Bandora kêmbûna ava Sîrwan li ser gundewarên derdorê

Welatiyên gundewarên derdora robarê Sîrwan ê diyar kirin ku ji ber jiyana wan li ser ava Sîrwanê bû kêmbûna avê bandorek mezin li ser jiyana wan kiriye.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYΠ
Helepçe- Robarê Sîrwan ê ji aliyê Derbendîxanê tê û li navçeya Kelara ser bi Helepçe ya Başûrê Kurdistanê re derbas dibe bi qeraxên xwe yên daristan cihên seyrangehên welatiyên herêmêbûye. Bazirganên  her roja diçe talana xwezayê zêde dikin gelek kargehên xîz û lîmê li ser Robarê Sîrwan avakirine, ji ber van kargehan xwezaya deverê ber bi wêranbûnê ve çûye.
Li gel ziyana kargehên talana xwezayê bandora hişkesaliyê jî li ser ava robar kiriye û vê yekê ava robar gelek zêde kêm kiriye. 
Bandora kêmbûna ava Sîrwan li ser gundên derdorê
Gundê Îmam Zamin ê yek ji gundê li kêleka Robarê Sîrwanê ye û tevahî jiyana gundiyan girêdayî wê avê bûye ji ber  wê jî kêmbûna avê bandorek mezin li ser jiyana gund kiriye. Di derbarê hişkbûna ava Robarê Sîrwan de runiştvana gundê Îmam Zamin ê Şilêr Mehmûd da zanîn ku îsal ji her salê zêdetir av kêm bûye û got: “Her sal ava Sîrwan kêm dibû, lê belê hişkesaliya îsal û bê baraniya îsal bû sedemê metirsiyê. Di sala 1979’an de ez hatime vî gundî çend carên dinê ev robar hişk bûye û cardin bi barîna barînê re mezin bûye. Hişkesalî bandor li ser ava gundê me kiriye û ava bîran jî kêm kiriye.”