Rêziknameya nû ya di avzêya îstîsmarê de: Bêcezati-1

Hewcedariya "delîlên berbiçav" ji bo girtinê di sûcên îstîsmara zayendî de fikarên parêzer, rêxistinên mafên jinan û zarokan zêde kir. Digel fikara ku dê bêzecatî zêde bibe, biryarên di dadrêsiyê de tên girtin, dozên ku nû hatine vekirin çi bin û delîlên berbiçav çawa bên peydakirin mijarên nîqaşê ne. Bi rêziknameya nû, paşguhkirina zarokan li Tirkiyeyê, di daneyên welatên pêşeng ên cîhanê de ye, fermî bû. Me hewl da ku wêneyê îstîsmara zayendî ya zarokan li welat û wateya vê rêziknameya nû di dosyeya nûçeya xwe de komî serhev bikin.

Hewcedariya "delîlên berbiçav" ji bo girtinê di sûcên îstîsmara zayendî de fikarên parêzer, rêxistinên mafên jinan û zarokan zêde kir. Digel fikara ku dê bêzecatî zêde bibe, biryarên di dadrêsiyê de tên girtin, dozên ku nû hatine vekirin çi bin û delîlên berbiçav çawa bên peydakirin mijarên nîqaşê ne. Bi rêziknameya nû, paşguhkirina zarokan li Tirkiyeyê, di daneyên welatên pêşeng ên cîhanê de ye, fermî bû. Me hewl da ku wêneyê îstîsmara zayendî ya  zarokan li welat û wateya vê rêziknameya nû di dosyeya nûçeya xwe de komî serhev bikin.
SARYA DENÎZ/MEDÎNE MAMEDOGLU
Navenda Nûçeyan- Wezîra Berê ya Malbat û Polîtîkayên Civakî Ayşenur Îslam, di civînek çapemeniyê ya sala 2014’an de gotibû ku li ser destdirêjiya zarokan "Zarokên xwe fêr bikin ku biqîrin." Ji hingê ve, ev daxuyanî gelek hat nîqaşkirin û axaftin. Bi demê re, dirûşma ku herî zêde  der barê bûyerên îstîsmarê de hat bikaranîn "Zarok bêdeng dimîne, tu nemîne" bû. Zarok di bingehê de qet bêdeng neman. Hin ji wan bûyerên tirsnak ên ku ew jiyabûn heya hûrguliya piçûk vegotin. Hinekan xwe bi devkî îfade kir, hinekan xêz kirin; Hin dadgehan hawara wan a bêdeng bihîst; hinekan tenê ew paşguh kirin. Birînên ku dilê zarokan vebûn, dadrêsiyê bi biryarên xwe paşguh kir.
Dema ku Tirkiye ji ber tawanbarkaran serbest berdan, hêj qala doza Elmalı dikirin, şoka der barê biryara di vê dozê de xilas nebû, rêkeftina "delîlên berbiçav" ku hema biryar piştrast kir di meclîsê de derbas bû. 
Demek dirêj daxuyaniyên qurbanan nehatin bihîstin. Delîl hatin paşguhkirin. Tirkiye ku di cîhanê de di nav lîsteya îstîsmarkirina zarokan de di rêza 3’an de ye, bi vê biryarê bêcezatiyê hilbijart.
Delîlê berbiçav çi ye?
Di Pakêta Dadwerî ya 4’emîn de, madeya 13’emîn ku ji bo tawanên katalogê yên wekî îstîsmara zayendî, kuştina bi zanebûn, îşkence "delîlên berbiçav" hewce dike, jî hat qebûlkirin. Li gorî Xala 13’emîn, girtina kesek di sûcên katalogê de bi delîlên berbiçav ên gumanbariya xurt a sûc ve girêdayî ye. Sûcên zayendî bi rengek veşartî tên kirin, bêyî ku delîlek li pey xwe bihêlin û heta ku qurban gilî nekin. Ji ber vê yekê, "delîlên berbiçav" ên ku ji hêla dadgehan ve tên xwestin her dem nayê dîtin. Belê ev delîla berbiçav çi ye? Bi rastî, li gorî parêzeran, daxuyaniyên mexdûran, ku ramanên wan ên pispor tên ragihandin, di heman demê de delîlên berbiçav in. Raporên ji Tiba Edlî, ramanên psîkolog yan jî pedagogan wekî çavkaniyên zanistî û delîlên berbiçav tên qebûlkirin. Dîsa, li gorî pisporan, gelek tiştên berbiçav ên ku nîşan didin sûc di şert û mercên guherîn û di orjînaliya her bûyerê de hatiye kirin wekî delîlên berbiçav tên hesibandin. Tomarkirina deng, wêne û peyaman...
Dosyayên ku bi danezanan hatine vekirin çi ne?
