Xizmên wendayan li aqûbeta Mehmet Can Ayşîn pirsîn

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê aqubeta Mehmet Can Ayşîn ê di 7’ê gulana 1994’an de li gundekî Licê hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin pirsîn.

Amed- Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê wek her hefteyê li Parka Koşûyolû kom bûn û di hefteya 691’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin û cezakirin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li aqubeta Mehmetcan Ayşîn ê di 7’ê gulana 1994’an de li gundekî Licê hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin pirsîn.

“Di vê pêvajoya  Roja Dayikan de diyariya herî baş ew e ev şer bi dawî bibe”

Di çalakiyê de ewil  Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn axivî û anî ziman ku di pêvajoya pêkanînên dijdemokratîk û peyvên nifrînê pêş dikevin de dijîn û wiha got: “Peyv û êrîşen nifrînê li dijî kurdan û zimanê kurdî bi giranî didome. Dijminantî bi gotinên nifrînê didomin. Sedema van hemû binpêkirinên giran, bêguman ji ber polîtîkayên aştiyane nayên bikaranîn. Sedema van geşedanan polîtîkayên şer in. Ji ber vê yekê wekî parazvanen mafên mirovan em bawer dikin ku di serî de pirsgirêka kurd û hemû meseleyên din tenê dikare bi muzakereyên demokratîk û bêtundî çareser bibin. Bi muzakereyên demokratîk û diyalogan ancak çareser bibin. Em dixwazin operasyonên leşkerî bi lez bên bi dawîkirin. Em dixwazin ji bo pêvajoya diyalog û muzakereyan gavên şenber bên avêtin.”  

Abdullah zeytûn, da zanîn ku îro hemû dayikên ku zarokên wan girtî bi fikara zarokên wan jiyana xwe ji dest bidin dijîn û got: “Di vê pêvajoya  Roja Dayikan de diyariya herî baş ew e ev şer bi dawî bibe.”  

“Heta em bimirin em ê li vir bin”

Piştre keça Mehmet Can Ayşîn Aynûr Ayşîn behsa bavê xwe kir û wiha got: “Ez 28 sal in li bavê xwe digerim. 28 sal derbas bûn 29 sal in bê navber li bavê xwe digerim. Di sala 1994’an de leşkeran bi ser gundê me de girtin û şewitandin. Wê demê bavê min û gelek gundî binçav kirin. Birin Dibistana Leylî û li wir winda kirin. 28 sal in bê navber li bavê xwe digerim. Heta em bimirin em ê li vir bin. Em ê heta dawî li windayên xwe bigerin.”

“Em naxwazin êdî dayikên me êşê bijîn”

Endamên Platforma  Jinan a Dicle Amedê (DAKAP) jî piştgirî dan malbatan. Li ser navê Platformê Emîne Akşahîn diyar kir ku dayik ne tenê ji bo windayan têdikoşin, di heman demê de ji bo aştiyê, edalet û demokrasiyê têdikoşin û wiha axivî: “Em êdî naxwazin dayikên me hêsirên çavan birijînin. Em naxwazin êdî dayikên me êşê bijîn.”

“Hemû serlêdanên malbatê bê encam man”

Alîkara Serokê ÎHD'ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr jî çîroka Mehmetcan Ayşîn ê di 7’ê gulana 1994’an de li gundekî Licê hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat vegot.  Ezgî Sila Demîr da zanîn ku di 5’ê gulana 1994’an de leşkeran bi ser gund de girtin û zêdeyî 50 welatî binçavkirin û wiha got: "Mehmet Can Ayşîn jî binçav kirin. Di 7’ê gulana 1994’an gundî berdan û Mehmet Can Ayşîn winda kirin. Hemû gundiyên hatibûn binçavkirin hatin berdan. Lê Mehmet Can Ayşin nehat berdan. Malbatê ji wê rojê û şûnde serî li hemû rayedaran dan. Lê heta niha encam bi nexistin."

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.