Yekem profesora jin a di aliyê dermansazî û jehrzanînê de Tavge Ehmed

Yekem bijîjka jin Tavge Ehmed li ser asta herêma Kurdistanê di demeke kin de dikaribûye di aliyê dermanasî û jehrzanînê de bibe profesor da diyarkirin ku jin ji bo bigihîjin encameke jiyanê pêwîst e bi xwe piştgiriya xwe bikin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Ji bo bidestxistina her armanceke jiyanê hewldan û têkoşîn jê re lazim e û gihîştina xeyalan jî zehmetiyek zêde jê re lazim e, bi taybetî ger jin be û ji civaka Kurd be. Ji ber erkê malbatê li ser milên jinan e û rastî hemû zehmetiyên civakê tê, li hemberî vê yekê tenê hinek jin hene di aliyên cuda de hewl didin da ku bigihîjin armancên xwe.

Yek ji wan jinan bijîjk Tavge Ehmede ku di aliyê dermansazî û jehrzanînê de bûye profesor û mamosteya koleja dermansazî ya zanîngeha Silêmaniyê ye û yekem jin e ku dikaribûye di aliyê dermansazî û jehrzanînê de asta profesorî li ser asta herêma Kurdistanê bi dest bixwe.

“Nêzî 10 salan weke bijîjka dermansazî min kar kir”

Bijîjk Tavge Ehmed koleja dermansazî ya zanîngeha Bexda temam kiriye, piştre weke bijîjkek a dermansaziyê di nexweşxaneyên bajarê Silêmanî de kar kiriye û nêzî 10 salan weke bijîjka dermansaziyê kar kiriye û di vê navberê de bûye xwedî gelek rolên bi bandor weke aktîfkirina klînîkek bijîjkî li bajarê Silêmaniyê. Piştî 10 salan xizmet kir careke din dest bi xwendina zanîngeha Silêmanî kir û destpêkê master bi dest xist û piştre peywira bijîjk heta gihîşt asta profesoriyê û der barê hewldanên xwe de wiha got: “Ji zaroktî ve xeyalên min ew bû ku bibim dozger û mamosteya zanîngehê da ku bikaribin dozgeriyê bikim, di dema karê bijîjkî berdewam de min da ku bikarim bibim mamoste min dest bi xwendinê kir û min dikaribû di sala 2009’an de nasnavê mamostehiyê bigrim.”

“Di demek kin de ez dikaribûm bibim profesor”

Bijîjk Tavge herî zêdetir hezkirina wê ji mamostehiyê re hebû ji ber wê piştî 10 salan carek din dest bi xwendinê kir da ku bibe mamoste û wiha domand: “Dubare xwendin karek zehmet e lê belê ji ber xeyalên min bû min hewl da xwendina xwe temam bikim û ew beşa ku min bi xwe hilbijartî û ji hezkirî ew jî dermansazî û jehrzanîn bû. Di sala 2009’an de bûm mamoste heta sala 2022’an dikaribûm bibim profesor, di demek kin de dikaribûm vê astê bi dest bixim. Di xwendina master û bijîjkî de zarokên min ên biçûk hebûn û gelek zehmet bû ku ez hem zarokên xwe xwedî bikim hem jî bixwînim, her çendî ku malbata min piştgiriya min dikir jî lê belê parastina hevsengiya di navbera malbat û xeyalan de bi temamî dikeve ser milên mirov bi xwe. Dema xeyalên kesek hebin nabe bimîne di gotinê de, divê bawerî hebe û bawerî bi xwe hebe.”

“Piştevaniya sereke mirov bi xwe ye”

Bijîjk Tavge Ehmed da diyarkirin ku piştevaniya sereke mirov bi xwe ye û wiha got: “Ji bo bidestxistina armanca xwe divê hewldanek hebe lê belê divê hemû hêza xwe kom bikin ji bo bidestxistina armancên xwe. Ji ber vê yekê jî divê bi xwe piştivaniya xwe bikin û piştre jî malbatê piştgirî bike. Tenê ji bo gihîştina armanca xwe min bacek zêde xerc kir lê belê nabe ku ew bac ên kesên din be divê yên te bi xwe be. Kesên ku dixwazin xeyalên xwe pêk bînin divê tu caran nesekinîn û bi awayekî bikarin bigihîjin armanca xwe. Ew jinên ku xeyalên wan hene baca yekem a xeyalên xwe dide, bi taybetî di civaka Kurd de ku piranî erkên malbatê li ser milên jinan e rola sereke di nava malbatê de jin in, ji ber wê divê civak bi jinên ku hewl didin bigihîjin armanca xwe kêfxweş bibin.”