Koçerên Qerejdaxê ji ber tunebûna giya dê berê xwe bidin zozanên Çewlikê

Jinên koçer ên ku derketin zozanên Qerejdaxê, ji ber hişkahiya salê ku bi sedem baran dereng bibare, rojên zehmet dijîn. Jinên ku bertek nîşanî zêdebûna bihayan jî dan, diyar kirin ku ger wiha berdewam bike dê koçerî bi dawî bibe.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Jinên koçer ên ku bi hatina mehên havînê re dixwazin derbikevin zozanên Qerejdaxê û ajalên xwe bidin çêrandin, ji zozan berhemek bi dest nexistin. Jinên ku dibînin ji ber hişkahiyê ajalên wan baş nayên xwedîkirin, di rojên pêş de dê berê xwe bidin zozanên Çewlikê. Jinên ku diyar kirin ji xeynî hişkahiya tê jiyîn, qeyrana aborî ya zêde jî bandorek xirab li wan dike, teqez kirin ku bi tu awayî beranberê keda xwe nagirin.

"Baran dereng barî"

Ji koçerên Qerejdaxê Sevîm Kiziltepe diyar kir ku ji ber derengbarîna baranê hişkahî li gorî salên din zêdetir derbas dibe û da zanîn ku wan ev hişkayî li zozanê ku derketine baştir dîtine. Sevîm Kiziltepe bal kişand ku ji ber nebarîna baranê çîmen çayır dirêj nebûne û got ku ji bo ajalên wan baştir xwedî bibin dê Qerejdaxê biterikînin û berê xwe bidin zozanên din.

“Ji ber mesrefên zêde em nikarin derkevin zozanan”

Sevîm Kiziltepe destnîşan kir ku êmê ajalan buha bûye û wiha got: “Em dibêjin em herin zozanan û ajalên xwe biçêrînin lê li zozanên Qerejdaxê jî baran nebarî. Bihayê kayê bû 2 hezar, ceh bû 7 hezar. Xwedîkirina ajalan gelek zehmet bûye. Ev buhabûn me dixe zoriyê. Niha em ê ji vir derkevin û mecbûrî herin zozanên Çewlikê lê lêçûnên ji bo çûndinê me ditirsînin.”

"Ez nikarim ji ajalên xwe re kayê bikirim"

Sevîm Kiziltepe, anî ziman ku ji ber bihabûnê bi pereyê şîrê ku difiroşin nikarin tiştekî bikirin û diyar kir ku ger qeyran wiha bidome dê ajalên xwe bifiroşin û dest ji koçeriyê berdin. Sevîm Kiziltepe, bal kişand ku keda bi destên xwe yên birîndar didin ji ber bihabûnê bêqîmet dibe û wiha got: “Ard û şekir hemû tişt her ku diçe bihatir dibe. Ceh û ka her tim zêde dibe. Em kîsekî xwarin dikirin, didin ajalan û di nava du rojan de diqede. Giraniya şîrê ku em difiroşin 6 û nîv e, ez ê bi vê yekê çi bikirim çi nekirim. An bila ev erzan dibin an jî Xwedê alîkariya me bike. Ma ez bi 2 hezaran ka bikirim an ceh bikirim çi bikirim? Ez ne karker im ne jî meaşê min heye, tenê ev ajalên min hene. Em ewqas diwestin, ked didin lê vala ye, ji ber van bihayên zêde tu qîmeta keda me nemaye. Herî dawî em ê li mînîbusê siwar bibin û ji bo berhevkirina findiq û fistiqan biçin Anadoluyê. Li wir jî qîmeta ku ji Kurdan re tê dayîn diyar e.  Zilmê li me dikin.”

"Ger wiha bidome dê koçerî jî xilas bibe"

Sevîm Kiziltepe herî dawî der barê zehmetiyên ku dijîn de van tiştan got: “Eger wiha berdewam bike dê koçerî jî bi dawî bibe. Em jê hez dikin, ger ji destên me were em ê sibê heta êvarê li ajalên xwe binêrin û li zozanan bimînin. Lê ger ev krîz bidome, ez nikarim bikim. Ez ê ne ji ber karê giran, ji ber lêçûnan dev jê berdim. Ez ji pezê xwe û vir gelek hez dikim. Lê rewşa heyî gelek zehmet e bi buhayên ku zêde dikin û pereyê zêde ji me digrin, ji me re dibêjin dev ji koçeriyê berdin û herin li malên xwe rûnin.”