Kuaforên di bin siya qedexeya Talîbanê de: Çîrokên jinên dev ji kar bernedane

Li Efganistanê qedexeya kuaforên jinan, bûye sedem ku jin di bin erdê de kuaforan vekin, lê hin ji wan hîn jî li dijî qedexeyên Talîbanê li ber xwe didin.

BAHARAN LEHÎB

Bamyan – Jinên Efgan ji bo debara xwe bikin, serî li gelek pîşeyan dane. Lê, di bin desthilatiya Talîbanê de, gelek ji wan rastî pirsgirêk û dijwariyên cuda hatine. Jinên Efgan bi awayek henekî dibêjin: “Talîban ji me dixwazin em parsekiyê bikin, bi zarokên xwe yên biçûk re li ser rê bisekinin û pere qezenc bikin. Ger bixwazin dikarin me bigirin û bi saetan an jî bi rojan di girtîgehan de bihêlin. Tenê ji bo me vê heqaretê radigirin.”

Talîbanê destpêkê ji bo qedexeya karên jinan gav avêtin

Yek ji pîşeyên ku li Efganistanê bi nav û deng bûye û di 20 salên dawî de bipêş ketiye, kuafortî ye. Ev jî pîşeyek e ku perwerdehiya bilind hewce nake û gelemperî jin ji hev fêr dibin. Berî rejîma Talîbanê, dahata kuaforan baştir bû, ji ber ku jinên karker muşteriyên wan ên sereke bûn. Bi windakirina karên gelek jinan re, karên kuaforan jî kêm bûye. Di destpêkê de, dema Talîban hate ser desthilatê, ji bo qedexekirina xebatên jinan gav avêtin. Çend meh şûnda, ferman hat dayîn ku wêneyên di hundir û derveyî hemû kuaforên jinan de tên pêşandan bên rakirin. Yên ku red kirin, wêneyên wan bi boyaxa spî ji hêla hêzên Talîban ve hatin nixumandin.

Piştî demekê, Talîbanê ragihand ku êdî xebatê kuafortiya jinan qedexe ye. Jin neçar man ku hemû alavên xwe yên kar bibin malên xwe. Lê li wir jî ew ne bi ewle bûn. Zilm li bûk û kuaforan hate kirin û heta rastî cezayên girtîgehê hatin. Ji bo tespîtkirina kuaforên di malan de, jin kolan bi kolan digeriyan û fêr dibûn ka li malê kuafor heye an na. Ger wan kifş bikira ku dixebitin, dihatin girtin.

‘Cihê min ê kar girtin’

Di vê çarçoveyê de, me bi Cemîla Kazemî re hevdîtin kir û wê kar û ezmûnên xwe parve kir. Cemîla Kazemî wiha got: “9 salan kuaforek min hebû. Karek ku ez pê re eleqedar dibûm û pir baş diçû. Ez çend salan xebitîm, piştî ku Îmarata Îslamî hat ser desthilatê ew girtin. Destûr nedan bixebitim û destûra xebatê nedan min. Di vê demê de, min ders da xwendekaran. Beriya Bamyanê, ez li Heratê bûm. Gelek ji xwendekarên min li wir in û her wiha li Bamyanê mezûn bûn. Niha ev xwendekar dixebitin. Gelek xwendekar hatin, perwerde dîtin, lê naxebitin. Lê belê, hin ji wan firoşgehên xwe vekirin.”

‘Ez du caran hatim girtim’

Cemîla Kazemî dibêje ku destûra xebatê tune ye û rêbaza xebata xwe wiha anî ziman: “Ji dema ku cihê me hatiye girtin, ji ber karê me tuneye, em neyasayî dixebitin. Terziyek min heye û ez salona xwe ya kuaforê jî birêve dibim.”

Têkildarî pirsa kiryarên Talîbanê yên bi taybetî bi hêzên Amr-e-Maruf, Cemîla Kazemî ev bersiv da: “Çend caran hatin û pir hêrs bûn. Wan du caran ez girtim û ji me re gotin ku divê hûn karê xwe berdewam nekin. Lê me guh neda wan û me karê xwe berdewam kir.”

‘Dibêjin mesref zêde dibe’

Me pirsa çima Talîban rê li ber jinên ku di kuaforan de dixebitin digre? ji Cemîla Kazemî pirsî û me ev bersiv girt: “Ji me re dibêjin ev kar ne Îslamî ye, ne yasayî ye û li dijî Îslamê ye, nekin. Bi taybetî li bazarê nekin. Herin li malê porê xwe çêkin. Dema tu porê xwe çêdikî, herkes lê temaşe dike. Carnan ew îdîa dikin ku zirarê didin aboriya mirovan. Dibêjin hûn poran çêdikin, gelek pere distînin, mesref zêde dibe. Divê dawî li vê bê. Divê di civakek Îslamî de wiha nebe. Ez ji bo porê bûkekê nêzî 1000 heta 2500 pereyê Efgan distînim.”

‘Xwendekarên min niha bûne xwediyên karên xwe’

Cemîla Kazemî, derbarê şert û mercên xebata xwendekarên xwe de wiha dibêje: “Berî rejîma Talîbanê, firoşgehên sê xwendekarên min hebûn û dixebitîn. Ew dixebitîn û ji karên xwe kêfxweş in. Niha ew dixebitin û mîna min dixebitin. Ew li kêleka wê terzîtî û kuafortiyê jî dikin.”

Cemîla Kazemî di dawiya axaftina xwe de vê peyamê dide jinan: “Divê jin xebata xwe bidomînin û bibînin ka di dawiyê de çi dibe.”

Tevî şert û mercên dijwar ên ku ew di berdewamiya karê xwe de pê re rû bi rû dimînin, Cemîla Kazemî karê xwe berdewam dike. Di hevpeyvînê de, ew enerjîk û kêfxweş bû, ji destpêkê heta dawiyê bi ken bersiva pirsan da.