Komkujiya Roboskî: Ne deh sal, sed sal jî derbas bibe, agirê di hundirê me de qet nayê vemirandin

Dem li ser Komkujiya Roboskî ya ku 34 Kurd di nav de gelek zarok jî hatin qetilkirin re 10 sal derbas bû, malbat bi salan e ji ber pêknehatina 'edaletê' têkoşîna xwe ya hiqûqî didomînin. Malbatên ku gotin, “Ne deh sal, sed sal jî derbas bibe, agirê di hundirê me de qet nayê vemirandin ” ji AKP’ê re banga rû bi rû bûne kirin.

MEDİNE MAMEDOGLU
Şirnex - Li gundê Roboskî yê girêdayî Qilaban a Şirnexê, şeva 28'ê Kanûna 2011'an saet di navbera 21:39-22:24 de, Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) 4 bombe avêtin gundiyên ku sînorê Iraqê derbas dibin. Di nav komê de 38 gundî ku di nav wan de zarok jî heyî, herî kêm 50 hêstîr hebûn. Di encama bomberdûmanê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan û 19 ji wan ji 18 salî biçûktir bûn. Di encama bomberdûmanê de tenê Servet Encû birîndar bû û 28 kesên jiyana xwe ji dest dane ji malbata Encû bû. Komkujî bi şev û danê sibê di qenalên nûçeyan de cih negirt. Çapemeniya alîgir heta ku agahiya roja din li ser malpera fermî ya Serfermandariya Giştî hate weşandin, cih neda vê mijar. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dabûn şewitandi û perçe bûyîbû. Gundî neçar man cenazeyên xwe bi xwe hilgrin. Cenazeyên bi bataniyan hatibûn pêçandin bi kîlometreyan li ser pişta hêstiran birin.  
Bulent Arinç got; "li benda lêborîna fermî neseknin"
Piştî bûyerê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Mafên Mirovan û Piştevaniya Bindestan (MAZLUMDER) komîteyek hevpar ava kirin û herêmê lêkolîn kirin. Heyeta mafê mirovan qetilkirina 34 kesên li Qilabanê weke înfazên bê hiqûqî nirxand û bûyer weke komkujiya giştî bi nav kir. Di 3'ê Çileya 2012'an de Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç daxuyaniyek da û got ku "şaş" e ku ji bo bûyerê lêborînek fermî were xwestin. Bulent Arinç di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dê tazmînat ji malbatên sivîlên hatine qetilkirin re bê dayîn. Li aliyê din malbatan tazmînata ku Serokwezîr di Sibata 2012’an de her yek ji wan 123 hezar lîre bi tevahî 4 mîlyon 182 hezar lîre, weke “pereyê xwînê û para bêdeng bûne” dîtin qebûl nekirin.”
Pêşnûmeya lêkolînê bi dengên AKP-MHP'ê hat redkirin
Ji bo lêkolînkirina bûyerê li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Komîsyona Jêr a Qilabanê hat avakirin. Her wiha Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bûyerê bir Dadgeha Ceza ya Navneteweyî. Di serlêdanê de bal hat kişandina ser gumana ku dê li Tirkiyeyê lêpirsîneke bi bandor neyê kirin û hat diyar kirin ku berpirsyar tenê bi mekanîzmayên darazê yên navneteweyî wê bên eşkerekirin. Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’ê îdia kir ku di rapora der barê mijarê de amade kiriye de mebest tune ye. Pêşnûmeya lêkolînê ya HDP'ê ya ji bo ronîkirina Komkujiya Roboskî bi dengên AKP-MHP'ê hat redkirin.
Ji bo lêpirsînê biryara neşopandinê hat dayîn
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê lêpirsîna bûyerê de Hezîrana 2013’an biryara bêpeywirî da û dosya ji Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Giştî re şand. Serdozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Giştî 7’ê Çileya 2013’an di biryara xwe de bi hinceta, bivan gotinan biryara neşopandina lêpirsînê da: "Hem gumanbaran û hem jî personelên din ên TSK’ê yên ku di bûyerê de wezîfedar bûn, di çarçoveya biryarên Meclisa Mezin a Tirkiyeyê û Lijneya Wezîran de, erka ku li gorî qanûn ji wan re hatibû dayîn, bi cih anîn û dema ku hewcedariyên erka xwe bicîh tînin xeletiyek neçar dikin, ji ber vê yekê tê fêmkirin ku tu sedemek ji bo vekirina doza kamûyê li dijî çalakiyê tune ye.”
