelek caran şewat derketibû.