Baxçeyên Hevselê yên hezaran salî bi tunebûnê re rû bi rû ye

Ji TMMOB'ê Selma Aslan, diyar kir ku Baxçeyên Hevselê yên di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNECSO’yê de cih digre tê xwestin ku bi sergo, xirbe, avahiyên qaçax û kanên qûmê bê tunekirin û bang li gel û rayedaran kir ku mîrateya dîrokî biparêzin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê yên Amedê ku di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digirin, li dijî polîtîkayên hilweşandin û wêrankirinê yên bi salan berdewam dike, li ber xwe didin. Baxçeyên ku di nava xwe de gelek cureyên zindî û dewlemendiya ekolojîk dihewîne, bi taybetî piştî pêvajoya sala 2015'an ji bo hilweşandinê hat vekirin. Avabûna qaçax ya li baxçe, pîşesazîbûna çandiniyê, kêmbûna qadên bi daristan û kaniyên qûmê yên Çemê Dîcleyê hin pêkanînên ku dewlemendiya baxçe tune dike ye.

Mîrateya 8 hezar salan

Baxçeyên Hewselê li herêmê weke bihuşta çûkan a herî mezin tê naskirin. Baxçeyên Hevselê yên di bin parastinê de ne, di sala 2015’an de ji aliyê UNESCO’yê ve wekî Mîrateya Cîhanê hate îlan kirin. Baxçeyên Hewselê yên 8 hezar salî ku şopa zêdeyî 30 şaristaniyan hildigre, piştî ku di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de cih girt divê zêdetir were parastin, gavên destpêkê yên talankirina baxçeyên ku wêrankirin dest pê kir di sala 2017'an de hatin avêtin. Li Baxçeyên Hewselê gelek qad ji bo avahiyên bazirganiyê hatin vekirin, biha makiyên kar ji baxçeyê dernakeve.

'Hilweşandin piştî bêmirov hiştinê dest pê kir’

Hevseroka Şaxa TMMOB'ê ya Amedê Selma Aslan ku der barê pêvajoya tê jiyîn de nirxandinan kir ü diyar kir ku ji bo Baxçeyên Hewselê ji nifşên pêşerojê re bê derbas bikin, divê baxçeyên di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de cih digrin çi dibe bila bibe bên parastin. Selma Aslan balkişand ku piştî pevçûnên li Sûrê hat jiyîn bêmirovî hişta herêmê re Baxçeyên Hewselê bê xwedî man, da zanîn ku bêmirovî hiştin re herêm jî guherî.

'Ji çandiniya kevneşopî derbasî çandiniya pîşesaziyê bû’

Selma Aslan dest nişan kir ku cihêrengbûn jî destpêke bi çandiniyê re dest pê kir û wiha got: “Tê gotin ku bi taybetî ji çandiniya kevneşopî derbasî çandiniya pîşesaziyê dibe. Em dibînin ku çandiniya li wir veguheriyê yekrengî. Ev hemû di heman demê de veguhere cihekî ku jiyana zindiyên li wir jî dixe xeteriyê. Ji aliyekî ve bi sedan cureyên çûk û şênkahî winda dibe, bi çandiniya pîşesaziyê re hilberînek nebaş pêkanîn jî pirsgirêkek cuda ye.”

'Avabûna qeçax zêde bû’

Selma Aslan agahiya der barê avabûna qaçax yên ku li Hewselê roj bi roj zêde dibin tu tedbîr nayên girtin parve kir û wiha got: “Di pevajoya dawî de li herêma ku Baxçeyên Hewselê cih digrin, zêdebûna avabûna qaçax rewşeke balkêş e. Bi rastî jî tehrîbata li qadê roj bi roj zêde dibe. Zanîngeh jî bi salan erdê xwe perçe bi perçe difiroşe. Di demên dawî de qadekê îmara ku zanîngeh li Hewselê vekiriye heye. Me îtîrazên xwe yên têkildarî qada îmara kir. Em hewl didin li dijî tehrîbatê dengê xwe bilind bikin û tedbîran bigirin.”

'Divê çand û dîrok bê parastin'

Selma Aslan bal kişand ser guherîna têgiştina parastinê û pêşiya hilweşandinê were girtin, destnîşan kir ku wek avabûna qaçax kanên qûmê jî li herêmê metirsiyeke cidî çêdike û wiha axivî: "Baxçeyên Hewselê niha di lîsteya parastinê de ye, lê ger ev hilweşandin dewam bike, UNESCO dikare bibêje 'ger hûn nikarin biparêzîn em ê herêmê ji lîsteyê derxin'. Niha li pêşiya me metirsiyeke wiha jî heye. Li hemberî vê tenê yek tişt heye were kirin; ji bo em cihek diparêzin û ji derbasî nifşên din bikin, ne hewceyê ku cihek dibin parastinê de be. Gel jî dikare vê yekê bike, divê sazî jî bikin. Divê çand û dîrok bê parastin. Em neçarin di çarçoveya nirxên gerdûnî de tevbigerin û mîrateya ji me ra hatiye hiştin biparêzin.”