“Zewaca de temenê biçûk de kesayetiya jinan qels dike”

Dî cîhanê de gelek zarok rastî binpêkirina mafên xwe tên û zarokên keç jî di temenê biçûk de bi zorê tên zewicandin lê roja cîhanî ya zarokan heye.

ASÛDE MEHEMED

Şarezûr- Yek ji cureyên zewacê, zewaca di temenê biçûk de ye û di jêrî 18 salî de zarokên keç tên zewicandin. Li gorî zagonên mafên mirovan, kes heta bigihîjin temenê 18 salî divê nayê zewicandin, ger werin zewicandin ev yek li gorî zagonan dibe binpêkirina mafan. Mînak li herêma Kurdistanê cezayê vê heye lê belê her çendî ev binpêkirina mafan jî be zewaca di temenê biçûk de heye û ev jî dibe sedema pirsgirêkên malbatî.

Gelek sedemên zewaca di temenê biçûk de hene, ji vana yek rewşa şer û bêaramiya li welat, qeyrana zborî, tunditûjiya malbatê ya li hemberî zarokên keç û jinên ciwan dibe sedema zewaca di temenê biçûk de. Aqilê mêrsalarî û desthilatdariya ku ji aliyê mêran ve tê birêvebirin, nebûna dahata serbixwe ya jinan, hişyariya kêm a civakê der barê zewaca di temenê biçûk de û gelek sedemên din wisa kiriye ku jinên ciwan di temenê biçûk de werin zewicandin.

Li cîhanê zarok rastî binpêkirina mafan tên

10’ê Hezîranê roja zarokan a cîhanî ye, di vê rojê de li seranserî cîhanê ji bo hişyariyê belavok, semîner û civînên taybet ji bo mafên zarokan tên lidarxistin. Zarokên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê rastî êrîş û komkojiyan tên, zarokên Ukraynayê di bin bombebarana Rusyayê de dijîn, zarokên Afganistanê ji mafên xwe yên xwendinê bêpar in, zarokên Iraqê di nava zehmetiyan de û di nava teqmeniyên ku hatine çandin de dijîn. Li aliyek din jî zarokên keç bi zorê tên zewicandin lê belê hinek cih mînak Başûrê Kurdistanê bi şahiyan roja cîhanî ya zarokan pêşwazî dikin.

Pispora perwerdeya jinan Kuwêsta Heme Salih bal kişand ser bêmafiyên ku li hemberî zarokan tê kirin û wiha got: “Tenê rojek ji bo zarokan ne bes e divê hemû roj mafên zarokan werin dayîn û dayik û bav zarokên xwe ji xwendinê bêpar nehêlin, bi zewacê pêşî li mafên wan negrin. Ji ber ku zarokên di temenê biçûk de mafên wan ên lîstin û xwendinê heye. Sedemên zewaca di temenê biçûk de erdnîgarî û şêwazê fikirîna malbatê û rewşa malbatê ya aborî ye.”

“Zewaca di temenê biçûk de ji hemû aliyan ve zirar e”

 Kuwêstan Heme Salih wiha behsa derencamên neyênî yên zewaca di temenê biçûk de kir û got: “Zewaca di temenê biçûk de kesayeta jinan dixe metirsiyê û her wiha kêfxweşiya jiyana zarokatiyê namîne. Hestên bêmafbûyinê bi wan re dide avakirin, bi vê ve girêdayî rastî astengiyan tên ji ber ku cara yekê ye dibin xwedî berpirsyarî. Ger zewaca di temenê biçûk de li gorî xwesteka zarokan be, ev biryarek gelek şaş e. Pêwîst e zarok destpêkê xwe nas bikin û piştî bigihîjin temenê 18 salî nû fikra biryara zewacê bidin, wê demê dê ew biryar baştir bibe.”