Li Idlibê bûyerên revandina jinan zêde bûne sûcdar bê ceza dimînin

Zêdebûna bûyerên revandin û windakirina jinên di temenê cuda de li deverên curbecur ên Idlibê, bûye sedem ku jin her dem di nava tirs û bêewlehiyê de bijîn.

HEDÎL EL-OMER

Idlib - Idlib her roj dibe şahidê bûyerên revandin û windakirina jinan. Ji ber adet û kevneşopiyên civakî, windabûna jin û keçan kêm caran tê ragihandin. Zêdebûna bûyerên revandin û windakirina jinên di temenê cuda de li deverên curbecur ên Idlibê, bûye sedem ku jin di nava tirs û bêewlehiyê de bijîn.

Bêserûber winda dibin

Di 14'ê Tîrmehê de, Semer Mehmûd El-Xetîb a 16 salî ku li bajarê Dana dijî, dema li gel kurê xwe yê neh mehî diçû seyrangeha bajêr winda bû, heta niha agahî der barê wan de tune ye û kes nizane çi hatiye serê wan.

Di 25'ê Nîsana borî de, xwendekara zanîngehê Rena El-Birû ya 23 salî dema ku ji zanîngeha Idlibê vedigeriya winda bû, heya niha çarenûsa wê ne diyar e. Dayika wê, Lemîa El-Elî ya 40 salî got ku keça wê sala sêyemîn li zanîngeha Idlibê, beşa wêjeya Drebî, dixwîne û wiha pê de çû: "Dema ku keça min ji zanîngehê vedigeriya malê pêwendiya me pê re qut bû, hê tu agahî jê tune ye. Me windabûna keça xwe ji navenda ewlehiyê re ragihand lê heta îro encamên erênî derneketine."

Ji bo fîdyeyê hatin revandin

Di 5'ê Adara 2022'an de, her du keçên temenê wan biçûk Rîma û Seba dema ku diçûn navenda kursên xwendinê li bajarê Dana, li bakurê Idlibê, winda bûn. Windabûna wan zêdetirî du mehan berdewam kir, heya ku polîsên leşkerî li bajarê Babê dikaribûn tawankaran bigrin. Hat eşkerekirin ku wan her du keç revandibûn da ku fîdye ji malbatên wan bixwazin. Dayika Seba, Merwa El-Hisên a 42 dibêje ku kesên tawanbar bi hevjînê wê re nakokiyek wan a şexsî hebûye û ji bo fîdyeyê her du keç revandine. Malbatê ji ber şermê nexwest windabûna her du keçan ragihîne.

Her diçe hejmara kesên winda dibin zêde dibe

Li gorî Ofîsa Karûbarên Birîndar û Windayan, bi derbasbûna demê re hejmara windayên ku hatine tomarkirin gelekî zêde dibe û yên herî zêde tên windakirin û revandin jin in.

Rêvebera mafên mirovan Meram El-Qadî ya 39 salî diyar kir ku ji ber nakokiyên malbatî û civakî gelek bûyerên windabûnê hene û wiha pê de çû: "Şert û mercên şer û bandorên wê yên civakî û aborî sedemên mezin ên van bûyran in. Li ser malbatên Sûriyeyê roleke mezin di zêdebûna bûyerên windabûn û revandina jinan de heye. Ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê bûyerên revandina jinan zêde dibin. Rewşa ewlehiyê yek ji sedemên herî giran ên revandina jinan li Idlibê ye. Şebekeyên revandin û windakirinê di navbera herêmên Idlibê û Efrînê de kar dikin û ji bo revandina jinan û veguhestina wan ji Idlibê ji bo Efrînê ji ber gelek sedeman weke daxwaza fîdyeyê yan jî tolhildanê kar dikin."