‘Ne kaniya Aştiyê, kaniya xwîn mirin talan û dagirkirinê bû’

Hevseroka Meclîsa Bajarê Eyn Îsa Ezîze Hesen, da zanîn ku dewleta tirk a dagirker bi navê “Kaniya Aştiyê” êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî kir. Ezîza Hesen got: “Ew kaniya xwîn, mirin, talan û dagirkeriyê bû.”

NORŞAN EBDΠ

Eyn Îsa – Di 9`ê Cotmeha 2019`an de dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê di bin navê "Kaniya aştiyê" de, dest bi êrîşa bejahî û asîmanî ya li dijî bajarên Serêkanî û Girê Spî yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama êrîşan de bi hezaran malbat neçar man koç bibin û berê xwe dan herêmên bi ewle. Zêdebûna kirêyên xaniyan a ji ber qeyranên aborî, mirovan neçarî jiyana li kamp û dibistanan kirin.

Di 6’emîn salvegera dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî bi hezaran malbat hê jî di kamp û dibistanan de li hember mercên giran ên jiyanê têdikoşin. Rewş, digel guhertina hikûmeta Şamê jî neguherî.  

‘Em trajediyê ji nûve dijîn’

Hevseroka Meclîsa Bajarê Eyn Îsa ya kantona Firatê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ezîze Hesen, polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û rewşa heyî ya Sûriyeyê bi hev re girêda û ji ajansa me re axivî.

Ezîze Hesen, da zanîn ku 9’ê Cotmehê kêliyên biêş tîne bîra wan û bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Em trajediyê ji nûve dijîn. Siyaseta Tirkiyeyê li ser berjewendiya xwe ye. Tirkiye bi dagirkirina Serêkaniyê ya ku herêmek sînor û xwedî stratejîk girîng e, bû sedema êşa bi hezaran malbatan. Dagirkeriya Tirkiyeyê Girê Spî mîna deriyê sînor bikar anî, leşkerên xwe yên bipere, lojîstîk û kelûpelên leşkerî veguhezand herêmê. Bi hinceta parastina sînoran, axên me dagirkir û çavkanî û malên me talan kir. Dewleta Tirkiyeyê, gelê Sûriyeyê ji bo armancên xwe bikar anî."

‘Gelek kesan ji bo li bajêr bimînin, jiyana xwe feda kirin’

Ezîze Hesen, diyar kir mirovên ji van herêman bi darê zorê hatine koçberkirin, digel hemû zehmetiyan jî li kampan li ber xwe didin û girêdayî axên xwe ne. Ezîze ragihand ku kesên ji Girê Spî koçber bûne, bi hêviya vegerê di kampan de dijîn û ev agahî dan: “Vê jiyanê qebûl kirine; li dijî  sermaya zivistanê û germahiya havînê li ber xwe didin, lê ev rewş dilsoziya wan a bi ax û bajarên xwe re nîşan dide.”

Ezîze Hesen, pêvajoya beriya dagirkeriyê û gefên berdewam ên Tirkiyeyê bi bîr xist û wiha axivî: "Me hîs kir ku tiştek çêbibe, lê dîsa jî me bi tundî Girê Spî hêmbez kir û di nava malên xwe de li ber xwe da. Me gefên Tirkiyeyê cidî negirt. Lê dewleta Tirkiyeyê bi rêya leşkerên bipere van gefan pêk anî û operasyonek leşkerî da destpêkirin. Malbat, ji bo parastina zarokên xwe di navbera malan de digeriyan. Gelek kesan ji bo li bajêr bimînin, jiyana xwe feda kirin. Min û malbata xwe jî nêzî deh rojan li Girê Spî li ber xwe da."

