Pirsgirêkên ku pergala perwerdeyê ya li Misrê pê re rûbirû dimîne çi ne?
Her çendî sala nû ya perwerdeyê, ji bo xwendekaran ezmûnên nû pêşkêş dike jî nîşaneyên pirsê yên der barê mijara armancên fêrbûnê yên pergala perwerdeyê û hevsengiya derûnî ya xwendekaran de jî ji nû ve tîne rojevê.
ESMA FETHÎ
Qahîre – Pirsgirêkên di perwerdeyê de, ne tenê bi bernameyên mufredat û rêbazên ezmûnê sînordar in. Ji mercên perwerdeyê bigre heta qerebalixiya polan û hebûna amûr û alavên bingehîn, gelek pirsgirêk hene. Ji kalîteya têkiliyên di navbera xwendekar, mamoste û rêveberiya dibistanê de bigre heta kapasîteya saziyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku xwendekar bi wan re rûbirû dimînin, astengî zêde ne.
Qalîteya perwerdeyê, nabe ji hawirodora ku xwendekar beşdarî dersên xwe yên rojane dibin cuda bê hesibandin. Faktorên wekî polên qerebalix, nebûna alavên bingehîn an jî zehmetiya gihîştina rêveber û mamosteyan a dema pirsgirêk derdikevin, hemû bandorê li ser şiyana xwendekaran dikin. Ji ber van pirsgirêkan xwendekar nikarin li ser dersan bisekinin, mijarê fam bikin û di nava saziya perwerdeyê de ewle hîs bikin.
‘Divê ji bo xwendekaran qadeke ewle fireh û guncaw bê mîsogerkirin’
Derûnînas Menetullah Mecdî, destnîşan dike ku her çendî saziyên perwerdeyê bi giranî hewl didin hewcedariyên xwendekaran bi cih bînin jî dibe ku ji bo hinek hûrgiliyan baldarî kêm e û da zanîn ku pirsgirêkên têkildarî binesaziyê ne tenê bi pergalê re sînordar in, di heman demê de tiştên bingehîn ên weke deverên rûniştinê, kursî, texte û alavên din ên ji aliyê xwendekaran ve tên xwestin jî vedihewîne.
Menetullah Mecdî, diyar kir yek ji pirsirêkan jî ew e ku dema xwendekar pirsgirêkek dijîn bikaribin bi hêsanî bi mamoste û rêveberiya dibistanê re têkilî daynin. Menetullah Mecdî, bal kişand ser qerebalixiya hinek saziyên perwerdeyê û got: “Divê ji bo xwendekaran qadeke ewle, berfireh û guncaw bê mîsogerkirin. Dê ev yek asta herî baş a balkişandin û perwerdeyê hêsan bike. Bicîhanîna hewcedariyên xwendekaran di nava saziya perwerdeyê de dikare bibe alîkar ku îhtîmala ew neçar bimînin li cihekî din li alternatîfan bigerin kêm bike.”
Zextên derûnî yên xwendekar bi wan re rûbirû dimînin
Ji bilî zehmetiyên darayî, xwendekar bi zextên ku bandorê li têkiliya wan a bi fêrbûnê re dike re rûbirû dimînin. Faktorên wekî ezmûn, tirsa têkçûnê, barên giran ên kar û nebûna zelaliyê ya der barê hêviyan de dikarin bibin sedem ku xwendekar perwerdeyê ne wekî cihek ji bo zanînê, weke çavkaniyek domdar a fikaran bibînin.
Menetullah Mecdî, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku dema xwendekarek ji derve aram xuya dike yan jî di warê akademîk de xwedî performansek baş be, nayê vê wateyê ku ew xwendekar di rewşek derûnî ya baş de ye. Menetullah Mecdî, destnîşan kir ku zexta domdar dikare bibe sedem xwendekar daxwaza xwe ya fêrbûnê winda bikin an jî bibe sedema qeyran û pirsgirêkên derûnî ku di pêşerojê de xuya bike.
Menetullah Mecdî, axaftina xwe wiha domand: “Xwendekar dikarin piştî windakirina daxwaza xwe ya fêrbûnê, perwerdeya xwe bidomînin lê ger xwendekar tevî hewldanek mezin jî nikaribe notên hêvî dike bigre, dikare bigihîje xaleke ku bawer dike keda dide dê encamên dixwaze nede. Lewma pir girîng e ku hevsengiyek bê avakirin. Divê xwendekar nekevin bin zextek zêde û bê rêberî neyên hiştin. Divê xwendekar bizanibin ka çawa dema bi pirsgirêkên perwerde yan jî derûnî re rûbirû dimînin li alîkariyê bigerin.”
