Navenda ragihandin û rênîşandanê ji bo mexdûrên tunditujiyê

Pispora civakî Erebiya El-Ehmar piştrast kir ku Navenda Ragihandin û Rênîşandanê li Tûnisê kar ji bo, piştgirî û alîkariya mexdûrên tundiyê di warê derûnî û yasayî de dike û wan bi mafên wan dide naskirin.

NAZIHA BOUSSID

Tûnis- Navenda Ragihandin û Rênîşandanê yekemîn navenda nimûneyî ye ji bo jinên rastî tundîtujiyê hatine û girêdayî Yekîtiya Niştimanî ya Jinên Tûnisêye û di 14ê Tebaxa 2003'an de hatiye damezrandin. Li ser sê bingehên civakî, piştgiriya psîkolojîk, û şêwirmendiya dadrêsî xebat dide meşandin. Kesên di vê navendê de cihê xwe digrin  ji aliyê Komeleya Jinên Xwedî Pîşeyên Hiqûqî ve tê çavdêrîkirin da ku wana di aliyê yasayê de bi parêze.

Zîna. M. a di heftê saliya xwe de, ji ber ew û keça xwe rastî tundîtujiyê hatine li salona Navenda Ragihandin û Rênîşanderan dimîne ji bo Jinên din yên rastî tundîtujiyê hatin di rune û nalînek ku xemên mezin têdeye dibêje û wiha got: “Ez hatim navendê da ku çareyek ku dawî li tundiya ku ez û keça xwe ya nexweş her roj ji aliyê hevjînê xwe yê kor ve rastî tên bibînim. Ez li navenda paytextê, Tûnisê, di xaniyek pir biçûk de dijîm û tevî temenê min yê mezin, ez baldarî didim hevjînê xwe yê kor û keça xwe ya seqet. Tişta ku êşa min zêde dike ewe ku ev mêr her cure tundiyê lêdan, heqaret û gotinên nebaş û bê rêzî li beramberî min û keça min dike. Ev 38 sale ez zewicî, ji wê demê heta niha rastî şîdeta malbatê têm. Di destpêkê de ji ber ku zarokên min nebû tundîtujî li min di hat kirin. Lê belê tevî ku piştre du zarokên min çêbû jî tundî berdewam kir. Ji ber ku keça min hem astengdara mêjiye hem jî ji destê xwe de jî birîndare, ez bêdeng mam. Hevjînê  min bi her kesî re baş tevdigere, lê dema vedigere malê, her cure tundiyê li beramberî min pêk dianî. Ji ber vê yekê ez û keça xwe di nava tirs û xofa rojane de dijîn, heta  kurê min jî li beramberî min tundiyê bi kar di anî. Piştî ku min giliyê hevjînê xwe li Navenda Ewlekariyê kir, serî li Navenda Ragihandin û Rênîşandanê da, lê bi hinceta temenê mêr mezine û nabîne, nabe were darizandin û bikeve girtîgehê min tu alîkarî wernegirt.”

“Guhdarkirin, rênîşandan û hewandin”

Pispora civakî Erebiya El-Ehmar bi bîr xist ku Navenda Ragihandin û Rênîşandanê yekemîn navenda nimûneyî ye ji bo jinên rastî tundîtujiyê hatine û girêdayî Yekîtiya Niştimanî ya Jinên Tûnisêye û di 14ê Tebaxa 2003'an de hatiye damezrandin. Li ser sê bingehên xebata civakî, piştgiriya psîkolojîk, û şêwirmendiya dadrêsî dide meşandin û wiha got: “Hucreya xebata civakî ji aliyê du pisporên civakî  pisporekî civaknasiyê ve ku mexdûrên tundutujiyê, guhdarîkirina wan, agahdarkirina wan û rênîşandana wan ji bo saziyên pêwendîdar yên bi tundiyê re eleqeder dibin werdigre. Li aliyekî din pispora pîskolojî çavdêriya şaneya piştevaniya derûnî dike û alîkariya jinên mexdûrên şîdetê, nemaze bandora neyênî ya derûnî, akademîk û tendurustî  li zarokên wan dike.”

Erebiya El-Ehmar amaje bi wê yekê kir ji dema derxistina yasaya jimare 58’an heta niha gelek kampanyayên hişyarkirinê li ser girîngiya vê qanûnê hatine lidarxistin û wiha dom kir: “Piştî guhdarîkirina mexdûrên tundiyê, em qanûnê jêre rave dikin û hêsan dikin da ku mafên xwe bi dest bixin û bi karibin doza wê bikin. Jinên Tûnisî îro têgihiştine ku tundî ne tenê fizîkî ye, tundiya devûkî jî heye û her wiha têgihîştine ku bêparkirina wan ji hêza aborî, tundiya aborî ya li dijî wan tê dîtin. Zêdebarî wê yekê ku tacîz li cihê kar yan jî her cihekî din weke tundiya zayendî tê dîtin, jin jî hay ji hebûna qanûneke ku wan ji her cure tundiyê diparêze heye. Em dixebitin ku jinan bi vê qanûnê perwerde bikin, ji ber ku eger di êrîşa yekem de li hember tundiyê bêdeng bimînin, dê her dem jin di bin kontrola mêran de bimînin.”

El-Ehmar di derbarê cureyên tundiyê ku navend pêşwaziya wê dike diyar kir: “Me dît beriya derxistina yasaya hejmara 58, herî zêde şîdeta ku navend pêşwaziya wê dikir şîdeta fizîkî bû, lê piştî derxistina wê, îstîsmarkar pê hesiya ku tundiya ku dike dê bi şopandina dadrêsiyê ve biçe, ji ber vê yekê, wî dest bi tundutujiya devkî û exlaqî kir, gotinên nexweş û girtina rêbaza heqaretê ku derûniya jinê têk bibe û bikeve rewşek depresyonê bikar anî. Ji xwe mezintirîn komên temenî ku navendê qebûl dike, temenê wan di navbera 40 û 50 salî de ye û piraniya wan ji jinên malê ne û kar nakin. Komek mezin ya jinên ku bi mêrên ku bi profesyonelî girêdayî komeke diyarkirî ne re zewicîn, rastî tundiya ducar tên, ya yekem ji hêla mêrê ve û ya duyemîn jî ji hêla dezgehên ewlekarî û dadwerî yên pêwendîdar ve ku bi qanûnê ve girêdayî ne tên. Lê ji ber ku îstîsmarkar ji heman korseyê ye, qanûnê bi cih naynin. 11 odeyên navendê hene dikare 22 jin tevî zarokên wan, bi şertê ku temenê wan ji 12 salî ne mezintir be bigire. Dema hewandinê herî kêm heta bîst roje û navend di vê navendê de agahdarîyên derûnî û yasayî pêşkêş dike. Di dema belavbûna vîrusa Koronayê de, navendê ji bo heyama 6 mehan pêşwaziya 39 penaberên Afrîqî kir ku tê de xizmetguzariyên xwarin û tenduristiyê hatin pêşkêşkirin.”