Li Lubnanê komeleyek jinên Kurd: Komeleya Jîn

Komeleya Jinê ya Jîn a jinên Kurd a di demek krîtîk de li Lubnanê hat damezrandin, ji bo pêşxistin û hişyarkirina jinan, bi awayekî biryardarî xebatên xwe didomîne.

AMAL MUHAMMED

Beyrûd – Di bin siya pirsgirêkên siyasî û civakî yên ku jin li Lûbnanê û herêmê dijîn de, Komeleya Jinê ya Jîn, mîna  platformek jinan a serbixwe derket holê. Komele, armanc dike ku têkoşîna jinên Kurd ên him di asta neteweyî û hîm jî di aliyê civakî de rastî vederkirinên cot tên ronî bike û rolên jinan ji nû ve pênase bike.

Komeleya ku di 30’ê Adara 2020’an de hat damezrandin, erka hişyarkirina jinan a di hemû qadên jiyanê de, parastina mafên wan û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, hilgirt.

‘Em armanc dikin bibin dengê jinên Kurd’

Seroka Komeleyê Dîlan Hesen, destnîşan kir ku armanca sereke ya Komeleya Jinê ya Jîn ew e ku jinan di aliyê zanîn û mafên wan de bihêz bike û li dijî tundiya bipergalî ya li dijî jinan têbikoşe. Komeleya Jinê ya Jîn, semîner û konferansên ku armanc dikin nasname, destkeftî, êş û berxwedana jinên Kurd dîtbarî bike, li dar dixe. Dîlan Hesen, da zanîn ku di destêpeka avabûna komeleyê de zehmetiya herî mezin a ku kişandine, şewba COVİD-19 bûye. Dîlan diyar kir ku lewma jî, xebatên xwe bi rêya serhêl û kampanyayên medyaya dîjîtal pêk anîne.

Ji Jin, Jiyan, Azadî heta NADA

Dîlan Hesen, ragihand ku gelek çalakiyên li ser bingeha jinê yên mîna kampanyaya “Jin, Jiyan, Azadî” ya piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, lidar xistine. Dîlan destnîşan kir ku mijarên mîna qetilkirina Sakîne Cansiz û hevalên wê jî gelek caran kirine rojev. Dîlan diyar kir komeleyê ne tenê di qada rewşenbîrî de, di damezrandina “Koalîsyona Herêmî ya NADA’yê” ku ji nêzîkatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo rizgariya jinan îlham girtiye de jî, rolek çalak lîstiye.

Hevgirtina Herêmî û Navneteweyî

Dîlan Hesen, da zanîn Komeleya Jinê ya Jîn bi rêya semînerên ku bi jinên ji Sûdan, Tûnis, Urdun û Filistînê re hatine organîzekirin, bi cîhana derve re têkildarî pirsgirêkên jinan têkiliyek xurt ava kiriye, bi aktorên femînîst re têkilî bipêş xistine û derbarê jinan de daxuyanî weşandine û belavokan belav kirine. Dîlan Hesen, bi van gotinan axaftina xwe domand: “Lê belê, komele bi pirsgirêkên cidî yên mîna nebûna piştgiriya darayî û manewî, paşguhkirina hinek fealiyetan û ji ber zextên mezhebî û siyasî yên li Lûbnanê sînordarkirina beşdariya jinan a ji bo tevgerên jinan re rûbirû ye.”

‘Em hewil didin têkoşîna jinan berdewam bikin’

Dîlan Hesen, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em digel hemû zehmetiyan jî xebatên xwe yên hişyarkirina jinan didomînin. Em him li Lûbnanê û him jî li welatên derdorê bi jinên bi bandor re dicivin û têkiliyan ava dikin. Em hewl didin ku semînerên herêmî organîze bikin û dixwazin têkoşîna jinên Kurd bigihîjin zedetir jinan. Her wiha em armanc dikin ku platformên jinan ên bênavber dixebitin ava bikin ku jin dikarin li wir pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û li rêyên çareseriyê bigerin.”

‘Ez ji zarokatiya xwe ve li kêleka jinan diseknim’

Dîlan Hesen, di dawiya axaftina xwe de kêfxweşî û serbilindiya xwe ya ji ber hebûna xwe ya di komeleyê de anî ziman û wiha got: “Ez gelek serbilind im ku berpirsyariya komeleyek ku bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibe, dikim. Ji zarokatiya xwe ve dema min êşên jinan dibihist, li hemberê wan hesta berpirsyariyê ava dibû. Min xwest her tim bibim dengê wan. Komeleya Jinê ya Jîn û endamên wê, vê hesta min xurt kirin û hêz dan min ku ez divê riyê de bimeşîm.”