Malbatan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan
Malbatan, piştî ku di lêpirsîna ji aliyê Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Giştî ve hat kirin de biryara “neşopandinê” hat dayîn, di sala 2014’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Dadgeha Destûra Bingehîn der barê mijarê de nêrîna Wezareta Dadê girt û der barê nêrîna wezaretê de ji malbatan nêrîna pêş xwest. Li gel daxwaza îfadeyê li ser malbatan, nêrîna Wezareta Dadê ya ji 28 rûpelan pêk tê jî hat şandin. Wezareta Dadê di nêrîna xwe ya 28 rûpelî ya ku ji Dadgeha Destûra Bingehîn re şandiye de wiha got: "Piştre têgihîştina ku xeletiyek heye, hêza ku tê karanîn nikare were bêmaf kirin. Berevajî fikirîn dê barek nerast li ser dewlet û erkdarên qanûnê yên di pêkanîna erkên xwe de, dibe ku barekî ne rast deyne li ser jiyana xwe û yên din. Lêbelê, şert û mercên dozê hebûna baweriyek maqûl nîşan dide ku divê hêz were bikar anîn.”
"Tu gotin têr nekir ku tiştên qewimî vebêje" 
Bi vê pêvajoyê re di ser komkujiya Roboskî re 10 sal derbas bû. Ne ev stran û ne jî gotin têra vegotina êşa qetlîama ku li ser gelek stran hatin nivîsandin û gelek belgefîlm hatin çêkirin nekir. Dayikên Roboskî yên ku dibêjin, "Ne deh sal, sed sal jî derbas bibe, ev êş her tim wekî ku heman rojê ye " li aliyekî şîna xwe didomînin li aliyekê jî li hemberî edaleta ku nayê, hêrs dibin.
"Sed sal jî derbas bibe parçebûna kurê xwe ji bîr nakim”
Bîlal Encû yek ji wan kesan e ku di 16 saliya xwe de cenazeya wî tevî 33 kesên ku çûne qaçaxtiyê bi ser dayîka wî de vegeriya ye. Bîlal Encû yê ku wek her zarokekî rondikê çavê dayika xwe ye, tevî îsrara dayika xwe ya "neçe" jî bi hevalên xwe re dikeve heman rêyê. Halîme Encû ya ku dibêje ji roja mirina kurê wê Bîlal û vir ve deh sal in ji bilî êş û jan tiştek din nejiyaye, wiha axivî: "Zarokên min li wêneyê birayê xwe dinêrin û dipirsin: ‘Birayê me li ku ye, çi hat serê wî?’ Ew hin xwendekar bûn, hemû zarok bûn, wan bombe heq nedikiribû. Madem sûc e, wan xistiban girtîgehê. Wê demê mehê yan jî salê carekê me dê wan ditiba. Lê kuştin çi ye? Ev deh sal in em vê êşe dikşînin. Ne deh sal, sed sal jî derbas bibe ev êşa me, agirê di hundurê me de qet nayê vemirîn. Zarokên me mirin heq nekiribû. Zarokên 10-15 salî wê çi bikin, çi gunehê wan hebû. Ger sal jî derbas bibin, ez guleyên ku li sînga kurê min ketine ji bîr nakim.”
