Dosya: Di avzêya îstîsmarê de rêziknameya nû: Bêcezati-2

Dê jin û zarok bêparastin bimînin “Zarok çawa dikare tiştek ku nizane xêz bike? Dema ku gotinên zarok wiha hebin, ew ê wekî delîl neyên hesibandin û hewceyê delîlên berbiçav bibin û zarok bê parastin bimînin."

Dê jin û zarok bêparastin bimînin
“Zarok çawa dikare tiştek ku nizane xêz bike? Dema ku gotinên zarok wiha hebin, ew ê wekî delîl neyên hesibandin û hewceyê delîlên berbiçav bibin û zarok bê parastin bimînin." 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Madeya 13’an a Pakêta Dadwerî ya 4’emîn, ku ji bo tawanên katalogê yên wekî îstîsmara zayendî, kuştina bi zanebûn, îşkence "delîlên berbiçav" hewce dike, ji hêla rêxistinên jinan ve bi bertekê hat pêşwazîkirin. Yek ji parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Bêrîvan Turan, der barê vê pêvajoya ku li benda jin û zarokan e, naveroka pakêta qebûlkirî ji ajansa me re nirxand. Bêrîvan Turan diyar kir ku bi biryara lêgerîna delîlên berbiçav re, zarokên ku rastî tacîzê hatin dê bêparastin bimînin û teqez kir ku binçavkirin di vê pêvajoyê de wekî tedbîrek hatiye bikaranîn, ji tedbirê derdikevê. 
Ji ber ku ji qanûnê dûr diket, hewceyê ve pakêtê bû
Bêrîvan Turan got ku bi rêziknameyê, nakokiyên di pergala dadrêsê û pratîkên wê de li Tirkiyeyê diyar bûn û got: "Pîvana 'gumana xurt a tawanê’ ya ku tê xwestin bê guhertin divê jixwe di qanûnê de, bi delîlên berbiçav re were fêrzkirin. Lê belê, ewqas ji qanûnê hat dûrxistin ku pêwîstî bi sepanek wiha dîtiye. Hewce bû ku gotinek berê di qanûnê de hatibû nivîsandin dubarê binê wê hatiye xêzkirin û di xala qanûnê de zêdekiriye.”
"Dê zarok bê parastin bimînin" 
Parêzer Bêrîvan Turan destnîşan kir ku di tawanên katalogê de girtinên wekî îstîsmara zayendî û destdirêjiya zayendî di bin şert û mercên dijwartir de ne, teqez kir ku rêzikname rîska girtina mirovên ku bi rastî hewceyê girtinê ne zehmet dike. Bêrîvan Turan di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman;
“Carna bidestxistina delîlên berbiçav pir zehmet dibe. Bi taybetî ger demek direj di ser bûyerê re derbas dibe, ew hîn zehmetir dibe. Wekî din, raporên pisporan, daxuyaniyên zarok û wêneyên di doza Elmali de jî wekî delîl nayên hesibandin. Li ser vê yekê bifikirin, zarok çawa dikare tiştek ku nizane xêz bike? Dema ku gotinên zarok wiha hebin, ew ê wekî delîl neyên hesibandin û hewceyê delîlên berbiçav bibin û zarok bê parastin bimînin." 
"Girtin hatiye rewşek ne gengaz " 
Bêrîvan Turan diyar kir ku biryara girtinê ya ku li gel pakêtê wekî tedbîrek hat bikaranîn dê ji tedbîrê re nemîne û tiştên di pakêtê de ji bo bikaranîna xirab guncaw in. Bêrîvan Turan destnîşan kir ku tiştên di pakêtê de nîşan didin ku hemû civak di bin xeterê de ye wiha axivî:
"Pakêt bi etîketa ' Sapik di xala 13'emîn de’ di rojeva medyaya civakî de ye. Ev rewş bi tawana îstîsmara zayendî li keçek 12 salî hat girtin, xwest ku ew bi paketê were berdan. Bi rêziknameyê, ew ê mimkun be ku di dozên ceza hema diyar e de biryara girtinê were derxistin. Di vê qonaxê de, darizandin hema bi dawî ye û biryara girtinê radiweste ku bibe tedbîrek. Her çend di sûcên îstîsmarê de bidestxistina delîlên berbiçav pir zehmet e, girtin di rewşên wiha de ne gengaz dibe. Ji ber vê yekê,  tiştên di pakêtê de ji bo bikaranîna xirab guncaw in.” 
"Kiryar tên parastin"
Bêrîvan Turan dibêje; "Bi rêziknameya ku hatiye destnîşankirin, pêwîst e hîn sûc hatibibûna dûrxistin," û ew bawer dike ku divê parastina qurbanên şîdetê li ser bingeha newekheviya zarok û zayendî were kirin. Bêrîvan Turan diyar kir ku di danezana jin û zarokan de divê delîlên berbiçav ên sûcên li dijî destdirêjiya zayendî bên qebûlkirin û li gorî wê rêziknameyek were çêkirin û tiştên bên kirin wiha rêz kir; 
"Her çend di vê biryarê de ramanên baroyan nayên girtin jî pîvanên doktrînê jî nayên girtin. Komên dezavantaj û newekheviya zayendî nayên hesibandin. Prensîbên zagona gerdûnî qet nayên hesibandin. Ji bo vê pakêtê, em dikarin bêjin ku; hikûmet bêyî pêşî li îstîsmarê bigre, xelat dide sûcdarên îstîsmar û şîdetê. Dema ku em dibejin polîtîkaya bêcezatiyê were terikandin, ji sûcdaran re bêtir ewlehî tê peydakirin û kiryar tên parastin. Lê belê, qanûn bêyî tirsandina kiryaran û bêyî dadgehan pêvajoyek dadwerî ya bi bandor çênabe. 
"Pakêt ji bo tekoşîna tundiya li dijî jinan girîng e" 
Bêrîvan Turan diyar kir ku rêziknameya ku xalên şîdeta li dijî jinan jî tê de ye, ji her alî ve têrê nake û wiha axivî; "Bi rêkûpêkirina tawanên kuştina bi zanebûn, birîndarbûna bi zanebûn, îşkence û bêparkirina ji azadiyê ya li dijî pêşîn têrê nake. Ya sereke li vir girîng were dîtin berê yan jî niha hevserbûyîn e. Lê belê, rastiya ku tenê hevberdan û tawanên li dijî hevser hatine kirin wekî sedemên zêdekirina ceza tên hesibandin dîsa sûcên "yekitiya malbatê" kêm dike. Lê belê, pejirandina hevseriyê jî aliyê dewletê nikare wekî pîvanek ji bo bêtir cezakirina sûcdar were rêkûpêkirin. Her çend rêziknameya navborî di warê pêşîgirtina şîdeta li dijî jinan û paşvexistina cezayan de rêziknameyek girîng nîn e jî ew têr nake. Bi taybetî di demek ku Peymana Stenbolê hat paşvekişandin de, ji bo şîdeta li dijî jinan têkoşîn esas e ku her cure tundiya li ser jinan di warê pêkanîna peywirên dewletê de wekî faktorek giranker tê rêkûpêkirin. "
"Em ê Peymana Stenbolê bi cih bînin" 
Di dawiyê de Bêrîvan Turan got; “Biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê di van demên dawî de çalakiyek bû ku şîdetê gur dikir. Di vê wateyê de, qanûna berfirehtir û pêşverû 6284 e. Em qanûnên nû yên kiryaran diparêzin naxwazin. Em ê 6284 û Peymana Stenbolê bi cih bînin. Em qetilkirinên din û bûyerên wekî Elmali naxwazin.”