ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Di çarçoveya ezmûneke ku ji sînorên karê şaredariyê derbas dibe û aliyên civakî û xizmetan dihewîne de, Beraet El-Xelhal bû yekem jina ku peywira hevşaredariya Şaredariya Melh a Suweydayê girt ser xwe. Ev gav di beşdariya jinan a di pozîsyonên serokatiyê û biryargirtinê de, li ser asta herêmî guhertinek berbiçav temsîl dike. Ev ezmûn bi awayekî xweber derneketiye holê. Berevajî vê yekê, bi têkiliyên wê yên nêzîk ên bi civakê re, zanîna wê ya kûr a hewcedariyên mirovan û ezmûna wê ya berê ya di karê civakî de şêwe bûye.
Ev ezmûna beşdarbûna bernameyeke di 2018’an de û xebata bi rêxistinek re vedihewîne. Her wiha rola Beraet El-Xelhal a berê wekî karmendeke li Nexweşxaneya Selahadê, ezmûna wê ya di ragihandinê de bi mirovan re û têgihîştina hewcedariyên wan de xurt kir. Vê yekê baweriya wê mezin kir û têgihîşt ku ew xwedî zanîn û şiyana girtina berpirsiyariya karê şaredariyê ye.
Zehmetiyên karê şaredariyê
Beraet El-Xelhal, bawer dike ku ezmûna jineke weke seroka şaredariyê hem erênî ye hem jî zehmetiyan dihewîne. Her çendî hinek beşên civakê vê ezmûnê qebûl dikin jî yek ji zehmetiyan ew e ku bûyîna hevşaredar ji bo jinek ne tiştekî asayî ye.
Beraet El-Xelhal, da zanîn ku zehmetiya rast ne bi kapasîteya jinan a bicihanîna erkên xwe ve girêdayî ye, dema ku jin ji deverên xizmet û dabînkirina agahdariyê derbasî pozîsyonên biryargirtinê dibin, bi perspektîfa civakê ya li ser jinan re girêdayî ye û got: “Civak niha jinan bêhtir wekî bijîşk, endezyar an jî mamoste qebûl dike û jêhatîbûna wan di van waran de dibîne. Lê belê dema ku jinek bigihîje pozîsyona biryardayînê, dayîna talîmatan û birêvebirina kar, ev perspektîf dikare biguhere. Her çendî nêrîna jinê rast be yan jî xizmeta berjewendiyên civakê bike jî dibe ku carna ew bi redkirinê re rûbirû bimîne. Bêguman ev zehmetî hebûna berdewam a qalibên civakê yên kûr ku ji têgihîştineke civakî ya baviksalar derdikevin. Serokatî û mekanîzmayên biryardayînê bi mêran sînordar dike. Lê jin xwedî jêhatîbûnên pêwîst ên girtina van berpirsiyariyan in.”
‘Hebûna jinan baweriya beşdariya jinên din zêdetir dike’
Bandora jineke ku rola hevşaredarîtiyê digre ser xwe ne tenê di warê îdarî û rêveberiyê de sînordar e her wiha kalîteya têkiliya di navbera saziyên herêmî û civakê de jî nîşan dide.
Beraet El-Xelhal, destnîşan kir piştî dest bi kar kiriye, hejmara jinên ku serlêdana şaredariyê dikin zêde bûye û wiha pê de çû: “Ev girîngiya hebûna jineke di pozîsyona berpirsiyariyê de nîşan dide û dikare ji jinan re qadeke ragihandinê ya berfirehtir vebike ku hewcedarî û daxwazên xwe diyar bikin. Ev pêşketin aliyekî girîng ê ezmûnê nîşan dide. Zêdekirina baweriya jinan a bi saziyên herêmî, teşwîqkirina beşdariya wan a jiyana giştî dihêle ku ew hîs bikin di mekanîzmayên biryardayînê de dengê wan û cihekî wan heye.”
‘Serkeftin hêvî û baweriyê çêdike’
Beraet El-Xelhal hevşaredariyê tenê wekî meqameke îdarî nabîne, diyar kir ew vê yekê wekî berpirsiyariyek ku hewldanek duqat hewce dike dibîne û wiha axivî: “Ev yek ne tenê ji bo bicihanîna erkên ku ji wê re hatine dayîn, di heman demê de îsbatkirina ku jin dikarin di vê rolê de bi ser bikevin e. Divê jin berpirsiyariyan bi cih bînin û di nava çavkanî û şert û mercên heyî de bi bandor bixebitin. Serkeftina jinan a di vê ezmûnê de dikare di vekirina rê ya ji bo jinên din ku beşdarî hilbijartinên meclîsa herêmî bibin û rolên berpirsiyar bigrin ser xwe de bibe gaveke girîng.”
Beraet El-Xelhal, da zanîn ku hevşaredarî ne qadeke taybetî ya mêran e û got ku kapasîteya jinan ji bo girtina van erkan, têkoşîna di hundirê xwe de ye û ev têkoşîn beriya têkoşîna li pêşiya civakê tê. Her wiha da zanîn ku vekirina qadeke jin dikarin şiyanên xwe îsbat bikin bi baweriya bi şiyana xwe ya gihîştin û serkeftinê dest pê dike.
Pêdiviya bi xizmetê û ruhê hevgirtina civakî
Beraet El-Xelhal, da zanîn ku li bajarokê Melhê, weke gelek wargehên din, kêmasiyên xizmet û pêdiviyên cûrbecûr hene û ji bo bicihanîna pêdiviyên gel hewceyî bi alîkarî û piştgiriyê zêdetir e. Beraet El-Xelhal, axaftina xwe wiha domand: “Lê belê ez bawer dikim ku mîrateya civakî ya bajêr hêzeke girîng e ku dikare li ser ruhê hevkariyê û hevgirtinê were avakirin. Civak, bi riya sindoqên dengdanê, komeleyan, çalakiyan û însiyatîfên sivîl piştgiriyê dide hev.”
Beraet El-Xelhal, di dawiya axaftina xwe de baweriya xwe bi vê ruhê hevgirtina kolektîf û têgihîştina civakê ya xebata bi hev re tekez kir û got ku gelek însiyatîf û projeyên xizmetan bi tenê bi hewldana takekesî pêk nayên, ev yek hewceyê hevkariya mirovan û komkirina hewldanên hevbeş e.