“Em ne tazmînat, edaletê dixwaz in” 
Halîme Encû diyar kir qêrîna edaletê ji xeynî AKP'ê hemû cîhanê bihîstiye, bertek nîşanî pêvajoya bêcezabûnê ya piştî komkujiyê da û got, "34 canê me qetil kirin yek jî nehat cezakirin û kes nehat darizandin.” Halîme Encû ya ku anî ziman li welat mirin her tim Kurd û xizanan hedef digre, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ma Erdogan li televîzyonan ji bo qetlîamê got 'em lêborîna xwe dixwazin', na negot? Ez heqê xwe helal nakim. Ez qet qatilên kurê xwe yê ku dinava rezalet, belengaz û xizaniyê de mezin kir, efû nakim. Ma piştî Roboskî qetlîam rawestiya, na hîn jî didome. Mirin jî komkujî jî her tim kurdan û xizanan dibîne. Kesên ku ev tişt anîne serê wan divê bên cezakirin û darizandin. Kes nayê darizandin, tiştek bi kesî nayê. Em hertim li televîzyonê temaşe dikin, lê kes nayê girtin. Dewlet li şûna ku sûcdaran bigire dixwaze tazmînatê bide me. Tezmînat çi ye? Em edaletê dixwazin, ez dixwazim kesên kurê min qetil kirine bên cezakirin.”
"Min bi girî goreyên kurê xwe derdixist" 
Dayika Serhat Encû ya15 salî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Halîme Encû jî diyar kir ku ew her roj mîna ku roja komkujiyê ye şiyar dibin. Halîme Encû ya diyar kir ne yên bi keştî û balafiran welat talan kirine, kurê wê yê ku 2 teneke mazotê bi xwe re aniye ‘qaçaxçî’ hatiye îlankirin û hatiye kuştin, wiha got: "Dema kurê min ji qaçaxçîtiyê vedigeriya destên wî teqiyan, lingên wî di heriyê de dima. Min bigirî goreyên wî derdixist. Min jê re digot Serhat neçe, tu biçukî. Gotin dayê ‘Lê em mecbûr in’.. Digot, ‘ger em neçin em ê çawa li vir bijîn, çi bikin’.”
“Kurekî min qetilkirin, du kurên min jî girtin” 
Halîme Encû axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: “Bi 4 balefiran zarokên me perçe perçe kirin. Em wan ji cil û bergên wan û perçeyên wan nas kir. Parçeyê kurê min û perçeyê hêstira wî tevlî hev bibûn. Çî guneh û sûcê wan hebû. Kurê min û zarokên me, bê sûc û bêheq qetil kirin. Agahiya dewletê ji her tiştî hebû. Ne edaleta wan ne jî wijdana wan heye. Piştî kurê min qetil kirin, her du kurên min girtin û şandin girtîgehê. Xwedê mafê me ji wan re nehêle.”
Edalet di cihê xwe de disekne
 
Erkan Encû yek ji kesên ku di 13 saliya xwe de di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da ye. Dayik Felek Encû ya ku dest nîşan kir zarokên wan yên bêsûc û bêguneh di bin tariyê de li ser berfê hatin qetilkirin, diyar kir ku piştî komkujiyê her meha Kanûnê heman tişt dijî. Felek Encû ya ku balkişand ser doza wan a ku wê bikeve sala 11’emîn hê jî didome û tu pêşketin çênebûye, wiha axivî: “Her kes di salvegera wan de tiştekî parve dike. Dibêjin “em ê hesabê Roboskî bipirsin”. Ew hesab di destê we de ye. Çima hûn hêj napirsin? Kenan Evren jî nehat darezandin. Ew ê çi bibe, heman tişt bibe. Me di warê edaletê de gavek jî pêşketin nedît."
“Bila AKP hesabê komkujiyê bide” 
Felek Encû bivan gotinan bêhiqûqiya ku bi salan li wan tê kirin kurtekir û bertek nîşanî tiştên li wan hatiye kirin da û got: “34 canê me wê heta dawiyê li ser eniya AKP’ê bimîne. Bila hesabê vê komkujiyê bidin. Wê demê jî lêborîn ji me nexwestin. Em jiyana xwe bi êş kişandinê derbas dikin. Em têkoşîna xwe emanetî edaleta Xwedê dikin. Em ê li dadgeha dinyaya din hevdû bibînin. Ez heqê xwe helal nakim. Bi salan e em heman êşê dikşînin. Bila tu kes qala heq û hiqûqê neke." 
Sibe: Bombeyên ku hatin avêtin destpêkê agir xist dilê dayika Mihemed