Parêzer dibêjin ku divê her bûyer di rêça xwe de ji hev cuda bên nirxandin û cudakirina delîlan ne rast e. Danasîna krîterê "delîlên berbiçav" tê wê wateyê ku bi taybetî di bûyerên îstîsmara zayendî de, dema ku dadgeh bêyî binçavkirinê tê kirin yan jî serbestberdana wan li ser tê sekinandin dê binçavkirin çênebe. Niha, bi cîbicîkirina vê rêziknameyê, mijara meraqê ye ka lêpirsînên li ser danezanan dê çawa bi encam bibin. Dîsa, parêzer û rêxistinên jinan ji biryara der barê neşopandina dosyayan bi fikar in.
Hejmar ji texmînan zêdetir e 
Tirkiye di îstîsmara li ser zarokan de, di rêza 3’yemîn de ye. Bi van biryarên hatine girtin û ger wiha biçe, pir gengaz e ku ew di serê lîsteyê de be. Wezareta Dadê der barê îstîsmara li ser zarokan de, demek  dirêj e daneyan parve nake. Biryarên ku li dadgehan hatine girtin û raporên ku ji nûçeyên di çapemeniyê de hatine weşandin hatine berhevkirin rastiya li welêt radixe ber çavan. Ji dema ku AKP hat ser kar ve zêdebûna bûyerên îstîsmara zayendî ya li ser zarokan nêrîna hevpar a hemû rêxistinên mafparêz e. Li gorî lêkolîna ku The Economist a sala borî li 60 welatên cuda kiriye, ji bo pêşîgirtina li îstîsmara zarokan û tawanên zayendî pûana Tirkiyeyê  jî sedan 56,7 e. Wekî din, bi pandemiyê re, her tişt aloztir dibe. Ramana hevpar a pisporan ew e ku di dema pêvajoya 2 salan a pandemiyê de, zarok pir zêde bê parastin mane û hejmar ji texmînan pir zêdetir e.
Rêje tirsnak in
Dema ku em tenê li îstatîstîkên herî dawî yên ku ji hêla Wezareta Dadê ve li Tirkiyeyê hatine weşandin binêrin dê mirov fêhm bike ka zarok di çi tariyê de dijîn. Tê dîtin ku hejmara tawan û biryarên der barê îstîsmara zayendî ya li ser zarokan li Dadgehên Ceza di navbera 2012 û 2019’an de ji sedî 29 zêde bûye. Wekî din, ev hejmar tenê rêjeya hejmara dozên hatine vekirin nîşan dide. Ew rêjeya zêdebûna bingeha nifûsê yan jî hemî bûyerên ku ji rayedarên dadwerî re hatine ragihandin nagire nav xwe. Li gorî Wezareta Dadê, dema ku di sûcên îstîsmara zayendî ya zarokan de, di sala 2012’an de hejmara sûc 17,589 bû, di sala 2019’an de hejmar derket 22,689. Li gorî rapora berfireh a ku Komeleya Têkoşîna li dijî Îstîsmar û Îhmhalkirina Zarokan di sala 2020’an de weşandiye, di navbera 2014 û 2017’an de, îstîsmara zarokan bi rêjeyek tirsnak ji sedî 67.9 zêde bûye.
Di 6 mehên pêşîn ên 2021’ê de 72 zarok hatine îstîsmarkirin
Li aliyê din, tenê daneyên ku Bianet ji nûçeyên her meh û sal bi rêkûpêk di çapemeniyê de derdikevin berhev dike, ji bo ku ramanek der barê Tirkiyeyê de bide bes e. Li gorî pîvana Bianetê ya sala 2020’an, zilaman tenê di sala paşîn de 265 zarok îstîsmar kirine. Di şeş mehên yekem ên 2021’ê de, 72 zarok ji hêla mêran ve hatin tacîzkirin. Tenê ji sedî 5 sûcên îstîsmara zayendî dikare were eşkerekirin. Di vê rewşê de, jî 100 dozan 95’ê wê nepenî dimînin. Di beşek girîng a bûyerên destdirêjiyê de, kiryar mêrên herî nêzê zarokan in ango xizmên wan in.
Zewacên di temenê biçûk de tên kirin
Zewacên di temenê biçûk de beşek girîng a sûcên îstîsmara zayendî pêk tînin. Hejmara dozên pîrbûnê yên ji bo vî rengî zewacê hatine girtin pir zêde ye. Li gorî daneyên fermî, di sala 2018’an de bi tevahî 13.651 doz ji bo destûra zewacê di 16 saliya xwe de hatine vekirin. Di navbera 2010 û 2020’an de, bi tevahî 482 hezar zarokên keç hatin zewicandin. Hat qeydkirin ku ji sala 2002’an ve, dema ku AKP hat ser hikumetê, 441,000 jinên di temenê zarok de welidîne. Di navbera 2006 û 2017’an de bi tevahî hejmara kesên ku ji ber sûcên îstîsmara zarokan hatine darizandin 159.263 ye. Di rêjeya zarokên berî 18 saliyê de zewicandî de Tirkiyeyê bi rêjeya ji sedî 14,7 di lîsteya 202 welatan de di rêza 87’emîn de ye.
