Jinên Filistînê li ser metirsiya guherîna avhewayê nîqaş kirin

Derbarê guhertina avhewayê û bandora wê li ser zayendê li Xezayê, komxebatek ji aliyê Tora Rêxistina Sivîl ên Filistînê ve hat lidarxistin.

NEXEM KERACA

Xeza - Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de, Sektora Jinan a Tora Rêxistinên Sivîl ên Filistînê, komxebateke bi navê "Guherîna Avhewayê û bandorên wê yên li ser zayendê" organîzekirin. Jinên beşdarî komxebatê bûn li ser bûyerên avhewayê nerênî bandor dikin nirxandin kirin û dan zanîn ku jin dikare li pêşiya wê rêgiriyê bike.

"jin ji bo malbatên xwe di parastina jîngehê de mînakin"

Endezyar Esraa Şiblaq destnîşan kir ku hişyarkirina jinan di warê guhertina avhewayê de pir girînge û wiha pêde çû: "Jin ji bo malbata xwe mînake. Dema ku zarok dibîne ku dayika wê bi awayekî baş av û enerjiyê dixebitîne zarok jî ji wê fêrî rêbazên rast û saxlem dibe da ku jingehê biparêze. Her wiha ji bo parastina avhewayê, pêwiste em hewildanên hemî saziyan bikin yek da ku em karibin peyama xwe ragihînin û bandorên guherîna avhewê sivik bikin."

"Rola jina di çareseriya pirsgirêkên avhewayê de giringe"

Esraa Şiblaq gotarek bi sernavê Guherîna Avhewayê û Bandora wê li ser Zayendê, amade kir. Esraa di gotara amadekirî de destnîşan kir ku gotara lêkolînê nîşan dide ku bi berdewamiya krîza guherîna avhewayê ye û wiha domand: “Zêdebûna bûyerên hewayê yên tund, hevgirtina newekheviya zayendî bi krîza avhewa yê re yek ji mezintirîn kêşeyên serdema me pêkê. Ev yek ji bo jiyan, tenduristî, ewlekaiya jinan û tayîbetî keçên ciwan li seranserî cîhanê metirsiyek mezin çêdike û wan bi şert û mercên jîngehî, civakî û aborî yên herî dijwar re rû bi rû dihêle.”

“Divê cotkarên jin di aliyê jînge parêziyê de bên perwerdekirin”

Esraa Şiblaq diyar kir ku gotar tekez dike ku jin dikarin di rûbirûbûna guherîna avhewayê de pêşengiya guhertinan bikin û çareseriyan pêşkêş bikin û ev tişt lê zêde kir: “Ev jî bi rêka balkişandina ser rola jinan û beşdariya wan a gengaz di kêmkirina guherandina avhewayê de pêkane. Her wiha ji bo bilindkirina asta hişmendiya jingehê û perwerdekirina cotkarên jin di pratîkên çandiniyê yên ku ji bo jîngehê pir girîngin û teşwîqkirina beşdarbûna projeyên kesk, ji bo ku bi awayekî baş jingeh were parastin.”

"Di komxebatê de nîqaş li ser guhertina avhewayê û bandorên wê hat kirin"

Yek ji beşdarên komxebatê Ola Helles ji ajansa mere axivî û wiha got: "Di komxebatê de gelek destwerdanên ku li ser guherîna avhewayê û bandorên wê yên li ser jîngehê û li ser jinên Filistînê di warê Aborî û tenduristiyê de hatin nîqaşkirin. Di dema xebatê min di heyeta bijîjkî a Navneteweyî de, min fam kir ku guherîna avhewayê bandorê li jinên Filistînî dike di serî de di warê tenduristiyê de namze bi belavbûna vîrusa korona yê."

Ola Helles destnîşan kir ku tevî zehmetiyên ku jin pêre rûbirû dimîn jî, li peydakirina çareseriyê digerin û wiah domand: "Min ji destwerdanan encam da ku jin xwedî hêz û îrade ye ku rûbirûyê dijwarîyên guherîna avhewayê û bandorên wê bibe bi amadekirina gotarên lêkolînê da ku em karibin beşek piçûk jî ji vê diyardeyê çareser bikin û bandora wê li ser zayendê sivik bikin."

"Guhertinên dagirkeriya Îsraîlê di jîngehê de pêkanî bandorek neyinî li ser jinan kir"

Seroka Komeleya Çand û Ramanên Azad Meryem Zqût diyar kir ku guhertina avhewa diyardeyeke cîhanî ye, lê li Xeza yê guhertinên ku dagirkeriya Îsraîlê di jîngehê de pêk anî, weke hilweşandina binesaziya av û elektrîkê, qutkirina avê û birîna daran ku gelek zevî vegherandine cihê çûpê, van guhertin bandoreke neyînî li tenduristiya jin, zarok û malbatan bi giştî kirine.

Meryem Zqût jî diyar kir ku wan hewl da ku kêşeyên di encama guherîna avhewayê de çêdibin nas bikin, bi armanca dîtina mekanîzmayên berxwedêriyê li hember belavbûna diyardeya guherîna avhewayê bi rêka dîrasatên lêkolînî û rastiyên ku alîkariya pêşketina jinan di hemû aliyan de dikin derdikevin.