“Li aliyekî koçberî li aliyek jî êrîş û topbarana dewleta tirk”

Jinên gundê Aqîba yê navçeya Şêrawaya kantona Efrînê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber bombebarana deweta Tirk a dagirker zirar dîtine, destnîşan kirin ku êrîşan her tişt kiriye hedef û mal, milk û jiyana wan wêran kiriye.

ROBARÎN BEKIR

Şehba- Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi şerê taybet, leşkerî û bi êrîşên xwe yên bêserûber li ser piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hewl dide îradeya gel bişkîne û siyaseta bombebarankirina cihê koçberan, çêkirina alozî û xirakirina rewşa ewlehiyê li herêmên Rêveberiya Xweser pêk tîne. Bi taybetî êrêşîn xwe yên bêser û ber li ser koçberên Efrîn û niştecihên herêma Şehbayê li gundewarê Şêrawayê pêk tîne.

Gel ji êrîşên deweta tirk ziyanê dibînin

Artêşa Tirk a dagirker di 25’ê Gulanê de di saetên dereng ên şevê de gundên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî hedef girt û di heman rojê de zêdetirî 200 topên hawanan ketin nava gund. Di encamê vê bombebaranê de ziyanek mezin li gundê Aqîbe bû ku li wesayîdek rêwiyan a çavkaniya debara yek ji malbatên gund bû, şewitî û di heman demê de bi balafirek bê mirov malek li navçeya Til Rifat kirin hedef. Her wiha bombebarana li ser gundewarên Şehba û navçeya Şêrawayê ji aliyê dewlet Tirk ve berdewam dike û bombebaran her kêliyê dibe sedem ku mal, milk û zeviyên çandiniyê yên sivîlan wêran bibin û di heman demê de alozî di nav şêniyan de çêdike.

"Mafên me yên rewa bûne xeyal"

Nişteciha gundê Aqîbe ku bûye şahida bombebarana dewleta Tirk û ji wê ziyan dîtiye Fehîma Şêx Îsa ji ajansa me re axivî û diyar kir ku gundê wan bi domdarî rastê êrîşên dewleta Tirk tê û wiha got: "Di saetên derengiya şevê de dagirkeriya tirk û çeteyên wê gundê me û gundên derdora me ku bi giştî niştecih sivîl in bombebaran kirin, di encama vê bombebaranê de wesayîda me ya rêwiyan ku yekane çavkaniya debara jiyana me ye, şewitî û hemû camên pencereyan û deriyên mala me şikiyan."

Der barê ziyanên din ên bombebarana Tirkiyeyê de Fehîma Şêx Îsa diyar kir ku tirs û xof ketiye dilê zarokan û wiha domand: "Bombebaran nesekinî, zarok jî nesekinîn hawar hawara wan bî, di nava çend saetan de em bûn hedefa 100 guleyan."

Her wiha Fehîma Şêx Îsa teqez kir ku daxwaza wan ew e aramî û aştî li herêmê serdest be û her koçberek vegere cih û warê xwe û wiha got: "Ev mafên ku em daxwaz dikin, mafên herî hêsan û rewa ne lê bûne xewn û xeyal."

"Em nikarin xwe ji bombebaranê veşêrin"

Zeyneb Xelîl hêrs û nerazîbûna xwe li hemberî rewşa gundên navçeya Şêrawa û navçeya Şehbayê nîşan da û wiha bilêv kir: "Ev ne cara yekem e û ne ya dawî ye ku dagirkeriya Tirk herêmê hedef digre û dide ber bombebaranê, ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve heta roja me ya îro dewleta tirk sivîlan hedef digre. Heya kengî wê rewş wiha be?"

Zeyneb Xelîl der barê jiyana xwe û zehmetiyên ku di dema bombebaranê de dikşînin de diyar kir ku ew bi hevjînê xwe yê temenê wî mezin re li gund dijî, jiyana wan pir zehmet e û wiha got: "Bi dijwarbûna bombebaranê re, ji ber rewşa tenduristiya xwe em nikarin birevin û bi lez tevbigerin ev yek metirsiya me zêde dike. Tevî vê yekê jî wê dagirkeriya Tirk nikaribe îradeya me bişkîne û em ji bo vegera welatê xwe bi îsrar in."

"Pêwîst e cîhan û rêxistinên navneteweyî li hemberî kiryarên dewleta tirk bi helwest bin"

Roşîn Qasim behsa kêliyên bombebaranê kir û diyar kir ku ev bombebaran wekî barîna baranê ye û wiha got: "Di saetên dereng ên şevê de dema ku em li malên xwe bûn, dagirkeriya tirk bi sedan topên hawanê avêtin gund û me ji ber dijwariya bombebaranê nikaribû gavek bavêjin. Mala ku ez û zarokên xwe lê dijijyan ji ber bombebaranê hilweşiya."

Roşîn Qasim da zanîn ku Efrînê bi hezaran koçberan dihewand lê di roja îro de êşeke mezin dijî û wiha got bersiva cîhan û rêxistinên mirovî û navneteweyî li hemberî alîkariya ku gelê Efrînê pêşkêşî penaberên Sûriyeyê kir, pêwîst e ne wisa bûya û li hemberî kiryarên dewleta dagirker a Tirk bi helwest bûna. Divê her kes rastiyê bibîne û dengê xwe bilind bike, daxwaz bike ku Efrîn rizgar bibe û dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê derkeve û gelê Efrînê vegere ser axa xwe.