‘Tirkiye axên me dagir kir û çavkaniyên me talan kir’

Ezîze Hesen, diyar kir ku navê operasyonê "Kaniya Aştiyê" bû, lê di rastiyê de tu aştî neanî û tenê xizmeta berjewendiyên Tirkiyeyê kiriye. Ezîze wiha berdewam kir: "Em ji vê operasyonê re dibêjin 'kaniya xwîn, mirin, talan û dagirkeriyê'. Hêzên dagirker û leşkerên bipere yên van hêzan, gelek zarok, jin û sivîl qetil kirin. Bi hinceta ‘mîsogerkirina ewlehiya sînor’ gelek binpêkirinan pêk anîn. Me bi tu awayî mudaxeleyê sînorên Tirkiyeyê nekir. Sînor bi dehan salan di navbera me de ye, lê Tirkiyeyê bi vê hincetê axên me dagir kir û çavkaniyên me talan kir."

‘Gelên di bin dagirkeriyê de jiyanek trajedîk dijîn’

Ezîze Hesen, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Gelên ku li Girê Spî ya di bin dagirkirî de mane, bi salan e di nava dijwareke mezin de dijîn. Di xwegihandina pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê yên mîna xurek, av, sotemenî û elektrîk de zehmetiyên mezin dijîn. Li herêmên di bin dagirkeriyê de di hemû qadên jiyanê de qeyranek tê jiyîn. Îro jî, gelek malbat bi lêgerîna jiyanek mirovanetir û ewletir, berê xwe didin herêmên Rêveberiya Xweser. Gelên ku li axên xwe mane jî, bi gelek binpêkirina re rûbirû ne. Ji bilî nebûna pêdiviyên bingehîn, rewşa ewlehiyê jî ji kontrolê derketiye. Dema kesek ji bo mîsogerkirina pêdiviyên xwe an jî karkirinê ji mala xwe derdikeve, vegera wê/wî nediyar e.”

‘Dewleta Tirk jin û gelê me jî hedef girt’

Ezîze Hesen, diyar kir ku herî zêde jin li herêmên dagirkirî tên hedef girtin û axaftina xwe wiha domand: "Berî dagirkeriyê, jin dikaribûn bixebitin, perwerdehiyê bibînin û mafê xwe yê jiyanê bi kar bînin. Lê niha rewş bi tevahî cûda ye. Îro, jin bi xetereyên revandin, tecawiz û qetilkirinê re rûbirû ne. Dewleta Tirk ne tenê axên me dagirkir, di heman demê de jin û gelê me jî hedef girt. Ciwan jî tên revandin. Li herêmên hatine dagirkirin, her roj bûyerên tundî, revandin, kuştin û talankirin tên jiyîn.”

Peymanên nehatin bicîhanîn

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, balkişand ser rewşa penaberan û bi rêveberiya demkî re ji bo vegera biewle hevpeyamanan kir. Lê belê, yek ji van peymanan jî nehat bicîhanîn û yên vegeriyan jî hê bi xetereya revandinê re rûbirû ne.

Ezîze Hesen der barê vê mijarê de wiha got: "Mijara herêmên di bin dagirkeriyê de û vegera ewle ya penaberan her tim di rojevê de ye. Em jî li bendê ne ku Peymana 10’ê Adarê were bicîhanîn û pirsgirêkên herêmên dagirkirî bên çareserkirin. Em dixwazin vegerin mal, ax û bajarên xwe yên ji ber dagirkeriyê hilweşiyane. Em li ber xwe didin û bi hêvî ne. Em li kampan bin an jî li malan bin ferq nake, dilê me her tim ji bo vegerê lê dide. Kampa Penaberan a Girê Spî, vê dilsozî, hêvî û berxwedanê nîşan dide. Kamp veguherîn cihên hêviyê. Hinek nebatek û hinek jî darek çandin. Bi mezinbûna her nebatekê re, em tînin bîra xwe ku erd, mal û bajarek me heye û vegera me teqez e.”

‘Em li bendê ku vegerin malên xwe’

Hevseroka Meclîsa Bajarê Eyn Îsa ya kantona Firatê Ezîze Hesen, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Roja rizgarkirina Girê Spî, wê rojek ji bo me bibe roja azadî û serkeftinê. Ji bo penaberên Girê Spî, ev meh mehek trajîk e. Em li bendê ne ku vegerin malên xwe û li bajarê xwe di nava aştî û ewlehiyê de bijîn.”