Daneyên TUÎK’ê kêm in
Daneyên ku ji hêla TUÎK’ê ve hatine ragihandin ji bo wêneyek berbiçav raman dide. Li gorî TUÎK’ê, di sala 2020’an de hejmara zewicandina keçan bi tevahî 487 hezar û 270 e. Hejmara zewicandina zarokên keç 13 hezar û 14 e. Li gorî serjimêriya zewacê ya ku di 25’ê Sibata 2021’ê de hat weşandin, bi kêmî ji sedî 88 keçên di koma temenê 16-17’an de di 2020’an de bi zilamên 4-33 salî ji wan mezintir re zewicîn. Van îstatîstîkan li ser zewacên nefermî agahî nadin. Zewacên nefermî yên zarokan, ku ji rêveberiya nifûsê re nayên ragihandin, li Enstîtuya îstatîstîkê ya Tirkiyeyê nayên tomarkirin. Ev dide hizirkirin  ku hejmara zewaca zarokan bi rastî pir zêde ne.
Dadgehan zarok nedîtin!
Bi dehan biryarên dadgehan hene ku der barê îstîsmara zayendî de dibin hedefa rexneyan. Di doza C.G. yê ku 10 sal berê li Îzmîrê ji hêla mamosteyê xwe ve hatibû îstîsmarkirin de, 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dadgeha Bayrakli ya Îzmîr M. E. beraet kir. Di rûniştina berê de, dozgeriyê bi behaneya ku îfadeyên paşverû hatine dayîn dê delîlek berbiçav têr nekin beraeta bersûc xwest. Di vê dozê de şahid hebûn. Zarokan îstîsmarê bi hemî hûrguliyan vegotin. Têkildarî bûyerê bersûc rojek jî nehat binçavkirin.
Ji ber nebûna delîlên berbiçav hat beraetkirin 
T.A. ji ber îdiaya îstîsmara zayendî ya biraziyê xwe yê 10 salî di doza Nîsanê ya li Stenbolê de bi 30 sal cezayê hepsê hat mehkûmkirin. Zilamê navê wî ji doza îstîsmara zayendî ya li dijî keça xwe ya 4 salî hat beraetkirin. Sedema beraetê tunebûna delîlên berbiçav bû. Lê belê, biryar ji hêla Dadgeha Temyîzê ve bi hinceta "Ew ji bo heman sûcê ku li dijî biraziya xwe kiriye jî cezayê wî heye" hat betalkirin.
Jê re Îdiaya Berbiçav hat gotin 
Dîsa li Stenbolê, der barê Ozcan B. yê ku tê îdiakirin keça zavê xwe ya 11 salî îstîsmar kiriye doz hat vekirin, bi îdiaya "Bi zorê û gefan îstîsmara zayendî li zarokek ji 12 salî biçûktir kiriye "," Bêparkirina ji azadiyê bikaranîna hêz, gef an xapandinê ji bo mebestên zayendî." Danişîn 26’ê Gulanê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bakirkoyê hat dîtin. Bersûc Ozcan B. yê ku dihat girtin hat darizandin, bi hinceta ku îdia îdiayên berbiçav in, ji hêla delîlên madî ve nayên piştgirîkirin beraet bû û hat berdan. Di danişînê de, li psîkolojîst wekî pispor hat guhdarîkirin û diyar kir ku çavdêrî tune ku zarok di bin zextê de ye û wî rewşek ku dikare pêşî li rêzgirtina gotina zarok bigre nedîtiye.
Îfade wekî delîlên pêbawer nehat hesibandin
Rojên berê, yek ji xwedan pargîdaniya depokirina çayê li Stenbolê, H.A. di doza ku tê de ji ber bi rengekî sîstematîk xortek 11 salî bi îstîsmara zayendî re teşhîr kir hat beraetkirin. Di vê rewşê de, gotina zarok wekî delîlên pêbawer nehat hesibandin.
4.  13 Madeyên ku di pakêta dadwerî de hatine qebûlkirin çi ne?
Girtina kesek di tawanên katalogê de bi gumana xurt a tawanê ve girêdayî li ser delîlên berbiçav were girêdan.
(Sûcên katalogê: 
Kuştina bi zanebûn
Berhêlîkirina xwekuştine
Qaçaxkariya penaberan
Sûcên li dijî mirovan û birêxistinkirin
Îstîsmara zayendî ya li ser zarokan 
Hêsankirina biaranîna narkotik an jî madeyên hişyarker 
Bi dijmin re hevkarîkirin
Avakirina rêxistinek sûcên li dijî ewlehiya dewletê yan jî nîzama destûra bingehîn pêk bîne
Serhildana çekdarî ya li dijî komara Tirkiyeyê
Peydakirina madeyên ji bo tenduristiyê xeternak 
Îşkence
Mustehcenî
Fuhûş
Peymana hilweşandina tesîsên leşkerî û sûc
Sûcê avakirina rêxistina ji bo sûcek bike 
Pêşkêşkirina qad û firsenda lîstina bi qumarê
Sûcên li dijî Ataturk tên kirin
Talan û talana bi zanebûn 
Sûcê jenosîdê
Tehrîka şerê li dijî dewletê
Sûcê bazirganiya mirovan
Birîndarkina bi zanebûn
Birîndarkirina giran
Sûcê îşkenceya girankirî 
Dizî
Xirakirina yekitiya dewletê û hevgirtina welat