"Perwerde ji bo pêşxistina civakê pir girîng e"

Rêvebera Akademiya Şehîd Zîlan Heleb a bajarê Minbicê Qemer Îbrahîm bal kişand ser girîngiya perwerdeyê ji bo pêşxistina gelan û avakirina hevgirtinê di navbera hemû pêkhateyên civakê de.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Minbic –Piştî ku bajarê Minbicê û gundewarên wê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûn rêveberiyên sivîl, dest bi vekirina akademiyên taybet û kursan kirin. Ji bo ku civak ji hêla rewşenbîrî ve bi pêş ve biçe perwerde xwedî girîngiyek mezin e lewre. Akademiya Jinan a Şehîd Zîlan Heleb di sala 2016’an de yekser piştî rizgarkirina bajarê Minbicê hat avakirin û 36 kurs vekirin.

"Piştî girtina perwerdeyê êdî jin dîrok û mafên xwe dizanin û bûn pêşeng"

Rêvebera Akademiya Taybet a Şehîd Zîlan Heleb Qemer Îbrahîm got ku piştî rizgarkirina bajarê Minbicê, Rêveberiya Sivîl giranî daye ser vekirina akademiyan, ji bo rakirina fikrên DAIŞ’ê û kiryarên wê yên ku bandoreke neyînî li ser fikir û jiyana gel kirine û wiha pê de çû: "Yên ku herî zêde zirar ji DAIŞ'ê dîtin jin bûn. Niha piştî girtina perwerdeya akademîk ku bi taybetî û bi kûrahî li ser pirsgirêkên jinan nîqaş tên kirin êdî jin dîrok û mafên xwe dizanin û di hemû qadan de bûn pêşeng. Gelek wane hene, weke dîroka Rojhilata Navîn, dîroka şaristaniyan, jin û malbatê û hin waneyên din, di pêşketina rewşenbîriya jinan de roleke girîng lîstine. Serkeftina jinan a di nava saziyan de serkeftina akademiyê ye."

"Ez bang li hemû kesan dikim ku beşdarî akademiyan bibin"

Qemer Îbrahîm da zanîn ku piraniya jinên xwedî bawernameyên bilind in kesayetiya wan qels û bêbaweriyê ye lê piştî ku perwerde dîtin ew bi xwe bawer bûn û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ez beşdarî çar kursan bûm û tirsa min hebû ku ez ji perwerdeyê sûd negirim lê min dît ku ez gelek guherîme û baweriya min bi min zêdetir bû. Ez dixwazim di rojên pêş de li akademiya giştî waneyan bidim. Divê meriv li ser sînorê zanist û çandê nesekine, ji ber ku pêdivî heye ku mirov her dem xwe bi pêş bixe. Her mirovek ku xwedî şiyanên çandî ye divê di avakirin û pêşxistina civakê de bi kar bîne. Ez bang li her kesê dikim ku beşdarî akademiyan bibin."