"Dewleta tirk xwezaya Kurdistanê talan dike"

Hevseroka Ekolojî ya herêma Firatê Emîne Wêso der barê êrîşên dewleta tirk, qutkirina daran û xwezayê de wiha got: "Dewleta tirk dijminatiya xweza û mirovahiyê dike, gerdûn bi xwezayê xweş dibe divê em xwezayê biparêzin."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Kurdistan bi xwezaya xwe tê nasîn, xweza û mirov bi hev re girêdayî ne, ji bo wê divê xweza bi her şêweyî bê parastin. Li Rojhilata Navîn rojana êrîş li ser xwezayê tên kirin. Ya ku gerdûnê xweş dike û rengê wê dide guhertin xweza ye. Lê mixabin dewleta tirk bi her awayî êrîşên xwe li ser xwezayê pêk tîne, çi li Kurdistanê be çi li Tirkiyeyê be. Dewleta tirk dijminatiyê bi xwezayê re dike, hewl dide xwezayê têk bibe. Ji 23'ê Nîsanê ve dewleta tirk êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike, di heman demê de êrîşî xwezaya Kurdistanê dike, li Kurdistanê daran dibire û daristanan dişewitîne. Kiryarên ku dewleta tirk li Efrînê pêk tîne îro li Kurdistanê didomin, dewleta tirk xwezaya Efrînê talan û wêran kir û îro jî li çiyayê Cûdî û axa Başûrê Kurdistanê li Zaxoyê daran dibire. Der barê mijarê de Hevseroka Ekolojî ya herêma Firatê Emîne Wêso ji ajansa me re axivî.
"Dewleta tirk êrîşî xwezayê dike"
Emîne der barê kiryarên dewleta tirk li ser xwezaya Kurdistanê de wiha dibêje: "Bi sed salane deweleta tirk dijminatiya gelê Kurd dike. Herî dawî jî bi dagirkirina herêma Efrînê dest bi guhertina herêmê kir û xwezayê talan kir. Dara zeytûnê li gel Efrîniyan pîroz e lê dewleta tirk bi awayê bi zanebûn ew dar ji kokê ve qut dike û dide diyarkirin ku heya bi koka we mabe me talan bikin. Îro dewleta tirk bi awayekî bi zanebûn darên Kurdistanê jêdike lê li aliyek jî dibêje ez xwezayê diparêzim, em jî dibêjin ka parastina xwezayê îro tu bi destê xwe daristanên Kurdistanê dişewitînî. Dijminatiya dewleta tirk bi Kurdan re bi her cureyî berdewam dike. Dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê ve êrîşî axa Başûr dike û li kêleka wê jî  êrîşî xwezayê dike. Mînaka herî şênber jî çiyayê Cudî û bajarê Zaxoyê ye ku li wir dar tên jêkirin û xweza tê şewitandin. Bi şewitandina xwezayê re xweza ber bi dawiyê ve diçe. Her wiha bi hezaran cureyên sewalan di nava van daristanan de tên qirkirin. Dema ku ev lawir an jî xweza bên talankirin wê demê xetere li ser gerdûnê çêdibe."
 "Divê xweza bê parastin neyê şewitandin"
Emîne bal kişand ser qutkirina daran û wiha domand: "Roj bi roj xweza tê şewitandin û ev yek jî zirarê dide jiyana mirovan û lawiran. Dema dar tên şewitandin wê demê hewa kêm dibe û mirov nikare nefes bigire. Ji ber mirov bi xwezayê re dijî û têkiliyên herî mezin di navbera xweza û mirovan de hene. Jêkirina daran û şewitandina daristanên Kurdistanê bi zanebûn ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin. Ji wêne û dîmenên ku hatine belavkirin mirov dibîne ku dewleta tirk darên Kurdistanê dibire û li bajarên xwe difiroşe. Divê xweza bê parastin û neyê şewitandin, li şûna wê em hîn zêde bi xwezayê re mijûl bibin. Demeke dewleta tirk bi çekên qedexekirî axa başûrê Kurdistanê bombebaran dike û di encamê de xweza talan bû û zerarek mezin gihîşt dar û daristanan. Madeya kîmyewî ya fosfor gelek xirab e ku dema digihîje axê ango cihê şînahî, bi salan ew der şîn nabe. Dema ev madeya fosfor dikeve nava axê yekser digihîje avê û mirov jî wê avê ji bo çandiniyê bi kar tînin û vedixwîn, dîsa zirara herî mezin digihîje mirovan. Li bajarên Tirkiyeyê jî gelek cihên xwezayî yên xweş tên talankirin û li wan cihan avahî tên avakirin. Her wiha îro dewleta tirk bi zanebûn ava Firatê qut dike û li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke çek bi kar tîne. Li vir careke din zirar digihîje mirov, çandinî û lawiran. Dewleta tirk bi van kiryarên xwe hemû bend û zagonan bin pê dike. Banga min ji kesên zana û yên ku girîngî didin ekolojiyê re heye ku bi awayekî wijdanî xwezayê biparêzin û rê li pêşiya kiryarên dewleta tirk ên li hemberî xwezayê bigrin da ku xwezaya me neyê şewitandin û talankirin."