Samaher El-Indarî: Ji bo ewlehiya zarokan hişmendiya hiqûqî û civakî şert e
Aktîvîsta civakî Samaher El-Indarî, diyar kir tundiya ku li Sûriyeyê gef li zarokan dixwe êdî bi salên qeyranê re sînordar nîne, got ku êrîşên li pey hev tên jiyîn di nav civakê de xetereyên nû afirandiye .
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Li Sûriyeyê piştî salên qeyranê, xetereyên ku gefê li zarokan dixwin bi dawî nebûn. Berovajî vê yekê, di nav civak û malbatan de formên cûda girtin û nîqaşên li ser parastina zarokan û hesabdayîna kiryaran ji nû ve anî rojevê.
Bi guhertinên siyasî û leşkerî yên li welat û ketina serdemekî siyasî ya Sûriyeyê re, civaka Sûriyeyê bi pirsgirêkên ku ji bandorên rasterast ên şer wêdetir diçin re rûbirû ye. Zarokên ku bi salan e rastî bombebaran, koçberî û tundiyê tên, îro êrîş û sûcên di nav civak û malbatan de jî di nav de bi binpêkirinên din re rûbirû ne. Ev rewş, derbarê mekanîzmayên parastina zarokan û hesabdayîna kesên berpirsyarê binpêkirinên li dijî zorakan de pirsan derdixe holê.
Ev rewş, derbarê bandora pergala parastina zarokan û kapasîteya yasayê ya ji bo astengkirina tundiya navmalê û civakî û berpirsyar girtina kiryaran de pirsên lezgîn derdixe holê. Li vir pirsa herî girîng ev e; Gelo dema ku mafên zarokan tên binpêkirin, hiqûq li ku ye? Gelo kî dê ji kiryaran hesab bipirse? Gelo zaroktiya li Sûriyeyê, bêyî parastinek ku mafên wê yên herî bingehîn ên wekî ewlehî garantî dike, dê çiqas rastî tundî û binpêkirin were?
Du zarokên keç piştî êrîşên hovane hatin kuştin
Di rojên dawî de du bûyerên dawî ku du zarokên keçên ku êrîşên bi awayekî hovane li wan hat kirin û hatin kuştin, di raya giştî ya Sûriyeyê de bûn sedema hêrs û fikaran. Yek ji bûyerên ku mijara tundiya li dijî zarokan ji nû ve anî rojevê li Dêrazorê û ya din jî li gundewarê Şamê qewimî. Her çend rewş û hûrguliyên her du bûyeran ji hev cuda bin jî, her du jî eşkere dikin ku zarok di hawîrdorên ku divê ji bo wan çavkaniya ewlehî û parastinê bin de rastî tundiyê tên. Ev yek li ser berpirsyariya malbatan, civakê û saziyên têkildar û bandora tedbîrên ku ji bo parastina zarokan û hesabpirsîna sûcdarên van êrîşan hatine girtin, pirsên cidî derdixe holê.
Di vê mijarê de ajansa me bi aktîvîsta civakî Samaher El-Indarî re hevpeyvînek pêk anî. Samaher El-Indarî, diyar kir her du bûyerên mijara gotinê binpêkirinek eşkere ya mafên zarokan e û êrîşek li ser yekperçeyiya bedenî û rûmeta mirovan e.
‘Rewakirina binpêkirinan cînayetên zarokan zêdetir dike’
Samaher El-Indarî, da zanîn divê têkoşîna li dijî van sûcan tenê piştî ku êrîş çêbûye bi cezakirina kiryar re sînordar nebe. Samaher diyar kir ku divê yasayên zelal û bibandor hebin ku parastina zarokan mîsoger bikin, mafên zarokan biparêzin û edaletê mîsoger bikin. Samaher El-Indarî, destnîşan kir civak gelek caran hewl dide ku sûcên wiha bi gotina "nexweşê derûnî" an "kesekî nenormal" rave bike û got dema ku nexweşiyên derûnî bên piştraskirin jî, divê ev gotin veneguherin kêmkirina berpirsyariyê an jî paşguhkirina mafê zarokê ya parastin û edaletê. Samaher El-Indarî, wiha got: “Bandora destdirêjiya li ser zarokek keç tenê bi fîzîkî re sînordar nîne, di heman demê de bandorê li rewşa derûnî, hest û bîra zarokê jî dike û di temaşekirina wê ya xwe û hawîrdora xwe de birînên kûr dihêle. Her wiha encamên derûnî yên van êrîşan jî hene. Bandorên êrîşa zayendî dikarin bi salan bidomin, bandorê li ser kapasîteya zarok a avakirina têkiliyên saxlem, xwe ewle hîs kirin û avakirina baweriyê ya bi kesên din re jî dike.”
Kêmasiyên di pergala parastina zarokan de
Samaher El-Indarî, bandora yasayan a derbarê parastina zarokan de lêpirsîn kir û diyar kir ku çarçoveya yasayî ya heyî qels e, nikare bi taybetî di rewşên êrîş û binpêkirinê de ji bo zarok û jinan parastinek têr û astengker peyda bike. Samaher El-Indarî, tekez kir ku tenê pênasekirina êrîşekê wekî ‘binpêkirin’, giraniya bûyerê kêm nake û wiha pe de çû: “Divê bi taybetî di rewşên ku zarok an jinên ku rastî tecawizê hatine an jî rastî tundiyê hatine de bûyer bê ceza nemîne. Divê parastina jin û zarokan tenê berfireh be. Divê ev yek bi cezakirina kiryar a piştî ku sûc hatiye kirin re sînordar nebe, divê pêşîlêgirtin, destekdayîna jin û zarokan çêbe û divê bê misogerkirin ku zarok û jin di tevahiya pêvajoya edaletê de bêtir zirarê nebînin.”
‘Civak hewceyê pergaleke nirxên exlaqî û mirovî ye’
Samaher El-Indarî, diyar kir ku têkoşîna li dijî tundî û êrîşên li dijî zarokan nikare tenê bi aliyê yasayî re sînordar be û ji bo zêdekirina hişmendiya mafên zarokan guhertinek civakî, perwerdehî û çandî hewce ye. Samaher El-Indarî, tekez kir ku afirandina civakek ewletir hewceyê pergaleke ji nirxên exlaqî û mirovî ye û got: "Civak hewceyê pergaleke nirxên exlaqî û mirovî ye ku kesan biparêze, fêm bike ku rûmet, beden û hestên yên din ne milkê kesî ne."
Banga ‘bila jin bêdengiya xwe bişkînin’
Samaher El-Indarî, bang li jinan kir ku bêdengiya xwe bişkînin û li ser her êrîşa ku rastî tên biaxivin û destnîşan kir ku hişyarkirina civakî û afirandina hawîrdorek ewledar ku binpêkirin bêyî tirs an demxeyê werin nîqaşkirin, dikare bibe alîkar ku pêşî li berdewamiya van sûcan bigre.
‘Parastina zarokan berpirsyariya tevahiya civakê ye’
Samaher El-Indarî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Parastina zarokan ne tenê meseleyek malbatek an bûyerek demkî ye, berpirsyariya tevahiya civakê ye. Ev berpirsyarî bi perwerde û hişyariyê dest pê dike, bi rêya yasa û hesabdayînê bipêş dixe û bi afirandina hawîrdorek ku her zarokek û her jin hîs dike ku beden, rûmet û jiyana wan tê parastin dighîje lûtkeyê.”