‘Li pişt êrîşa li ser 'Tabloya Kezî' plana fitneyê û vejandina DAIŞ'ê heye’
Jinên Hesekê diyar kirin ku êrîşa li ser tabloya keziyê jinê li çerxeriya Merşo, wekî xetereya ji nû ve zindîbûna DAIŞ’ê û armanckirina îradeya jinan pênase kirin.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Êrîşa li parêzgeha Hesekê ya li ser tabloya ku porê jinê tê de cih digre divê ne tenê wekî zirardayîna li berhemeke hunerî, weke bûyerek ku di ser azadiya jinan, sembolên çandî yên Kurdan û îradeya jiyana hevpar a li Rojava bê dîtin.
Jinên Hesekê êrîşa li ser tabloya keziya jinê li çerxeriya Merşo ya parêzgeha Hesekê nîşan dide, şermezar kirin û diyar kirin ku ev bûyer tenê êrîş li ser tabloyek nîn e, li ser doza jinê, îrade û sembolên têkoşîna wan e. Her wiha hişyarî da ku bi hewldanên provakasyonê û afirandina fitneyê dikarin herêmê ber bi pevçûn û bêîstîqrariyê ve bikşînin.
‘Keziyê jinê sembola yekîtiya jinan e’
Zekiye Mihemed diyar kir ku tabloya keziyê jinê ne tenê tabloyek reklamê ye, lê sembola yekîtiya jinan, piştgiriya hev û têkoşîna wan ji bo doza xwe ye. Wê destnîşan kir ku hedefgirtina vê sembolê nîşaneya nerazîbûna ji îrade û hêza jinê ye.
Zekiye Mihemed bal kişand ser bilindkirina alên DAIŞ’ê di dema xwepêşandanê de û hişyarî da ku ev yek fikarên der barê ji nû ve rêxistinkirina DAIŞ’ê û hedefgirtina jinan derdixe holê. Wê her wiha got ku siyasetên hikûmeta Sûriyeyê rê li ber firehbûna DAIŞ’ê vedike û wiha domand: “Siyasetên birçîkirinê û şertên dijwar ên jiyanê, bûne sedem ku hinek kes ji xwepêşandanê sûd bigrin û êrîşî milkên gelê Kurd bikin, dest bi wêrankirin û diziyê bikin.”
‘Ji YPJ’ê ditirsin’
Zekiye Mihemed tekez kir ku hedefgirtina sembola keziya jinê tirsa ji hêz û îradeya jinê ve girêdayî ye û destnîşan kir ku Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di şerê li dijî DAIŞ’ê de roleke girîng lîstiye û jin dê qebûl nekin sembolên wan bên hedefgirtin.
Jinên Kurd rola xwe ya di parastina herêmê de îsbat kirine
Kelthûma Ehmed diyar kir ku bilindkirina alên DAIŞ’ê di dema xwepêşandanê de peyameke xeternak e û nîşan dide ku xetera ji nû ve rêxistinkirina DAIŞ’ê heye û got: “Kesên ku beşdarî xwepêşandanê bûne, ne ji bo mafên xwe lê ji bo wêrankirin û diziyê derketine.”
Kelthûma Ehmed destnîşan kir ku mafên jinan weke mafên mêran girîng in û jinên Kurd di gelek qadên jiyanê de, bi taybetî di parastina herêmê de, rola xwe îsbat kirine û got ku dema sembolên îrade û hêza jinan nîşan didin bên hedefgirtin, ev yek tirsa ji vê hêz û rola ku dilîzin nîşan dide.
Kelthûma Ehmed bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku hişyar bin û rê nedin hewldanên afirandina fitneye, tekez kir ku jin qebûl nakin herêm ber bi pevçûn û bêîstîqrariyê ve bê kişandin û ew ê ji bo serkeftina pêvajoya entegrasyonê bixebitin.
Hişyariya ji dubarebûna senaryoyên wêrankirinê
Hediye Mihemed jî êrîşa li ser tabloya keziyê jinê şermezar kir û diyar kir ku armanc bi vê yekê provekirina gelê Kurd û kişandina herêmê ber bi pevçûnê ve ye û wiha anî ziman: “Keziyê jinê ji bo jinan sembola doza jinê, yekîtiya wan û têkoşîna wan ji bo maf û azadiyê ye. Êrîşa li ser vê sembolê, li ser îrade û nasnameya jinan e.”
Hediye Mihemed her wiha bal kişand ser siyasetên derve yên ku armanca wan bêîstîqrarkirina herêmê ye û got: “Bi hişyariyeke mezin pêwîst e em rê nedin senaryoyên talan, dizî û wêrankirinê yên di sala 2004’an de çêbûne careke din dubare bibin.”
Hediye Mihemed bang li hemû kesan kir ku li dijî hewldanên afirandina fitneyê hişyar bin û rê nedin herêm ber bi pevçûn û şerê navxweyî ve bê kişandin.