Kampanya ‘Tu jî darekê biçîne, jiyanê şîn bike’

Komeleya Ekolojiyê diyar kir ku wê beşdarî kampanyaya “Bi şitlekê xwedî li jiyanê derkeve” ya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bibin. Her wiha banga piştgiriya kampanyayê hat kirin.

Amed – Tevgera Ekolojîk a Mezopotamyayê sala borî, kampanyaya “Bi şitlekê xwedî li jiyanê derbikeve” li dijî polîtakayên şer û parastina jîngehê dabûn destpêkirin, îsal ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi dirûşma “Tu jî darekê biçîne, jiyanê şîn bike” berdewam dike. Komeleya Ekolojiyê diyar kir ku ew jî beşdarî kampanyayê bûne.

Der barê kampanyayê de daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Li dijî nîzama xerab a ku qadên jiyanê vediguherîne goran, bi çandina şitlek ji bo her mirovek ku jiyana xwe ji dest daye, em ê ji nû ve zayîn û hewirdorek şîn û têkoşîna avakirina jiyana azad û ekolojîk bidomînin. Kampanyaya çandiniyê ya ku bi dirûşma “Bi şitlekê xwedî li jiyanê derkeve” hat destpêkirin, em diyarî kesên li Amedê jiyana xwe ji dest dane dikin."

Banga piştevaniyê

Komeleya Ekolojiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di navbera 1-10’ê nîsanê de bi dirûşma “Tu jî darekê biçîne, jiyanê şîn bike” em bang li gel, rêxistinên civakî yên sivîl û hemû parêzvanên jiyanê yên li Amedê dikin ku tevli çalakiya çandina şitlan a li baxçe, şaneşîn, gund, dibistan, kolan, tax û her derê bajêr bibin û her kesê ji bo vê kampanyayê teşwîq bikin.”