Masîde Ocak: Em ê têkoşîna xwe ya li dijî bêcezakirinê bidomînin

Xwişka Hasan Ocak ê winda Masîde Ocak a bal kişand ser têkoşîna wan a ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin, wiha got: “Şert çi dibin bila bibin êm ê ji bo vê têbikoşin."

Stenbol - Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û darizandina kujerên wan, her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev, çalakiya xwe ya hefteya 894’an de ji ber şert û mercên pandemiyê, bi riya online li dar xistin. Di çalakiya ku li ser "Hefteya Windayan" hat rawestandin de û daxuyaniya ku hatibû amadekirin ji hêla xwişka Hesen Ocak ku di 19'ê gulana 1995'an de hat windakirin Masîde Ocak, xwend.

“Em ji bo dibêjin hesab bê pirsîn tên sûcdarkirin”

Masîde Ocak destnîşan kir ku weke parçeyeke polîtîkayên zextê yên niha tên meşandin desthilatdar dayikên şemiyê ji ber têkoşîna wan a li dijî nehiqûqiyan "sûcdar" îlan kiriye. Masîde Ocak axaftina xwe wiha domand:"Ji ber ku em pirsa hezkiriyên xwe dikin tên sûcdarkirin. Li Tirkiyeyê weke polîtîkayeke sîstematîk û bizanebûn ji ber ku em li dijî pêkanîna bêcezahiştinê "Sucê necezakirina suc asayî dike, hêz dide faîlan. Ji ber sûcê bêceza tê hiştin paşve vedigere" dertên tên sûcdarkirin.”

“Em bi daxwaza Tirkiyeyek demokratîk li qadan in”

Masîde Ocak, diyar kir ku têkoşîna wan rûmeta mirovahiyê diparêze, ji bo daxwaza Tirkiyeya demokratîk a ji tundiyê bêpar li qadan in û wiha got: "Biryarên derbarê xizmên windayan de tên dayîn biryarên polîtîk in. Tenê ji aliyê dadgeran ve biryar nayên dayîn. Em dizanin ku heta li Tirkiyeyê guhertineke adil û wekhev pêk neyê wê ev rewş bidome. Ji bo kun ev rewş biguhere destpêkê yên din bin çavan de hatine windakirin divê destpêkê hemû binpêkirinên mafan bên qebûlkirin, bêcezahiştin bê bidawîkirin û berpirsyar li pêşberî dadgehê hesab bidin. Şert çi dibin bila bibin êm ê ji bo vê têbikoşin. Em dev ji lêgerîna xwe ya heqîqetê bernedin û em di diwarên bêcezatiyê de qewaran vebikin." 

Masîde Ocak, destnîşan kir ku wê dev ji daxwaza xwe ya edaletê û Qada Galatasarayê bernedin.