Cotkarên Îsfehanê ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xistin

Li bajarê Îsfehanê yê Îranê cotkaran ji bo pirsgirêkên aborî, tinekirina ekolojîk û gelek daxwazan çalakî li dar xistin.

Navenda Nûçeyan – Çavkaniyên avê roj bi roj zuha dibin. Li Îrana ku havînê bi sedan cihên avê zuha dibin, li 400 navendan hema bêje ava vexwarinê nema ye navendeke din a xwepêşandanan Îsfehan bû. Dema cotkarên Îsfehanê gelek daxwazên xwe anîn ziman banga piştgiriyê jî kirin. Çalakî li ber nûnertiya Wezareta Enerjiyê pêk hat. Li gel ku ji rayedarên wezareta enerjiyê re hatiye ragihandin ku li Îsfehanê çandinî rawestiyaye, çalakvan dixwazin demildest pirsgirêka avê bê çareserkirin. Hat dîtin ku jinên dildar ên jîngehê jî ji bo piştevaniya cotkaran piştgirî dan çalakiyê.
Ji bo ku bijîn li benda piştgiriyê ne
“Heta çemên me neherikin em ê venegerin malên xwe. Çalakvanên ku gotin bêhna Îsfehanê ava wê ye, ger bisekine bêhna me qut bibe”, di çend rojên borî de jî li serêkaniya çem çalakiyên protestoyî li dar xisti bûn. 
Tê payîn ku rayedarên Wezareta Enerjiyê li ser daxwazên cotkarên çalakvan nîqaş bikin.
Cotkarên ku ji ber hişkesaliyê nikarin çandiniyê bikin, xwediyên erd jî neçar dimînin erdên xwe biterikînin an jî bifroşin. Li bajarê ku xizanî lê zêde bûye û zirara ekolojîk lê derketiye holê, cotkar tenê ji bo bijîn li benda piştgiriyê ne.