Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê statuyek fermî dide tundrewiyê

Cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) komkujiyên ku mirovahiyê şok dikin pêk anîne. Li şûna ku rêveberiya nû hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê biparêze, statuyek fermî dide tundrewiyê û komkujiyan rewa dike.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Armanca damezrandina hikûmeta demkî ya Sûriyeyê birêvebirina herêmên di bin kontrola koma Heyet El-Şam de bû. Lê rastiya li ser erdê cuda bû. Niha jî, ev hikûmet veguheriye desthilatdariyeke fanatîk a olî ku bi binpêkirinan li seranserê Sûriyeyê tê tawanbarkirin.

Sûriye, di şûna ku dest bi qonaxek girîng a ji nû ve avabûnê bike û şert û mercan û mafan baş bike, bi hatina van cîhadîstan re ketiye tunelek tarî ya kaos û hilweşîna ewlehiyê. Li şûna pêkanîna daxwazên edalet, demokrasî û civaka sivîl, Sûriye di nav bêçalakî û komployên navneteweyî û herêmî de ber bi Efganistanek duyemîn ve diçe.

Hikûmetek ku rewatî û baweriya xwe winda kiriye

Nivîskar Cîhan El-Ewam a ji bajarê Suweyda ya başûrê Sûriyeyê ye, da zanîn ku hikûmeta demkî ya ku li Îdlibê hatiye damezrandin, piştî hilweşîna rejîma berê ya Beşar Esad a li Şamê desthilatdarî girt ser xwe û xwezaya mezhebî û tundrewiya olî ya vê hikûmetê derket holê. Binpêkirin bi bûyerên li peravê dest pê kirin, piştre êrîşên li ser dêrên li Şamê, talankirina milkê giştî û di dawiyê de li Ceramana, Sehnaya, Eş El-Werwer û el-Sumeryayê ku niştecihên bajêr ji malên xwe hatin koçberkirin. Di demên dawî de binpêkirin li Suweyda zêde bûn. Dema ku niştecihên bajêr daxwaza destûreke demokratîk kirin, bersiv êrîşeke leşkerî bû; ji kuştinê bigre heya koçberkirin û binpêkirinên ku erd, namûs û jiyan nehiştin."

'Tiştê ji sûcan girantir nebûna hesabpirsînê ye'

Cîhan El Ewam bawer dike ku tiştê ji van sûcan girantir e, nebûna hesabpirsînê ye. Ne lêpirsîn hatiye kirin û ne jî ti aliyekî berpirsiyar hatiye girtin. Cîhan El-Ewam wiha dewamî da gotinên xwe: "Berovajî vê, serokê rêveberiya demkî spasiya êrîşkaran kir. Ev xiyanetek mezin a li gelê Suweydayê ye. Her wiha xuyabûna Wezîrê Çandê li kêleka Qusey El Şemerî ku yek ji kesên ku di komkujiyan de cîh girtiye, van kesan rewa kir, di şûna ku ji wan hesab bipirse."

'Wan pîroz û xelat dike'

Cîhan El-Ewam aşkera kir ku rêveberiya demkî ya El-Colanî sûcdaran hesab nake, wan xelat dike û mexdûran bê edalet dihêle. Cîhan El-Ewam bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ev yek jî ew kiriye hikûmetek rewatî û pejirandina gel tuneye. Em di bin rejîmek facto de dijîn ku rê ji bo alîkariyê girtî ne, bac li ser karwanan têne sepandin, dibistan tijî mirovên koçber in û malbat nikarin herin Şamê.

Derxistina sîstematîk û veşartina terorîzmê

Parêzer Şrûq Ebû Zêdan a ji Komeleya Parêzeran a li Suweydayê ye anî ziman ku hikûmeta demkî piştî hatina xwe ya Şamê, dest bi sepandina polîtîkayên cudakirinê kiriye û wiha got: “Rêveberiyek demkî ava kir mîna Hikûmeta Rizgariyê ya li Îdlibê, ku balê dikişîne ser endamên xwe yên bi Heyet Tehrîr El-Şam ve girêdayî. Di kongreya serkeftinê de qaşo bi nav dikin jî hemû çete hatin erkdarkirin û serokek ku temsîliyeta gel nake, hat îlankirin. Ev hikûmet berdewam kir ku pêkhateyên cihêreng ên di nav de jin jî hene, ji holê rake û ji qadên siyasî dûr xistin.

'Rêveberiya demkî çavên xwe ji sûcan re digre'

Şrûq Ebû Zêdan destnîşan kir ku bûyerên li peravê û komkujiyên piştî wê, îspat kirin ku Ewlekariya Giştî ku girêdayî HTŞ’ê ye, rasterast beşdar bû. Şrûq wiha li gotinên xwe zêde kir: "Rêveberiya demkî jî çavên xwe girt. Li Suweydayê jî Hêzên Ewlekariya Giştî û Parastinê di bin ala avakirina ewlehiyê de mudaxele kirin, lê encam bi hezaran qurbanî, bi sedan mêr û jinên revandin û koçberkirina niştecihan a ji gundên xwe bû. 35 gund bi tevahî şewitîn. Hikûmet li kêleka qurbaniyan nesekinî û bi kiryarên sûcdarên binpêkirinan razî bû. Dîmena herî provokatîf ew e ku Wezîrê Çandê li kêleka yek ji cîhadîstên ku di êrîşa li ser Suweyda de beşdar bûne, xuya dibe ku bi revandina jinan pesnê xwe da û gef li Durziyan xwar."