Dîna El-Fezanî: Li Lîbyayê di tevgera civaka sivîl de pêşketinên berçav heye

Çalakvana Civaka Sivîl Dîna El-Fezanî diyar kir ku tevgera civaka sivîl rastî gelek astengiyan tê, ji wan astengiyên siyasî, ewlekarî û darayî hene ku hewil dide jîngeheke kar ya guncaw ji bo pêkanîna armancên xwe yên geşedana civakê çêbike.

IPTÎSAM AXFÎR

Bîngazî - Li bajarê Bîngazî veguherîna Katedrala Mezin ji bo mizgeftekê, li ser medyaya civakî di navbera dijber û alîgiran de gengeşiyek berbelav derxistiye holê û her yekê argumana wê/wî heye ku tiştê ku dibêje piştgirî dike. Ev nakokî hişt ku rayedarên berpirs lezê bidin zelalkirina rewşên ku qewimîn. Encumena Şaredariyê, diyar kir wê tu aliyek şîret nekiriye ku katedral bibe mizgeft. Di heman çarçoveyê de, ewqaf jî berpirsyariya wan kesên ku ev kiryar kirine red kir û dezgeha avahiyên dîrokî eşkere kir ku ew avahî mîrateke dîrokî ye ku bêyî vegera li wan nabe ku were guhestin.

Ev bersiv ji aliyê çalakvanên civaka sivîl ve hatin piştgirîkirin, ku dîtin hewlên wan ji bo bilindkirina pirsgirêkê bê encam nînin, ji ber ku rayedarên berpirsiyar ên dewletê nîşanên pêwîst kirin ku raya giştî aram bike. Jin di nav çalakvanên herî çalak de bûn ku parastina Katedralê kirin, ji ber ku ew mîrateyek çandî û dîrokî bû û nasnameya bajarê Bîngazî ye, di demên cuda de diyar dike û ew bajarê efûkirin û jiyana hevbeş e.  Jin bi refleksên erênî yên ku tevgera wan bi riya medyaya civakî çêkir, pir kêfxweş bûn. Me li Lîbyayê j. bo naskirina girîngiya tevgera sivîl û rola jinan bi çalakvana civaka sivîl Dîna El-Fezanî re hevdîtin kir û got: "Min di gelek saziyên navneteweyî de li ser mijarên mafên mirovan ên têkildarî jinan kar kiriye. Niha projeyek me li ser jinên Lîbyayî yên bi biyaniyan re zewicîne heye, zêdebarî bihêzkirina siyasî ya jinên ku dixwazin bibin namzet di pêşerojê de.”

“Guhertinek hêsane lê başe”

Dîna El-Fezanî dest nîşan kir ku tevgera civaka sivîl li Lîbyayê tevgereke başe û her tevgereke sivîl li her dera cîhanê tevgereke girînge. Lê belê hewceyî bi rêxistinekê ye li Lîbyayê, ji ber ku ji hev belav bûye û hinek mijarên ku dûbare bûne jî hene. Gelek caran ji nû ve tê xebitandin, negiha armanca xwe û li vir divê em li sedemê bêbandorbûna wê bigerin, ji ber ku divê dem bi dem nirxandinek ji bo xebata sivîl hebe. Pêşketineke baş heye û guhertin di şevekê de çênabe lê  belê guhertin her çend hêsan be wê baş be û wiha dom kir: “Tevgera sivîl guhertinek zelal di pirsgirêkên jinan de çênekir, hişyarî heye û civak hinekî jî hebûna jinan qebûl kiriye, bêguman ev qebûlkirin ne di asteke mezin de ye. Qebûlkirina hebûna jinan di hin postan de heye, mînak di hikûmeta yekîtiya netewî de 5 wezîrên jin hebûn, civakê destpêkê ev mijar qebûl nekir, piştre bû rastiyek. Ev qebûlkirina tevgera civaka sivîl jî zêde bû ku jin li welat şirîkên mêranin û divê bên qebûlkirin. Civak bi ferhengên xwe yên cuda ve ji pirsgirêkên jinan re vekiriye, zêdebarî têgihîştina gel ji gelek mijarên ku ji bo wan diqewime, mînak mijara hilbijartinan heye, gel ji têgihîştinê kêm bû, ji ber vê yekê civakê erka hişyarkirina girîngiya hilbijartinan û beşdarbûna di hilbijartinan de girt ser milê xwe û bêguman bi vê hişmendiyê guhertineke zelal û girîng çêbû.”

“Rola medyayê di nava tevgera sivîl de girînge”

Dîna El-Fezanî bi bîr xist ku astengiyên weke siyasî, ewlekarî û darayî ku rêgiriyê li pêşketina tevgera civaka sivîl dikin heye, lê tevî ev astengî hene jî jin hewil dide jîngeheke kar ya guncaw ji bo pêkanîna armancên xwe yên geşedana civakê ava bikin û wiha behsa di tevgera sivîl de rola medyaya mecazî kir û got: "Rola medyayê di nava tevgera sivîl de girînge. Em di serdemekê de ne ku her kes teknîkên medyayê bikar tîne ku bigihêje agahî yan jî fikra ku dixwaze parve bike. Ew ava rawestandî dihejîne û li ser mijarekê nîqaşên berfireh û bi sûd tê kirin.”

“Karkirina li ser medyayê di cîhana civaka sivîl de rêyek pir girînge”

Dîna El-Fezanî diyarkir ku ji ber ku ew têkeliyek di navbera jin û mêr de ye, di civaka sivîl de tenê jin nîne û ne tenê jin aktîfin, hetabe hin rêxistin hene ku endamên wan tenê mêrin û belkî bi tesadufî be ku endam tev mêr bûn û wiha got: “Di civaka sîvîl de mêrên navdar hene û mimkune ku fikra civaka sivîl bi jinan ve girêdayî be. Li vir, em têkçûna civaka sivîl dibînin, ji ber ku ew bi berdewamî xalên ku gelek kes jê fam nakin, eşkere dike û hin têgihên xelet di derheqê wê de rast dike û di dawiyê de li gorî pergalek û armancên taybet ji bo berjewendiya civakê kar dikin. Tevgera civaka sivîl di rastiyê de ji bilî rêya medya û torên mecazî nikare bi ser bikeve û bigihîje hejmareke zêde ya gel. Ji ber ku çend mijarên mafên mirovan û medenî hene ku divê ji civakê re bên ronîkirin û hin kes jî hene ku tercîh dikin ku rasterast li ser medyayê kar bikin û ev jî di cîhana civaka sivîl de rêyek pir girînge.”