“Dewleta Tirk daristanên Başûrê Kurdistanê talan dike”

Aşna Abdulah di derbarê birîna daran û talana daristanên Kurdistanê bi taybet jî yên Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve di malpera xwe ya tora civakî de nivisek belav kir û dibêje: “Gel xwezaya Kurdistanê şîn dikin dewleta Tirk ji talan dike.”

Navenda Nuçeyan - Endama Parlemana Herêma Kurdistanê ya Partiya Goran Aşna Abdulah li ser hesabê xwe yê malpera facebookê behsa talankirin û birîna daristanên Başûrê Kurdistanê ji aliyê deweleta Tirk ve dike û wiha got: “Welatî daran diçînin agahdariya xwezayê dikin, paşê dibîne Tirkiye hemû berhemên wana talan kirin e.”
Aşna bê dengiya desthilata Başûrê Kurdistanê weke metirsî bi nav dike û wiha nivisî: “Xak û gelê herêma Kurdistanê di bin metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk deye. Parlemen, hikumet û serokê Herêmê jî lê temaşe dikin. Ez vê pirsyarê jî dikim ger leşkerên Tirkiye hatine ser xaka herêma Kurdistanê û bihaneya wan durxistina metirsiya li ser sînorê wane, talankirina darên herêma Kurdistanê bihaneya çiye?”
Herî dawî Aşna rexne li hikumeta herêma Kurdistanê dike ku nikare ji ber van êrîşan helwestekê nişanî Tirkiye bide û parêzvaniya herêmê bike. Aşna bilêv kir ku destpêkê divê hemwelatî hewil bidin ta ku hikumeta Iraq û navdewletî were agahdarkirin.