Şewata li daristana Kerboranê derketî her diçe mezin dibe

Li gundewarên bejahiya Mêrdînê, agir bi daristanê ket û şewata li herêmê belav bû dewam dike.

Mêrdîn - Şewata bi rojane li Çiyayê Cudî derketî û li Başûrê Kurdistanê birîna daristanan dewam dike. Li gundewarên bejahiya Kerborana Mêrdînê jî şewat derket û her diçe mezin dibe. Li gundikê Ulu Çinar û gundên Su Çati û Soganli yê girêdayî navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, duh piştî nîvro ji ber sedemekê nehat zanîn agir bi daristanê ket. Şewat bê ku mudaxeleyek bê kirin daristan daye ber xwe û diçe.