Otobusa Xewnan: Li Xezayê ambulansek ku ji bo zarokan bûye stargeha şahî û hêviyê

Heyva Sor a Filistînê ambulanseke berê veguherandiye sînemayek mobîl. Bi navê "Otobusa Xewnan", hewl dide ku bi rêya çîrokbêjî, lîstik û sînemayê birînên psîkolojîk ên zarokan derman bike.

REFÎF ISLÎM

Filistîn – Heyva Sor a Filistînê (PRCS) yek ji ambulansên xwe ku berê ji bo veguhestina birîndar û kêmendaman dihat bikaranîn, ji bo zarokan veguherandiye sînemayek mobîl. Ev înîsiyatîfa ku nêzî sê salan e li kamp û navendên perwerdehiyê yên li Şerîda Xezayê digere, ji ber nebûna vebijarkên şahiyê, bêhnvedaneke xweş ji bo zarokan peyda dike. Bi navê "Otobusa Xewnan", ev wesayît ji bo zarokên li seranserê Şerîda Xezayê bûye cihekî balkêş û navdar.

Înîsiyatîfa "Otobusa Xewnan", ku ji aliyê PRCS’ê ve hatiye destpêkirin, wekî yek ji hewldanên mirovî yên herî nûjen tê hesibandin da ku bandora psîkolojîk a giran a şer a li ser zarokên li Şerîda Xezayê kêm bike. Rêvebera Beşa Tenduristiya Derûnî ya PRCS’ê Nevîn Abdel-Hadî diyar kir ku ev înîsiyatîf bernameyek şahiyê ye ku ji bo gerandina kamp û navendên perwerdehiyê yên li seranserê Şerîda Xezayê hatiye çêkirin. Armanca sereke ew e ku kêfxweşiyê bîne ser rûyê zarokên ku di sê salên borî de di şert û mercên dijwar de dijîn.

Otobusa Xewnan cara ewil di sala 2024’an de ket xizmetê û xebatên xwe li Şerîda Xezayê û parêzgehên başûr didomîne. Lê belê, tevî hewldanên berdewam ên ji bo gihîştina parêzgehên Beyt Lahiya û Cebeliyê, ew ji ber "şert û mercên xeternak" hîn nikarin biçin bakurê bajêr.

‘Bi rêya çîrokbêjiyê nirxên erênî diçîne’

Ji destpêka şer ve, qutbûna ceyranê ji bo malbatan peydakirina televîzyonan kiriye astengiyeke mezin. Zarok niha dixwazin li ber ekranan rûnin û temaşe bikin ka çi diqewime. Weke ku Nevîn Abdel-Hadî dibêje: “Temaşekirina kartonan mafê zarokan e, ji ber vê yekê jî înîsiyatîf hewl dide ku ji wan re qadên lîstikê yên curbecur peyda bike. Ev der qadeke çîrokbêjiyê vedihewîne ku li ser aliyên psîkolojîk û perwerdeyî disekine û bi rêya çîrokbêjiyê nirxên erênî diçîne. Her wiha qadeke din vedihewîne ku ji bo tevger û werzişê hatiye veqetandin. Ya sêyemîn jî, li ser lîstikên kevneşopî yên ji materyalên vezîvirandî (wekî bûkên qumaşî) radiweste, nemaze ji ber bihayên zibandî yên pêlîstokan a di demên dawî de.”

‘Înîsiyatîfa 'Otobusa Xewnan' hewldanek e’

Nevîn destnîşan kir ku aşkera ye ku zarokên li Xezayê mîna zarokên din ên li çar aliyê cîhanê jiyaneke normal najîn û wiha pê de çû: “Dibistanên wan bûne stargehên ji bo mirovên bêwar û ew piştî ku di rêzan de li benda belavkirina xwarina belaş radiwestin, dema xwe bi şopandina tankêrên ku av hildigrin û berhevkirina xwarinê derbas dikin. Înîsiyatîfa 'Otobusa Xewnan' hewldanek e ku her çend ji bo demekê kurt be jî, kêfxweşî û piştgiriya psîkolojîk bide wan û bixwaze zehmetiyên wan hinekî kêm bike.”

Li gorî Nevîn Abdel-Hadî, yek ji pirsgirêkên sereke yên ku Otobusa Xewnan rû bi rû dimîne, zehmetiyên lojîstîkî û aborî ne. Nevîn wiha tîne ziman: “Otobus mesafeyên dirêj diçe, her wiha kêmasiya alavên pêwîst û guncaw ji bo pêkanîna çalakiyan an berfirehkirina yên heyî heye. Mafê her zarokî heye ku xeyala jîngeheke bi ewle, xweşik û jiyaneke bi rûmet bike. Navê 'Otobusa Xewnan' jî ji ber vê yekê lê hatiye kirin.”

Beşdarî û hevkarî bêhempa bûn

Dayîka yek ji zarokan Sîham Xanêm dema ku bi nûçegihana me re axivî, ev bûyer wekî "ji rêzê derketî û ecêb" bi nav kir. Her wiha Sîham destnîşan kir ku kamp ji 300 malbatan pêk tê û her malbatek xwedî çend zarok e ku elementên bingehîn ên jiyanê winda kirine. Sîham wiha bilêv dike: “Bi rastî pêwîstiya zarokan bi vê yekê heye, ji ber ku ev ji bo wan şahî û kêfxweşiyeke mezin e. Ew bê ekran û fîlmên karton mezin bûn. Lê belê, dîtina ekranekê li ser wesayîteke ku berê birîndar hildigirt, niha ji bo zarokan fîlmên karton nîşan dide, wan gelekî kêfxweş dike. Wan pîvan û rêziknameyên temaşekirinê baş şopandin da ku organîzator neçar nebin ku fîlmê vemirînin. Zarok bi awayekî bêhêvî pêwîstiya wan bi çalakiyên şahiyê heye.”

‘Berî êrîşê, li her malekê televîzyonek hebû’

Sîham pirsa “Kî dikare bi teqezî bêje ku lîstik ji xwarin, vexwarin, perwerde û hewcedariyên din kêm girîngtir e?” kir, jiyana xwe û ya zarokên xwe yên îro bi ya berê re, bi taybetî jî beriya êrîşên li ser Xezayê, da ber hev. Sîham wiha got: “Berî êrîşê, li her malekê televîzyonek hebû ku gelek kanalên bihejmar pêşkêşî zarokan dikirin. Îro televîzyon tune ne; ew pir biha ne û heta ku hûn bikaribin yekî jî bikirin, lêçûnên xebitandinê gelekî zêde ne. Her sal di vê demê de zarokên li Xezayê diherikîn dikanan da ku kelûpelên nû yên nîv-salî an dibistanê bikirin, lê niha ew nikarin cihekî ji bo fêrbûnê bibînin.”

Ne tenê lîstik e, qadeke perwerdehiyê ye jî

Keçikek ciwan a bi navê Rehaf Barda, dibêje ku ew bi dîtina "Otobusa Xewnan" pir kêfxweş e ku wê her gav behsa wê ji zarokên din re dikir. Kursiyek biçûk, ekranek, karîkatur, şahî û lîstik. Rehaf a ku qet xeyal nedikir ku ew ê rojekê dikaribe hemûyan li yek cihî bibîne, hêvî dike ku Otobusa Xewnan her roj serdana wan bike, ji ber ku ew ji wan fîlmên karton gelek tiştan fêrî xêzkirin û rewşên jiyanê yên cuda dibe.