Ji ber gulebarana leşkeran li gundên Colemêrgê şewat derket

Ji ber gulebarana leşkeran a li gundê Ogul ê Colemêrgê şewat derket. Şewat bi bayê re li qada daristanê jî belav bû.

 
Colemêrg - Li Gundê Ogul ê Colemêrgê leşkerên ku nobet digirtin, bê sedem derdor gulebaran kirin. Ji ber gulebaranê li zevî û qada daristanê şewat derket. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku leşkerên li tenişta Ava Zapê nobet digirtin, ketober gule li milê din ê avê reşandine. Çavkaniyan anîn ziman ku piştî leşkeran ketober gule reşandin agir bi gîha û pûşê li derdorê ket. Welatiyan anîn ziman ku piştî agir bi qadê ket ji ber bayê dihat agir belav bû û agir gîha qada daristanê jî. Welatiyên gund anîn ziman ku ji ber agir belav bû axurekî (gom) wan jî tev şewitî. Welatiyan diyar kirin ku ji ber telefon tune bû nekaribûn agahiyê bidin yekîneyên agirkujê. Piştî demekê agahî dan yekîneya Agirkujê ya Şaredariya Colemêrgê û yekîneyên agirkujê piştî demekê mudaxaleya agirê bi axur ketiye kir û agir vemirand. Lê nekarîbûn agirê milê din ê Zapê vemirînin.