Ji bo parastina Geliyê Xezayê çalakiya jinan a Rêya Geştiyariyê

Bi minasebeta 8’ê Adarê jinên Filistînê li Xezayê ji bo parastin û pak girtina Geliyê Xezayê dest bi çalakiyek ekolojîk a bi navê Rêya Geştyariyê organize kirin.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza - Bi boneya 8’ê Adarê li Geliyê Xezayê çalakiya ekolojîk. Encûmena Xizmetên Hevbeş ji bo Plandanîn û Pêşketinê li Geliyê Xezayê çalakiya "Rêya Geştyariyê" bi boneya 8'ê organîze kir. Ji bo perwerdekirina jinan li ser girîngiya parastina qadên jîngehê bi hevkariya Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) û bi piştgiriya Hikûmeta Norwêcê çalakî pêkhat. Jinên beşdarî çalakiyê bûn daxwaz kirin ku Geliyê Xezayê di nava mîrasên çandê yên Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cihê xwe bigire. Derbarê çalakiya “Rêya Geştyariyê” de endama Meclisa Şaredariya Nuseyratê Mejdolîn Derwîş têkildarî xebatên wan ên ekolojiyê axivî û got ku jina Filistînî bi axê ve girêdayî bû û hîna jî wisa ye.

“Geliyê Xezayê bi xweşikbûna xwe ya xwezayî û dîroka xwe tê zanîn”

Mejdolîn Derwîş ji bo baldariya jinên filistînê û girêdana wan a bi axê re da zanîn ku li welatê an jin sembola berxwedanê ne. Mejdolîn Derwîş bal kişand ser bedewiya Geliyê Xezayê û bibîrxist ku gelî xwedan girîngiyek xwezayî û dîrokî ya diyar e û guncaw e ku bibe parzûngehek xwezayê û di nav lîsteyên mîrata UNESCO de cih bigire.

Mejdolîn Derwîş roja 8’ê Adarê li jinên Filistînî û hemû jinên cîhanê pîroz kir û got: "Ev roj xwedî girîngiyeke mezin e. Ew rawestanek e ji bo ku cîhan girîngî û rola jinê, tayîbetî jî jina Filisitînî bizane ku ruxmî hemû zehmetiyan jî ew nîşana hilbirînê ye."

“Jin mamostaya jiyanê ye”

Yek ji beşdarên rêya geştiyariyê Suha Sukar jî diyar kir ku sedema beşdarbûna wê hezkirina wê ya ji xwezaya bedew, çandinî û atmosfera kampê ya ku bi taybetî ji bo pîrozkirina roja jinên cîhanê hatiye avakirin e û da zanîn ku divê jin her roj bi rûmet be û destkeftiyên wê bi rojekê re sînordar nehêle û got: “Ji ber ku jin nîvê civakê ye û ew nîvê dinê jî tîne diniyayê û mezin dike. Ew dayik, bijîjşk û mamoste ye. Ew ya ku nifşekî temam ava dike ye ji lewra di jiyanê de pêdivî bi baldariya wê heye û divê karê xwe biçuk nebîne.”

“Hewceye em Geliyê Xezayê pak bigirin”

Rîma Ebû Rehma ku yek ji beşdarên Rêya Geştiyariyê ye di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li jina Filistînî û hemû jinên cîhanê pîroz kir û amaje bi wê yekê kir ku beşdariya wê ya di çalakiyan de di du astan de girîng e û wiha domand: “Ya yekem piştgiriya jinan e di roja wan de û ya din jî vejandina herêma Geliyê Xezayê ye, ku ji ber çopê bû metirsiyek tenduristiyê û bû jîngeheke ji bo belavbûna nexweşiyan.”

Çalakvana civakî Wisam Ebû Awad jî diyar kir ku rê bi wesîleya 8’ê Adarê, bi beşdariya hejmarek jinên ku li deverê dijîn, tevî jinên parêzgehên cuda yên Xezayê, hat organîzekirin, ji bo pîrozkirina vê rojê û  amaje bi wê yekê kir ku hebûna wan erkek li gorî pêwîstiyên berpirsyariya civakî ye û ji bo jin di her warî de xwedî li şopa xwe derkevin û di her warî de guhertinên rasteqîne di civakê de pêk bînin.