Henaya zarokên gondan toza ser kevirane

Toza sipiya li ser keviran hem ji bo nexweşiyên weke bîrovê dermane hem jî henaya ser destê zarokane.

Navenda Nûçeyan – Ji peyîdakirina agir heta çêkirina dîwarên xwe piş de parastinê û paşê ew dîwar vegerandine malan û têde jiyanê di tevahiya dîrokê de mirovan sudek mezin ji keviran dîtine. Kevirên xwedî raz ji bo gelek karên xweşikbûnê jî hatine karanîn. Weke mînak kefirên demên dirêj li cihê xwe dimînin rengê cuda cuda digirin. Hinek ji wan demsala zivistan û bûharê weke qedîfeyan rengê kesk li ser xwiya dikin, hinek jî rengên cudatir, peyîzan zerê kal ku bi pelê daran ê zer re di nava yeksaniyekê dene. 
Hinek ji wan jî piniyên sipî yê weke tozê li ser xwiya dikin. dema mirov bi kevirek biçuk lêdixe tozek sipî derdikeve û ew toz ji bo gelek tiştan tê karanîn. Li gundan dayikên zarokên wan ên biçuk heyî diçin bi kevirek biçuk lêdixin wê toza sipî ser kevirên mezin kom dikin û dîtin paşê xweşik hur dikin û li cihê podrayê li binçeng û navteşkê zarokan dikin ji bo neşewite. Hinek dayikên temen mezin û ji nebatan dermanan çêdikin wê tozê tînin xweşik dihêrin û ji bo nexweşiya bi navê bîrovê dixebitînin. Ji ber wê jî li hinek deveran ji wê tozê re bîrov jî dibêjin. Herî zêde zarok pê şadibin her ku diçin komdikin li ber avê şil dikin û li destê xwe dixin. Bîskekê destê xwe didin ber rokê sor dibe, weke rengê henayê xwiya dike.