Nirxandinên domdar
Menetullah Mecdî, da zanîn ku nirxandin bi xwe ramaneke baş e, ji ber ku ew piştrast dike xwendekar ji pêwîstiya xwendin û amadekariyê agahdar bimînin û wiha pê de çû: “Lê zêde dubarebûna ezmûnan dikare barekî zêde bide ser milên xwendekar û malbatên wan. Divê di navbera xwendin û nirxandinê de navbera guncaw hebe. Rast e ezmûnên mehane dikarin bi bandor pêşveçûna xwendekaran bişopînin lê divê ev pêvajo nebe sedem ku xwendekar bi berdewamî tenê ji bo ezmûnan amadekariyê bikin. Divê nirxandin bi temamî neyê terikandin lê divê pêvajoya perwerdeyê veneguherîne zincîreke bêdawî ya ezmûnan.
Gelo amûrek ji bo tevlîbûnê yan çavkaniya zextê ye?
Ji ber ku pêvajoya perwerdeyê her diçe tevlihevtir dibe, di jiyana malbatan de qadên nû derketine holê. Di nava van de yên herî girîng komên dayîkan ên li ser platformên medyaya dîjîtal û sepanên peyaman in. Ev kom bi piranî ji bo parvekirina agahiyên der barê ders, karên malê, ezmûnan û mamosteyan de bûne amûrên girîng.
Menetullah Mecdî, di axaftina xwe de bal kişand ser aliyên erênî yên van koman û got: “Ev kom alîkariya dayîkan dikin ku hûrguliyên der barê zarokên xwe de bişopînin û cewhera pirsgirêkên ku xwendekar bi wan re rûbirû dimînin fam bikin. Lê belê ev kom dikarin ji armanca xwe ya perwerdeyê dûr bikevin, bikevin nav mijarên kesane yan jî bibin qadên pevçûn û nakokiyan. Her wiha divê mirov zêde girêdayî teknolojiyê nebe. Bikaranîna amûrên dîjîtal bûye rewşeke asayî lê divê teknolojî ne yekane yan jî hêmana sereke ya pêvajoya perwerdeyê be. Divê xwendekar ji bo bikaranîna pirtûk û pirtûkxaneyan û lêkolînkirina li ser çavkaniyên cihêreng bên teşwîqkirin. Her wiha pêwîst e xwendekar ji temenê biçûk ve neyên fêrkirin ku ji bo bidestxistina zanînê tenê xwe bispêrin amûrên teknolojiyê.”
‘Divê ji bo xwendekaran rûniştin an jî bernameyên perwerdeyê bên organîzekirin’
Menetullah Mecdî, perwerdeya mamosteyan wekî hêmaneke bingehîn destnîşan kir û wiha domand: “Divê mamosteyek li ser mijarê serwer be û bikaribe wê bi awayekî bandorker ji xwendekaran re vebêje. Pêwîst e rola mamosteyek tenê bi sekinandina li pêşiya polê û dayîna agahdariyê re sînordar nebe, pêdivî bi jêhatîbûna perwerdeyê ya rast heye. Pêwîstiya xwendekaran heye ku rûniştin an jî bernameyên perwerdeyê werin organîzekirin ku alîkariya xwendekaran bikin, hişmendiya derûnî bi dest bixin û berxwedaneke derûnî ya mezintir ava bikin. Her wiha divê ji bo bêhnvedan û lîstinê jî dem bê veqetandin. Ji ber ku pêşketina xwendekaran tenê bi riya akademîk nayê bidestxistin.”
‘Başkirina perwerdeyê berpirsyariyek hevpar e’
Menetullah Mecdî, tekez kir ku pêdivî bi çavdêriya domdar a performansa saziyên perwerdeyê jî heye û destnîşan kir ku divê pêkanîna rast a planên perwerdeyê û şopandina pêşveçûnê ya di astên cuda yên di nava saziyê de bê veguhestin.
Menetullah Mecdî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Başkirina perwerdeyê di navbera hemû pêkhateyên pergalê de berpirsiyariyek hevpar e. Ji ber ku xwendekar, malbat, mamoste, bernameya xwendinê û teknolojî hemû bandorê li hev dikin. Tişta herî girîng ew e ku dibistan piraniya pêdiviyên perwerdehî û derûnî yên xwendekaran pêşwazî bikin û dema pêwîst be ji bo xwestina alîkariyê mekanîzmayên zelal bên avakirin.”