Li Qahîreyê komên jinan ji bo piştgiriya jinan gelek înîsiyatîf dan destpêkirin

Di demên dawî de li Qahîreyê hin komên jinan hewl dan ku alîkriya jinan bikin, wan ji civakeke paşverû û zihniyeta baviksalarî rizgar bikin û di beşên curbecur de derfetên kar ji wan re peyda kirin.

ASMAA FATHİ

Qahîre – Di nava azaran û kêmbûna derfetên li ser destê jinan de, hin komên jinan hewl dan ku alîkriya jinan bikin û wan ji civakeke paşverû û zihniyeta baviksalarî rizgar bikin. Jinan ji hev re îmkanên perwerdekirin û hînbûnê peyda kirin. Komên jinan ên ku hatin avakirin di beşên curbecur de derfetên kar ji jinan re peyda kirin.

"Rojnamegerên jin xwestin ku destekê bidin hev û astengiyan derbas bikin"

Rojnameger Nuha Lemlûm anî ziman ku wê însiyatîfa "Piştevaniya Rojnamevanên Jin" da destpêkirin û bi vê înîsiyatîfê hewl daye ku ji pirsgirêkên herî zêde ku rojnamegerên jin pê re rû bi rû dimînin re çareseriyan peyda bike û wiha lê zêde kir: "Min xwest ku hemû rojnamevanên jin kom bikim ji bo ku alîkariya wan bikim. Tiştê balkêş ew e hindek rojnamevanên jin bi hevalên re dibûn alîkar û wan fêrî gelek tiştên girêdayê karê rojnamegeriyê kirin. Rojnamegerên jin xwestin ku destekê bidin hev û bi hev re hemû astengiyan derbas bikin"

"Yên ku herî zêde bi jinan re dibin alîkar jin in ji ber ku êşa hev hîs dikin"

Damezrînera Înîsiyatîfa Parêzerên Jin ên Misirê Heba Adil got ku wan ji komek jinên ku karê hunera destan dikin pêşniyar kirin ku însiyatîfek bi navê "Piştgiriya Jinan a ji bo Jinan" bidin destpêkirin û ew jin jî ji vê fikrê kêfxweş bûn û wiha pê de çû: "Jinan sûdeke mezin ji vê înîsiyatîfê girtin û ji bo gelek malbatan çavkaniya debarê bû. Dema mirov li kampanyayên hilbijartinê yên jinan binêre, mirov dikare bibîne ku herî zêde jin alîkariya jinan dikin, ji ber ku jin bi êş û azarên hevdu hîs dikin."

Komek jinan jî însiyatîfa "Reheta min" dan destpêkirin da ku bi dayikên ku nû zarokên wan çêbûne re bibin alîkar û agahîyan di derbarê xwedîkirina zarokan de bidin wan.

Hin jinan înîsiyatîfa Superwoman jî dan destpêkirin, da ku piştgirîya jinan ji hev re xurt bikin û girûpek li ser malperên tora civakî ji bo pêşkêşkirina derfetên kar û ezmûnên girêdayî bazara kar ava kirin bi armanca karkirina ji bo bihêzkirina jinan di warê aborî de.