Weqfa Sedaqa ji jinan re jîngeheke bi ewle û derfetên kar peyda dike

Endama Weqfa Sedaqa Seher El-Elûl diyar kir ku li gorî rewşa geşbûn û pêşketina civakan, ji bo piştgirîdayîna jinên kedkar pêwîstî bi hemû hewldan û enerjiya civakê heye.

NÛR EL-ESÎL

Aman – Weqfa "Sedaqa" ya Urdunê ji bo berfirehkirina sîwana parastina civakî, ya ku bi bîmeya saxlemî û ewlekariya civakî tê temsîlkirin xebatên xwe didomîne. Komek jinên ku di bazara kar de li Urdunê di beşên wê yên cihêreng de beşdar bûn, ji bo damezrandina Weqfa Sedaqa xebitîn û di sala 2011'an de Weqfa Sedaqa wekî kampanyayek rêxistinkirina civakê ku hewl dide beşdariya aborî ya jinan zêde bike, ji bo afirandina hawirdorek xebatê ya piştgirî ji bo jin û malbatê, hat destpêkirin.

"Armanca me piştgirîdayîna malbatên karker û teşwîqkirina jinan ji bo ketina bazara kar e"

Endama Weqfa Sedaqa Seher El-Elûl da zanîn ku Sedaqa saziyek civaka sivîl e ku bi mafên aborî yên jinan di bazara kar de li Urdunê eleqedar e û wiha pê de çû: "Weqf ji bo rakirina astengiyên binesaziyê yên ku li pêşiya jinan di bazara kar de hene, dixebite. Sedaqa di karê xwe de ji êşên şexsî yên dayikan dest pê kir. Di destpêkê de me daxwaza sepandina xala 72 a zagona kar a Urdunê kir. Ya ku ji bo avakirina deverek ji bo lênêrîna zarokan di saziyên ku hejmarek ji karkerên jin û mêr dixebitin û zarokên wan di bin pênc saliyê de hene, ferz dike. Armanca Sedaqa piştgirîdayîna malbatên karker û teşwîqkirina jinan ji bo ketina bazara kar e, bi xebata rakirina astengiyên bingehîn ji bo hêsankirina jiyana jinan û malbatên karker. Tevî ku ew stûneke bingehîn a civakê ye jî rêjeya beşdariya aborî ya jinan di bazara kar de li Urdunê di van sî salên borî de ji sedî 14 derbas nebûye û tişta ku Sedaqa dixwaze biguherîne ev e. Li gorî rewşa geşbûn û pêşketina civakan, ji bo piştgirîdayîna jinên kedkar pêwîstî bi hemû hewldan û enerjiya civakê heye. Sedaqa bi armanca perwerdekirina rêveberiya zarokxaneyan atolyeyan pêk tîne. Tevlibûna jinan dibe alîkar ku GDP ya cîhanî û navxweyî zêde bibe "

Piştî kar û xebata heft salan, parlamentoya Urdinê guhertina madeya 72 a zagona kar pesend kir û ev yek wek gaveke ber bi dadperweriyê ve tê dîtin.

Li gorî ajansa Petra ya Urdunê, cudahiya mûçeyên zayendî li Urdinê di amarên dawî de gihîştiye ji sedî 27 û her du beşên taybet û giştî di nav xwe de dihewîne.