Rêbaza parastina çandê dengbêjiya jinan -7

Di salên ku huner hê nû ketibû nava civakê de, ji bo jinan ketina qada hunerê gelek zor bû. Ji ber wê yekê dema ku Eyşe Şanê dest bi gotina stranan kir, rastî zextên mezin hat. Hunermend Eyşe Şan ku ji ber deng û hunera xwe bi navê “Keybanûya bê tac” tê naskirin; zext û tenêtiya ku di jiyanê de dît, bi stranên xwe vegot.

Dengekî kûr û bi şewat: Eyşe Şan
Navenda Nûçeyan - Dengbêja Kurd Eyşe Şan, bi dayîına bedelên giran navê xwe di dîroka de nivîsand. Eyşe Şan di sala 1938’an de li Amedê hat cîhanê. Ji ber ku bavê wê dengbêj bû, dema zarok bû dengbêjiyê, wê çanda qedîm cihê xwe di jiyana wê de girt. Eyşe Şanê di civatên jinan de bi gotina îlahiyan dest bi gotina stranan kir û bi navê Eyşana Kurd, Eyşe Xan û Eyşana Elî hat nasîn. Bi stranên “Qederê”, “Dayê heyran” bi nav û deng bû lê ji ber ku di civaka wê de, gotina stranan ji bo jinan “guneh” û “şerm” dihat dîtin, neçar ma biçe Dîlokê. Çûyîna wê, bû destpêka hesreta xerîbiya ku heta dawiyê temenê wê domiya.  
Tevî ku Kurdî qedexe bû jî stranên Kurdî got
Eyşe Şanê li Dîlokê dest bi jiyana hunerê kir lê ji ber ku wê demê Kurdî qedexe bi di radyoya ku lê dixebitî neçar me bi zimanê Tirkî stranan bibêje. Di sala 1963’yan de berê xwe da bajarê Stenbolê yê ku wekî navenda hunerê tê dîtin. Li wê derê bi strana bi nave “Ez xezal im” navdar bû, bi kaseta yekem a stranên Kurdî-Tirkî êdî hat nasîn. Piştî ku di qada hunerê de cihê xwe girt û hat nasîn, ji ber qedexeya li ser zimanê Kurdî nikaribû stranên bi zimanê xwe bibêje, berê xwe da Elmanyayê. Piştî ku keça wê 18 salî Şehnaz mir, ji bo wê strana bi navê “Qederê” nivîsand û got. Piştî ku vegeriya welat, hem ji aliyê malbata xwe ve, hem jî ji ber stranên ku digotin rastî zextan hat. Di sala 1979’an de çû Bexdayê û di Radyoya Bexdayê de bi navê Eyşana Elî stranan got.
Eyşe Şan, ji ber ku wê demê ji ber karê xwe û têkoşîna xwe ji aliyê derdor û xizmên xwe ve nehat pejirandin û her dem gefên mirinê li dihatin xwarin nikaribû careke din biçe Amedê. Ji ber wê yekê daxwaza dayika wê ya ji bo dîtina wê jî bi cih nehat û piştî ku dayika wê çû ser dilovaniya xwe, xizmên wê destûr nedan ku biçe serdana gora dayika xwe. Wefata dayika wê û ji ber ku nikaribû biçûya bajarê xwe, di jiyana wê de birînek mezin vekir û hestên xwe bi stranan vegot. Ayşe Şanê di wê pêvajoyê de strana “Dayikê” nivîsand û hesreta xwe bi gotina vê stranê anî ziman. Piştî rêwîtî û jiyana zor û zehmet, Eyşe Şan bi nexweşiya penceşêrê ket û heta dawiya emrê xwe bi evîn û hesreta welatê we li koçberiyê ma. Di 18’ê Kanûna 1996’an de ji ber nexweşiya penceşêrê li mala ku bi tena serê xwe dima jiyana xwe ji dest da.
“Ez ji bavê xwe bi bandor bûm”
Eyşe Şanê, jiyana xwe ya ku bi tenêtî, zext û zoriyan derbas dibû, bi stranên xwe dianî ziman û hemû êşan bi rengekî bêdeng dikişand. Dema ku li Iraqê dima di di axaftinek di radyoyê de gotibû ku wê 15 salî dest bi gotina stranan kiriye, li ser sedemên gotina stranan, tiştên ku bandorê li ser kirine ku bibe hunermend wiha gotibû: “Bavê min dengbêjekî gelek baş bû, dengê wî pir xweş bû. Dema ku stranan digot dengê wî wisa xweş û bilind bû ku, li mal û kolanê oland dida, heta ji gundek diçû gundekî din. Deng û bala min a ji bo hunerê li aliyê bavê min çûye. Ez ji bavê xwe bi bandor bûm. Piştî ku bavê min çû rehmetê ez bi hesreta wî û dengê wî mam. Carekê dema ku dengbêjek stranên bavê min şaş bigota ez pir xemgîn dibûm û digiriyam. Bavê min dengê xwe li tu plakek qeyd nekir. Ji ber vê yekê min got ‘Divê ez hesreta bavê xwe bi cih bînim.’ Ez di bandora bavê xwe û wan evîndarên heqîqî de mam. Her wiha bandora Leyla û Mecnûn, Kerem û Aslî, Tahir û Zuhre jî li ser min çêbû. Ez bi exlaq, deng, meraq û hemû aliyên xwe li bavê xwe çûme.”
Bi dawî bû