Jinên Tûnisê bi meşekê daxwaza girtina kana keviran kirin

Jinên bajarê Nazor ê Tûnisê ji bo mafên xwe yên bingehîn, di nav de jî mafê peyîdakirina avê meşek li darxistin û daxwaza girtina kana keviran bi awayekî giştî kirin.

Tûnis - Jinên bajarê Nazor ê Tûnisê 19'ê Gulanê bi daxwaza mafên xwe yên bingehîn di nav de mafê pedakirina avê û rûmeta mirovahiyê jî heyî meşek lidarxistin ku di sala 2019'an de li herêmê ji bo bidestxistina mafên bingehîn meşek wiha hatibû li darxistin. Jinên beşdarî meşê bibûn tekez kirin ku pêwîste kana keviran a li pişt çiyayê El-Huweydiye were girtin, ji ber ku ava ku jê vedixwin û zeviyên xwe jê av didin qirêj dike û dibe sedem ku darên wan hişk bibe û xeteriyê li ser jiyana wan çêdike. Her wiha îhtîmala ku çiya hilweşe û malên wan di bin de bimîne jî dan ber çavan.

"Heyanî ku daxwazên me neyên bicihanîn em çalakiyên xwe ranawestînin"

Çalakvana femînîst a Komeleya Jinên Demokratîk ên Tûnisê Samar Sehiq derbarê çalakiyê de ji ajansa mere axivî û diyar kir ku ev çalakî bi armanca bidestxistina mafê gelê herêmên xizane ku ji tîbûnê êş dikşînin. Ji dawiya sala 2019'an û vir ve li El-Huweydiyê meş tên lidarxistin û daxwaza girtina kana keviran tê kirin ji ber ku dibe sedema qirêjkirina avê û ev yek bandoreke neyinî li ser jiyana xelkên herêmê dike. Samar Sehiq destnîşan kir ku heyanî daxwazên wan neyên bicîhanîn ew çalakiyên xwe ranawestînin. Her wiha Samar Sehiq kampanyayên girtinên dadwerî yên berê li dijî beşdarên hemû tevgerên civakî şermezar kir.

Jinên tevlî meşêbûn banga peydakirina mafên xwe yên herî bingehîn kirin û destnîşan kirin ku ji bo dengê xwe bigihînin desthilatdaran, li dijî xizanî û bindestiyê têkoşîna xwe pêş bixin bal kişandin ser polîtîkayên hukumetê yên tîbûnê.