Xelfetiya kevnare

Xelfetiya kevnare ji ber ku piraniya şunwarên wê dibin avê de maye êdî pir kêm nîşaneyên qedîmbûnê lê tên dîtin.

Riha - Navçeya Xelfetiya Riyaha Bakurê Kurdistanê xwediyê dîrokek gelekî kevne. Ji şopên şunwarên wê xwiyaye dem û dewranên dirêj ser der derbasbûne. Li gorî hinek çavkaniyan beriya zayînê di salên 500’an de hatiye avakirin. Di demekê de Yunaniyan navê Urîma, Osmaniyan jî navê Urumgala lê kirine. Di sala 1954’an de jî navê ‘Rumkale’ lêkirine. Berê navçeyek li ser bajarê Dîlokê bûye, paşê ketiye ser Rihayê. Bendava Ataturk a ku di sala 2000’an de li ser çemê Firadê hatî avakirin ziyanek mezin daye xwezaya herêmê. Tayîbetî bajarên weke Riha, Dîlok û Semsurê jê ziyan dîtine, beşek mezin a Xelfetiyê jî dibin avê de maye. Ji wê û şonde weke Xelfetiya nû û kevin bûye du beş. 

Bandora nerêniya bendavan welatiyên herêmê neçarî koçberiyê kiriye. Bendavek din a li ser çemê Firadê hatî çêkirin, bendava Bîrecîkê ya di sala 2001’an de hatî çêkirine. Vê bendavê jî gelek ziyan daye derdorê û bajarên antîk ê Zeugma yê dibin avê de hêlaye.